Tûrnûvaya Futbolê bi dawî bû
Tûrnûvaya Çapemeniya Azad a Futbolê bi dawî bû
Xwendekarên Komeleya Zanîngeha Haranê (HODER), ji bo balê bikşînin ser zextên li ser çapemeniya azad û piştgiriyê bidin çapemeniya azad li Rihayê pêşbirga Turnuvaya Futbolê dabûn destpêkirin. Turnuvaya Futbolê ya Çapemeniya Azad bi dawî bû.
Xwendekar û endamên Komeleya Zanîngeha Harranê (HODER), ji bo zext û zordariyên li ser çapemeniya azad şermezar bike, "Turnuvaya Futbolê ya Çapemeniya Azad" dabûn destpêkirin. Piştî gelek tîm hatin hemberî hev, tîmên Berxwedan û Tufan derketin fînalê û hatin hemberî hev. Tîmên Berxwedan û Tûfan jî maça fînalê pêk anîn û di maçê de pankarta "Turnuvaya Futbolê ya Çapemeniya Azad" vekirin. Bi sedan xwendekarên HODER'ê maç temaşe kir. Maça ku 90 deqîqeyî berdewam kir tîma Tûfan bi 5-3 golan bi ser ket. HODER'ê piştî maçê kupa û formayên ku li ser rengê kesk, sor û zer a "Çapemeniya Azad" heye dîyarî tîma Tufan kirin. Dîsa kupayek jî diyarî xebatkarên çapemeniya azad kirin. DÎHA (mae)