Tûncel û Yuksek: Em ê bi ser bikevin
Yuksek li ber desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rabû û got, "Ev qedera me nîne." Yuksek destnîşan kir ku ew ê berxwedanê geş bikin. Tûncel jî diyar kir, ew ê qeyûm nas nekin û yên bi ser bikevin, wê ew bin
AMED - ANF Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Salona Konferansê ya Wedat Aydin a Avahiya DBP'ê ya Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist.
YUKSEK: EM VÊ YEKÊ WEKE 'SERDEMA DARBEYÊ' BI NAV DIKIN
Kamûran Yuksek li civîna çapemeniyê axivî û bibîr xist, ku wan di civîna Meclîsa Partiyê ya berî 2 rojan de li ser bûyerên di demên dawî de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin, biryarên girîng standine.
Yuksek da xuyakirin, ku ya îro tê kirin darbe ye û got, "Di dîroka Amedê de 2 caran qeyûm hate dîtin. Yek jê di dema 12'ê Îlonê ya Kenan Evren de hat dîtin. Ya din jî di dema AKP û Serokkomar Erdogan de tê dîtin. Hingî serhengek li şaredariya Amedê bi cih kirin. Îro jî dixwazin bi qeymeqamekî ji Enqereyê bi rê ve bibin. Feraset û armanca her du serdeman yek e. Di 12'ê Îlonê de rêxistinên civakî yên sivîl û çapemenî çawa dihatin girtin, niha jî bi heman rengî tên girtin. Her saziyeke çapemeniyê ya dengê gelê Kurd bide bihîstin tên girtin. Em vê demê jî weke dema darbeyê pênase dikin."
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN'
Yuksek destnîşan kir, ku ew ê xebatên xwe yên ji niha û pê ve li dijî darbeyê birêxistin bikin û got, "Em ê berxwedana xwe ya li dijî darbeya AKP'ê mezin bikin. Ev ne qedera me ye. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin."
TÛNCEL: EM Ê BI SER BIKEVIN
Sebahat Tûncel jî bibîr xist, ku wan di 30'ê Cotmehê de civîna Meclîsa Partiyê, di 31'ê Cotmehê de jî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê bi rengekî awarte lidar xistin e û got, "Em ê ji naih û pê ve bêjin 'Na ji darbeya AKP'ê re' û bi vî rengî têbikoin. AKP a ku destek ji gel nedît, dixwaze bi zorê dest deyne ser vîna gel. Dixwazin aliyê duyemîn ê darbeyê bi desteserkirina şaredariyên DBP'yî bidomînin. Rabûna li ber vê yekê erka me hemûyan e. Eger em xwe li gorî vê yekê bi rêxistin bikin, yên bi ser bikevin wê em bin."
Piştî daxuyaniyê girseya gel ji bo li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a hatiye desteserkirin li hev bicive, ket ser rê.