UNHCR: Zêdeyî 4 mîlyon koçberên Sûriyê li welatên cîran in
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Kar û Barê Koçberan a Navnetewî (UNHCR) di raproa xwe diyar kir ku hejmara koçberên Sûriyê yên li welatên cîran 4 mîlyon kes derbas kiriye. UNHCR, da zanîn ku 7 mîlyon û 600 hezar koçber li di hundirê Sûriyê de koçber bûne.
Serokê Rêxistina Kar û Barê Koçberan a Navnetewî (UNHCR) Antonio Guterres di raporekê de diyar kir hijmara koçberên ji ber şerê li Sûriyê koçî welatên cîranê Sûriyê kirin di sala 2015’an de gihiştiye 4 mîlyon û 270 hezar kesî. Guterres destnîşan kir ku koçberên Sûriyê ji ber rewşên şer, birçîbûn û her wekî din pêk hatiye û got ku hejmara koçberên Sûriyê li Tirkiyê gihiştiye mîlyonek û 800 hezara kesî, her wiha pirandiya koçberên Sûriyê li Lubnan, Misr, Urdin û Îraqê jiyan dikin.
Guterres, da zanîn ku di nava 4 salên dawî de 270 hezar Sûriyê îltîca li Ewropa xwestine û got: ˮLi van zêde jî 7 mîlyon û 600 hezar koçberên di hundirê Sûriyê de koçber bûne hene.ˮ
Guterres di daxuyaniya UNHCR de da znaîn ku 630 hezar koçberên Sûriyê li Urdin piraniya wan di bin rewşa biniya xizaniyê de jiyan dikin, li Lubnanê jî mîlyonek û 173 hezar koçberên Sûriyê hene nîvê wan wanî di bin xeta xizaniyê de jiyan dikin û debara xwe bi di navbera 3 û 3 dolaran dikin û cihê têde bi cih bibin nîne.
(dc)