Vegera gund dest pê kir!
Vegera gund a li ser piyê zinar dest pê kir
A. VAHAP TAŞ Welatiyên gundê Eskara Pasûrê ya Amedê, di demsala buharê de pezên xwe dibin zozanan çêrandinê. Welatiyên ku di buhar û havînê de dema xwe li zozanan derbas dikin, bi hatina payizê re hêdî hêdî vedigerin gundên xwe Eskarê. Welatiyên ku ji zozanên bê ceyran û rê vedigerin, di xaçirêkên li ser piyên zinar û kendalan de dîmenên awarte li şopa xwe dilêhin.
Welatiyên gundê Eskara Pasûra Amedê her sal di demsala buharê de berê xwe didin zozanên bê ceyran û bê rê. Welatiyên ku demsala buhar û havînê li zozanên bilind derbas dikin, bi nêzîkbûna demsala payisê re dîsa li gundê xwe Eskarê vedigerin. Rêwitiya welatiyan a ku hin caran 4 rojan berdewam dike, di xaçirêk û peyarêyan de li ser pîyên zinar û kendalên çiyayên bilind dîmen û şopek awarte li pey xwe dilêlin. Îsal jî welatiyên ku ji bo çêrê di demsala buharê berê xwe dan zozanên Pasûrê ku bilindahiya wî heta 3 hezar metre bilind dibe û ceyran û rêya wê tune, hêdî hêdî dest bi vegerae gund kirin. Hin welatî li gundê xwe Eskarê vegeriyan, hin gundî jî di rêya vegerê dene. Ji ber ku rê tune û tenê xaçirêk hene, welatî di çûn û hatinê de pir zor û zahmetiyan dijîn. Welatiyên rêya rojekê hin, caran 2 rojan û hin caran jî heta 4 rojan dimeşin. Rêya ku newal û zinar e welatiyan gelek caran pir dixe zorê. Welatiyên ku dest bi rêwitiyek dûr û dirêj dikin serê sibehê saet di 04.00'an de dest bi amadekariyan dikin. Welatîe alav û amûrên xwe hemûyan dixin telîs û ferdan. Pişt re yek bi yek barê xwe li ser pişta hesap dikin û baş girêdidin. Ji bo ku bêde barê wan neqelibe bi ahengsaziyek baş bar dikin. Ji ber ku rê nêzî 20 kîlometre dirêj e rê nêzî 4-5 saen didome.
Kaçirêkan bikar tînin
Rêya ku bi kevir û li ser piyê sinar û latan dirêj dibe, gelek caran mirovan dixe nava tirsek mezin. Lê li gel van latên bilind û xaçirêkên zirav, hespên ku barê wan giran jî dîsa bê tirs rêya xwe bedewam dikin. Hespên ku hînî van xaçirêkan bûne, bêyî westan û rawestan meşa xwe didomînin. Karwanê hespan ku barê giran didin ser pişta xwe û di nava zirar û latên bilind re dikevin kaçirêkan dîmenên rengîn li pey xwe dihêlin.
Welatiyên ku di van rêçên zirav û talûke re derbas dibin, piştî ku xwe digînin zozanên bilind bêhnek mezin distînin û dest bi jiyana zozanan dikin. Di vegerê de jî ji bo zivistanê amade ne.
(mae)