Uludag: Hemû derî li me tên girtin
Endama Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê Uludag: Hemû derî li me tên girtin
Endama Koma Aştiyê Elîf Uludag ku li Girtîgeha Tîp M a Mîdyatê girtî ye û ji 16'ê Cotmehê de ketiye grereva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger nameyek şand û diyar kir ku ji bo siyaseta demokratîk û aştiyek mayinde wan serî li hemû rê û rêbazan da, lê hemû deri li wan hate girtin û êdî neçar man ku serî li vê rêya greva birçibûnê bidin. Uludag, diyar kir ku ew tenê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nehatin Tirkiyeyê û di heman demê de li ser banga hikûmeta AKP'ê jî ji bo aştiyê pêş bixin hatin Tirkiyeyê. Uludag, anî ziman dewletê li şûna rê li pêş wan veke ew bi girtinê ceza kirine û li tu welatên cîhanê qasitên aştiyê nehatine girtin.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk ku di 12'ê îlonê de dest pê kir û di 5'ê Mijdarê te bi tevlêbûna 10 hezar girtiyan ket merhaleyek nû, berdewam dike. Çalakiya grevê bi 10 hezar girtiyên PKK, PAJK û KCK'ê di roja 58'an de berdewam dike û rastî piştgiriyek mezin tê. Endama Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Elîf Uludag, der barê polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û armanca xwe de nameyek ji ajansa me DÎHA'yê re şand. Uludag ku li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê de girtî ye û ji 16'ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye, diyar kir ku wê berê li Tirkiyeyê di partiya siyasi de xebatên siyasetê dimeşand û ji ber ku riya siyasetê li pêş wê hate girtin tev li PKK'ê bû. Uludag, ku niha 2 lawê wê li nava PKK'ê ne, diyar kir ku di 19'ê Cotmeha 2009'an de li ser banga Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê ji Qandîl û Mexmûrê li gel qasitê Aştiyê hatin Tirkiyeyê. Uludag, anî ziman ku keç û xortên kurd bi berxwedana xwe ya li zindanan dîsa li zindanê dîrokê dinivîsin û wiha got: "Nêzî 40 salin li Tirkiyeyê şerek tê meşandin û di vê pêvajoya şer de her tim mirov hatin kuştin. Di dîroka cîhanê de di nava tu welatan de bi wasî gelê kurd ew qas înkar û îmha çênebûye. Di kîjan wîcdanî de 40 milyon mirov hatine înkarkirin û tune hatiye hesibandin. Em kurd ji bo heqîqetê û rastiyê vebêjin mû bu bi zimanê me ve hatin. Ji bo em hemûna xwe îspat bikin û xwe bidin qebûl kirin, me li diroka hemû cîhanê lêkolîn kir û ji destpêkad^rokê heta niha di nava hemû rûpelên dîrokê de lêkolîn kir. Lê me nekarîbû rastiya xwe û hebûna xwe bi pergala dewletê bide famkirin û qebûlkirin."
'Rojnameger, nivîskar û reşenbiran çavê xwe girtiye'
Uludag, di berdewama nameya xwe de anî ziman ku pir dilêş e ku kesên ji xwe re dibêjin rewşenbir, nivîskar, û rojnameger, li hemberî vê rastiyê bêdeng ker û lal dimînin û wiha lê zêde kir: "Yê dilêş kesên ji xwe re dibêjin rewşenbir, nivîskar, li hemberî vê rastiyê bêdeng in. Li welatekî wisa rastî tê înkarkirin, di van rojên wisa dîrokî de kesên ji xwe re dibêjn "Mirov" dema deng bidin denê me pir watedar e. Em dixwazin wan li cem xwe hîs bikin. Me her tim dît ku kurd hêsiran li ser goristanan dirijînin û êşê dikişînin. Me her tim dît ku kurd cenazeyên zarokên xwe pêşwazî dikin. Niha dîsa em nêzî pêvajoyek bi vî rengî ne. Disa ciwanên kurd ku bedena xwe dane ber mirinê, li hemberî zilm, zordarî û înarê bedena xwe dane ber mirinê û xwe li dijî mirinê kirine mertal. Kurd ji bo daxwazên xwe, ji bilî di zindanan de bedena xwe bidin ber mirinê rêçek din nabînin. Em dixawzin ji mirovan re bêjin tu rêyên lêgerîna çareseriyê li pêş me nehat niştin û hemû rêyên diçin çareseriyê û aştiyê li pêş me tên girtin. Ji bo em hebin ma lazim e em hêj çend bedelên din bidin. Navê her sewalekî gihayekî û warekî heye. Di dîroka cîhanê de civakên ku 15 hezar nivîsa wan heye welatê wan, nasnameya wan û mafê wan ji aliyê makeqanûna ve tên parastin û mîsogerkirin. Ev welatên ku di qada navneteyi de der barê kurdan ne nerînên xwe tînin ziman û biryarê didin, welatên kurd ku xwedî 40 mîlyon nifus in, nikarin der barê xwe de biryarê bistînin. Ma gelo kîjan aliyê vê yekê mirovahî ye? Bi dehsalan e ji kurdan de dibêjin hûn tirk in. Tu carî kurt nebûn tirk. Ma ger ku ev ne rastiye kijan rast e? Gelek çiqas bê înkarkirin bila bê înkarkirin ew rastî ji holê ranabe. Bi sedsalan dewletê kurd îkar kir û tune hesiband. Wekî ku tune be nêzîkî kurdan bûn. Ji bo kurdan asîmîle bike, perçe bike û tune bike her tişt kir. Em her tim bi êşê re mezin bûn û êş kirin heval û dostên me. Emrê me her tim li hemberî înkarê bi têkoşînê derbas bû.
'Tenê Brêz Ocalan bang me nekir'
Uludag, destnîşan kir ku ji bo rê li pêşiya çareseriya aştiyane û siyaseta demokratîk veke, li gel koma aştiyê hatin Tirkiyeyê. Uludag, destnişan kir ku 2 kurê wê di nava PKK'ê de li pey xwe hişt û hat û wiha berdewam kir: "Ger ku aştiyek dê pêk bê û beden û perçeyên me dê wekî hemû malbatên kurd ên di vî şerî de perçe bûne û belav bûne, bên ba hev, wê demê çiqas rîsk hebin, min jî ev ev rîsk dan ber çavan û ez hatim. Tenê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bang me nekir, di heman demê de rayedarên dewletê jî bang me kir. Li ser hevdîtinên zêde yên dewletê ez hatim vir. Dewleta ku di dîrokê de mînaka wê tune bang me kir, piştî ku em hatin Tirkiyeyê em girtin û avêtin nava çar dîwarên zindanan. Di demên borî de qasidên di nava dewletan de pira aştiyê ava dikirin gelek zêde bûn. Ji ber ku di wan deman de alav û amûrên ragihandinê tune bûn, qasid zêde bûn. Wê demê neheqî û mudaxaleya li hemberî qasidekî nedihat qebûlkirin. Êrîşa li dijî qasidekî aştiyê ji bo qiral û şahekî şerma mezin bû.
Gotinek pêşiyan heye dibêjin Zewalê nadin qasidan. Hezar salan berê jî rê û rêgezek şer hebû. Kesên îro behsa şaristanê dikin, bi kijan reng û rûyî behsa şaristaniyê dikin. Me niha ji bo dîsa rê li pêşiya aştî û muzakera vekin û deriyekî aştiyê vekin ji bilî vê rêçê wekî din rêçên din nedîtin. Kesên dibêjin ma çima serî li rêyên din nadin, ma gelo ji bilî vê rêyê kijan rê li pêş me hiştin. Min jî wekî hevalê xwe yên din bedena xwe da ber mirinê. Ez hevî dikim ku dewlet dê vê çalakiya min a herî demokratîk bibîne û daxwaza gelê kurd a herî demokratîk qebûl bike."
'Kijan aqil ji Rêberê Gel re dibêje tu çima nakeve nava çalakiyê'
Uludag, da zanîn ku ew bi zor û daxwaza tu kesî neketine çalakiya greva birçîbûnê û wiha lê zêde kir: "Em bi vîna xwe ya azad ketin greva birçîbûnê. Di rojên dawî de di çapemeniya tirk de dibêjin "Çima malbata Ocalan û Ocalan nakeve grevê? Çima BDP nakeve grevê? Ez dixazim bêjim di tu welat û dîroka cîhanê de rêbereki çalakiyek bi vî rengî pêk neanîye. Ez dixwazin ji Serokwezîrê Tirkiyeyê ku li çavê gelê xwe dinere dibêje "Çima Ocalan nakeve grevê" bipirsim. Bi fermana we bi hezaran leşker dikeve operasyonan û jiyana xwe ji dest didin. Hûn çima di nava şer de cih nagirin. Çima zarokên de di nava vî şerî de cih nagirin. Hûn bi kijan mafî vê pirsê dikin. Hûn bi çi armancê dibêjin çima Rêberê we nakeve nava vê çalakiyê. Rêberek, bi rêve dibe û dimeşîne. Nakeve nava van çalakiyan. Li gel ku ew qas mirin çê dibin jî dîsa em nabêjin çima Serokwezîr Erdogan naçe şer. "
'Berxewdana topyekun mezin bikin'
Uludag, da zanîn ku ger Brêz Ocalan ferman dabûya û di nava çalakiyê de cih negirta dikarîbûn ev pirs bikirana û wiha dawi li nameya xwe anî: "Lê îro ev çalakî me bi vîna xwe ya azad dest pê kiriye. Li aliyê din ji xwe ev çalakîe ji bo Azadiya Brêz Ocalan e. Ji bo ku em tecridê şermezar dikin û dawî li tecrîdê bê em vê çalakiyê pêk tinin. Ez wekî dayikekê û wekî endamek koma aştiyê bang li Serokwezîr Erdogan dikim: Dibe ku tu Serokwezîr be. Lê beriya wê tu bav e. Tu pir hindik êş û hesrata zarokan hîs dike. Em dibêjin 2 deqîqeyan destê xwe dîne ser wîjdanê xwe û bifikre. Çareserî ji her demê bêtir nêzîktir e. Em bang li hemû gelê xwe dikin û dibêjin berxwedanê mezin bikin û Em soza ku me daye şehîdên xwe ji bîr nekin."
DİHA