Varîlên dê ji bo DAIŞ'ê çûban li Akçakaleyê man
RIHA (DÎHA) - Tê gotin ku gelek varîlên tê de madeyên teqemeniyên yên dê ji bo çeteyên DAIŞ'ê re hatiban şandin ên li nêzî deriyê sînorê yê Akçakale piştî Girê Spî ji çeteyan hate rizgarkirin li nave kolanên Akçakaleyê man.
Piştî şervanên YPG/YPJ'ê kontrola deriyên sînor ên Qamîşlo-Cizîr, Dirbêspîyê-Şenyurt, Serêkaniyê binxet-Serêkaniya serxetê, Kobanê-Pirsus û Efrîn-Islahiye bidest xistin Tirkiyeyê bi temamî deriyên sînor girtin lê deriyê sînor ê Girê Spî û Akçakaleyê her tim ji bo çeteyên DAIŞ'ê vekirî hat hiştin û hemû piştgirî li vir dan çeteyan. Tê texmînkirin hecma bazirganiya di navbera Tirkiye û çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Akçakaleyê mehê 25-30 mîlyon dolar bû.
Tirafîka hatîn û û çûna van melzemeyan heya dengê çetên şervanên YPG û YPJ'ê yên di çarçoveya hamleya Fermandar Rûbar Qamîşlo de dan destpêkirin û di roja 38'emîn de li bajaroka Silukê hatin bihîstin heya 13'ê hezîranê berdewam kir. Di 13'ê hezîranê de rojnamegerên dixwazin trafîka hatin û çûna melzemeyên li deriyê sinor bi qemereyan bikşînin bi gefan hat astengkirin û li ber sînor bi sedan varîlên bi brandayê hatin kamuflekirin balkişandibûn. Di 14'ê hezîranê de nivek varîl kêm bibûn û tê texmînkirin ev varîl sewqî Girê Spî hatibûn kirin. Piştî Deriyê Sînor ê Akçakaleyê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate derxistin û ket destê YPG û YPJ'ê varîlên derbasî aliyê din nehatin kirin li Akçakaleyê man.
Varîlên li kolanan behsa wê tê kirin û nokteyekî din a nêzî seriyê sînor disekinin û tê texmînkirin tê de madeyên kîmyevî nene bê xwedî radiwestin. Têkidlarî varîlên her roj bi hezaran kes li ber derbas dibe heya niha tu karekî fermî nehatiye kirin.
(bd)