1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Vaye delîla ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê - FLASH
Vaye delîla ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê - FLASH,vaye,delîla,ku,tirkiye,destekê,dide,daiş,ê,flash

Vaye delîla ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê - FLASH

A+ A-

NAZIM DAŞTAN

DÎLOK (DÎHA) - Desteka ku Tirkiye dide çeteyên DAIŞ'ê bi dîmenan hat piştrastkirin. Li ser sînor leşkerên ku di destên wan de çek hene bi çeteyan re hevdîtinê dikin û xatir ji çeteyên ku biçin komkujiyê pêk bînin dixwazin.

Her tim di rojeva Tirkiye û navneteweyî de desteka ku Tirkiye dide çeteyan heye û vê carê ev destek bi dîmanan hat piştrastkirin. Li Kobanê bi dehan welatiyên ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bûbûn û ji ber li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê dihatin rawestandin jiyana xwe ji dest dan. Ligel vê yekê leşkerên tirk bi çeteyên DAIŞ'ê re tên dîtin.

Hevdîtina jidil a çete û leşkeran

Dîmenên ku ketin destên DÎHA'yê yên ku di 22'yê cotmeha 2014'an de li Girê Zorava hatine kişandin de 5 çete tên cihê ku wealtiyên Kobanê wesayîtên xwe li wir hiştine. Çete eşyayên wealtiyên yên ku kêrî wan nayên dişewitînin û Eşyayên din li wesayîtan dikin û dibin gundê Siftêkê. Dawiyê 2 çete cardin tên wir û bi 7 leşkerên ku ji wesayîta zirxî peya dibin re hevdîtinê dikin. Hevdîtia ku biqasî nîv seatê berdewam kir de leşker xatir ji çeteyan dixwazin û ji wri diçin. Nayê zanîn ku bê çete û leişker çi bi hev re peyivîn lê tişta ku tê zanîn ew çete ji bo komkujiyê berê xwe didin Kobanê û ji wir diçin.

(wk)