1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. UNICEF: Yên zarokên Kurd revandine divê hesap bidin!
UNICEF: Yên zarokên Kurd revandine divê hesap bidin!,unicef,yên,zarokên,kurd,revandine,divê,hesap,bidin

UNICEF: Yên zarokên Kurd revandine divê hesap bidin!

A+ A-

ANF - NAVENDA NÛÇEYAN 02.07.2014 10:35:01 Piştî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) xwest, zarokên Kurd ên ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ve hatine revandin, bênb erdan. UNICEF'ê destnîşan kir ku yên sûcên bi vî rengî dikin divê hesap bidin."

DAIŞ ku bi sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer navê xwe li cîhanê belav kir, di 29'ê Gulanê de, piştî ezmûnên dawiya salê di dema vegera ji Helebê ber bi Kobanê de, 10 jê keç 153 xwendekarên Kurd revandin. Xwendekarên dibistana navîn, dema bi otobusê vedigeriyan Kobanê, li Minbic a di bin kontrola DAIŞ'ê de hatibûn revandin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, 10 jê keç 15 xwendekar serbest hatine berdan û 5 jî reviyane.

UNICEF'ê ragihand ku ew rewşa zarokên Kurd ên ji 14 heta 16 salî "bi fikareke mezin" dişopînin û got, "Mafên zarokan bi awayekî gelekî giran hatine binpêkirin." UNICEF'ê diyar kir ku yên sûcên bi vî rengî kirine divê hesap bidin û got, "Nayê fêmkirin ku çima zarok li tundiyên ewçend hovane re rû bi rû tên hiştin û zordarî li wan tê kirin ku tevli şer bibin."

HRW ya navenda wê li New Yorkê ye jî di daxuyaniya xwe de xwest ev zarokên Kurd tavilê bên berdan. HRW'ê got, "Du zarokên DAIŞ'ê ew revandin gotin ku zext li wan hat kirin ku dersên şerîatê û îdeolojiya cîhadê bibînin. Yek ji wan got ku DAIŞ'ê, li zarokên ne li gorî wan tevnegeriyane, xistiye."

HRW'ê da zanîn ku malbat bi fikarin ku zarokên wan bibin qada şer û got, "Di şerekî çekdarî de dîlgirtin, bikaranîn û biçekkirina zarokan yan jî wergirtina wan weke leşkeran, sûcê şer e."

HRW'ê di rapora xwe ya roja 23'ê Hezîranê de nerazîbûn nîşan da bû ku DAIŞ zarokan dixe nava leşkeriyê û bi tevlihevkirina ders û perwerdeya leşkerî re, wezîfeyên xetere yên êrîşên xwekujiyê dide zarokan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Sûriye ji bo zarokan yek ji cihê herî xetere yê cîhanê ye. Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe ya roja 18'ê Hezîranê weşand de diyar kiribû ku zarok li Sûriyeyê tevli şer û leşkeriyê tên kirin.