Veguherîn
“Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”
Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e giyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di nava civaka xebatê ya ku dişibe baregehên xebatê de ye, hêmaya derasayî ya ku deriyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetiya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve aniye?
Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahiyê û di nava ‘hemû berhem’an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdiyeke ku serfiraziya Kurdî ye.