1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TŞYG: Em çeperên xwe biparêzin, berxwedanê mezin bikin
TŞYG: Em çeperên xwe biparêzin, berxwedanê mezin bikin,tşyg,em,çeperên,xwe,biparêzin,berxwedanê,mezin,bikin

TŞYG: Em çeperên xwe biparêzin, berxwedanê mezin bikin

TŞYG: Roj ew roj e, ku em li ber şerê ku hemû welat û gelên herêmê xistiye nava xwe bisekinîne û veguherîne serê mafdar û rastî yê navbera bindest û serdest, zalim û mazlûm

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, welat ketiye nava şerekî topyekûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku berpirsyarê yekane yê vî şerê ku nediyar e li derve û hundir rê li ber kîjan encaman veke, çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê ye.

TŞYG'ê diyar kir, ev bûyerên diqewimin û şerê belav dibin, gelan dixe nava serpêhatiyeke hê xetere û wiha dewam kir: "Komkujî û êrîşên AKP a bi serkêşiya Erdogan faşîzma AKP'ê roj bi roj zêde dibin. Tirkiye, kurdistan û Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê."

Konseya Giştî da xuyakirin, ku bi faşîzm û emperyalîzmê re bazarî tê kirin, mûxalefeta hundirî bi zext, şîdet, şer û bombeyan binpê bike û got, "Eger li hev bikin wê çaxê wê şerekî berfireh û mezin li ber deriyê mebe. Eger li hev nekin, wê ji bo gelên me bêalternatîf bihêlin, dîsa jî heman rêyê; şerekî mezin û berfireh derxînin. Lewma divê gelên me derhal bikevin nava tevgerê û berxwedana xwe ya li dijî vî şerî, li dijî emperyalîzm û faşîzmê mezin bikin! Lazim e têkoşîna antî-emperyalîzm were xurtkirin û li dijî faşîzmê seferber bibin. Evş erê ku faşîzmê daye destpêkirin, tevî ku gefê li gelên me dixwe, di heman demê de derfetên mezinkirina şoreşê xurt dike. Weke ku li Rojava tê dîtin, gelên me ji bo serketina şoreşê divê şert û mercên şer ji bo xwe bi kar bînin."

TŞYG'ê da zanîn, di encama darbeya AKP'ê ya piştî hewldana darbeya leşkerî ya Tîrmehê hat kirin, faşîzm şerekî topyekûn li ser gelan ferz dike û got, "Careke din nîşan da ku ew ê serî li hemû rê û rêbazan bide. Bi Biryarnameyên bi Hukmê Qanûnî, Rewşa Awarte û Qanûnên Ewlekariya Navxweyî re konsepteke nû ya êrîşê ava dikin."

GELÊN ME BÊ ALTERNATÎF NÎNE

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ev şer ji bo parastina desthilatdariya komek serdestên mîna yên ji ber faşîzma Hîtler man e, tê kirin û hat gotin, "Eşkere ye ku eger pêla êrîşê bê sekinandin ê faşîzm têk biçe. Lewma bi 'hêza xwe ya taktîkê' bê alternatîfê li ser gelên me ferz dike."

TŞYG'ê diyar kir, bi rêya şer û hêzên çekdar ên dewletê hewl tê dayîn Kurdan, Elewiyan, hindikahiyan, sekuleran, bawermendên rasteqîn, jin, ciwan û daxwazên edalet, azadî û wekheviyê bêdeng bikin û got, "Lê belê gelên me bê alternatîf nînin. Pêkan e ku em siberoja faşîzmê lê biherimînin û vîna gelan derxînin holê."

Konseya Rêveber da zanîn, çeteyan Erdogan û AKP'ê ji aliyê stratejîk ve gelekî qels in û ji bilî rijandina xwîn, rondikên çavan, pêkanîna zilm û meşandina şer, nikare tiştekî bike.

'KARKER, KEDKAR, JIN, CIWAN, GELÊN ME...'

TŞYG'ê bang li hemû gelên bindest ên bûne hedefa çeteya Erdogan û faşîzma AKP'ê kir, ku di bin alekê de bigihêjin hev û li dijî faşîzmê alternatîfa xweser a gelan ava bikin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, Roj ew roj e, ku em li ber şerê ku hemû welat û gelên herêmê xistiye nava xwe bisekinîne û veguherîne serê mafdar û rastî yê navbera bindest û serdest, zalim û mazlûm. Ji ber vê yekê em bang dikin, ku li dijî faşîzmê bibin yek û hesab ji yên destê xwe li gelan radikin, bê pirsîn.

Tevgera me ya Şoreşger a Yekbûyî lazim e ti ji çeperên gelên me yên li dijî faşîzmê bi dest xistine, neterikîne. Divê gelên me li radyo, rojname, televîzyon, şaredarî, nûnerên xwe yên ahtine hilbijartin xwedî derkevin û ti ji mafên xwe ji desthilatdariyê re nehêle. Pêwîste li qadên jiyanê xweparastin bê birêxistinkirin, her tax û kargeh veguherin çeperên berxwedanê."

Konseyê da xuyakirin, ku çarenûsa gelên Tirkiyeyê di destê wan de ye û bang li çîna karker, kedkar, civaka Elewî, hemû nasnameyên bindest, jin, ciwan û neteweya Kurd hat kirin, ku li dijî faşîzmê rabin ser piyan, di binê alekê de bicivin, li çiyê di naa gerîla de, li bajaran jî di nava 'Hêzên Berxwedanê yên Yekbûyî' de hesab ji faşîzmê bipirsin û bi ruhê milîtaniya Serhildanên Gezî, Hezîranê û 6-8'ê Cotmehê rabin ser piyan."