Ulkucuyan avahiyên BDP'ê dan ber agir
Li Dîlokê komek ulkucu li dijî avahiyên BDP'ê ya Bajar a Dîlokê û avahiya BDP'ê ya Navçeya Şahînkamîlê êrîş pêk anîn
Li Dîlokê piştî li dijî navenda polîsan a Karşiyaka ya Şahînkamîlê êrîş pêk hat û herî kêm 7 kes mirin û 45 kes birîndar bûn, komek ulkucu li dijî avahiyên BDP'ê ya Bajar a Dîlokê û avahiya BDP'ê ya Navçeya Şahînkamîlê êrîş pêk hatin.
Li Dîlokê li dijî navenda polîsan a Karşiyaka ya Şahînkamîlê ya Dîlokê maşîneyek bi bombe teqiya. Di teqînê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes birîndar bûn. Piştî bûyerê hate zanîn ku komek ulkucu li dijî avahiyên BDP'ê ya Bajar û ya Şahînkamilê êrîş pêk anîn. Hate zanîn ku komekê li dijî avahiya BDP'ê ya Şahînkamîlê êrîş pêk anîye û avahî dane ber agir. Li dijî avahiya Bajar jî êrîşa bi kevir pêk anîn û hemû camên avahiyê şikandine.
Endamê BDP'ê yê navçeya Şehîtkamîlê Alî Aka, diyar kir ku dema şewat pêk hat çû pêş avahiya BDP'ê û dît ku nêzî 300-400 kes kom bûne û dirûşmeyên dijberî BDP'ê berz dikin. Aka, da zanîn ku dema îtfaiye hat agir vemrîne rastî astengiya komê hat û komê destûr neda ku şewata avahiyê vemrîne. Aka, da destnîşan kir ku piştî polîs hatin cihê bûyerê û şûnde polîsan kom dûr xist û îtfaiyê agirê avahiyê vemirand. Aka, bilêv kir ku hemû avahî şewitî û zerakek mezin pêk hatiye. Aka, bibîrxist ku piştî mudaxaleya îtfahiyê agirê avahiyê vemirî.
Serokê BDP'a Dîlokê Salîh Şahîn jî da zanîn ku avahiya BDP'ê ya Bajar jî rastî komek ulkucu hatine û hemû camê avahiya BDP'ê şikandine. Şahîn, da anîn ku ji ber ewlehiya wan tune nikarin biçin cihê bûyerê û li benda biryara navenda BDP'ê ne.
(mae)