´Vekişîn bi rêbazên derqanûnî ne pêkan e´
Karayilan:Vekişîn bi rêbazên derqanûnî nepêkane
Nivîskar Hasan Cemal ku ji rojnameya Mîlliyetê veqetiya, bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re hevdîtin kir. Karayilan da zanîn ku, ji bo vekişînê çarçoveya qanûnî şerte û da zanîn ku, ji bo di eniya xwe de pêvajoya îqnakirinê de ‘tevlibûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xeta Îmrali-Qendîlê vekirî bê xebitandin gelek girînge.’
Di hevpeyvîna ku ji Rojnameya Înterenet a serbixwe ya T24 de Karayilan, daxwaz kir ku di mijara vekişînê de divê Meclis biryarê bigire. Karayilan diyar kir ku, ew niha ji bo vekişînê daxwaza çarçoveyeke qanûnî dikin.
Karayilan got ku, divê di eniya wan de jî pêvajoya îqnakirinê pêk were û got ji bo vê jî divê xeta Îmrali-Qendîlê vekirîbe û lezgîn bixebite.
Karayilan diyar kir ku, wisa ne hêsane ku têkoşîna çekdarî bi giştî dawî be û got: “Di mijarên girtiyên KCK, bendava hilbijartinê, kuştinên kiryar nediyar, komkujiya Roboskê de hewcedarî bi pajiya rê heye.”
Hinek beş ji hevpeyvîna Hasan Cemal
AGIRBEST Û VEKIŞÎN
-Agirbest divê du alî be. Lê hêvîdarim dê du alî be. Vê rastiyê her kes dizane. Ji bo ev pêvajo pratîk bibe tiştên ku divê hikûmet û meclis bike hene. Di rewşa ku dewleta tirk erênî nêzîk bibe de, em jî ji bo çareseriya pirsgirêkê dikarin çekan ji dewrê derxin.
Dema em vê mijarê digirin, em ji tecrubeyên berê dersan derdixin. Me 8 caran agirbest îlan kir. Di 1999’an de vekişîn dest pê kir. Ev tecrubeyên bi êş bûn. Ji ber vê yekê divê mijara vekişînê êdî ne wisa be. Destpêkê divê zemîna qanûnî bê avakirin. Ji Derya Reş, Erzirom, Dêrsimê çek dê derketin. Ev ne hêsane. Biryara hikûmetê pêwiste. Biryarek wisa ewlehiyê, ji bo hêzên me wendahiya can nejî, ev ewlehiye.
PÊWISTÎ BI BIRYARA MECLISÊ HEYE
-Du noqte hene. Pirsgirêka 100 salan a Tirkiyeyê çareser dibe. Ev jî bi rêbazên derveyê qanûnî ne mumkune. Niha ev proje li ser Rêber Apo tê meşandin. Kî hevdîtinan dike? Musteşarê MÎT.. Lê berê ji ber hevdîtinan der barê musteşarê MÎT’ê Emre Tane û Hakan Fîdan de daraz ket nava liv û tevgerê. Ji ber vê zemîna qanûnî girînge. Hewcedarî bi biryara Meclisê heye. Di 1921’ê de di serhildana koçgirî de Meclisê biryar girt, komisyonek hat avakirin, serhildan wisa dawî bû. Îro şert û merc cûdane. Serhildana 30 salan heye. Hewcedarî bi biryraên qanûnî yên parlamentoyê heye. Ger samimiyet û cidîbûn hebe divê ev pêngav bê avêtin. Erdogan di 22’ê Adarê de got; hewcedarî bi meclisê nîne, em wek hikûmet dê bikin’ ev çarçove kême. Lê divê TBMM biryarê bigire. Ji bo pirsgirêkên bi rêbazên diyalog ya aştiya ne çareser bibe divê komîsyonek pêvajoyê bişopîne.
NOKTEYA YEKEMÎN ÇARÇOVEYA QANÛNIYE
-Tiştên me berê digot, me li aliyekê hişt. Qe nebe bila Meclis biryar bide… pêşdarazên der barê pêvajoyê de hêj hene. Bi mere jî pêşdaraz hene.. lê men ava xwe de nîqaş kir. Ji bo çareseriyê divê mirov ji pêşdaraza xwe rizgar bikin. Ji kerema xwe bila hikûmet pêngavê bavêje. Niha ji bo vekişîna derveyê sînor daxwaza me ya çarçoveya qanûnî heye.
JI VEKIŞÎN BI TENDURIST BE DIVÊ OCALAN TEVLÎ BIBE
-Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê Serok Apo tevli pêvajoyê bibe. di vê mijarê de gotina xwe got, lê çarçoveyek berfireh dibêje. Niha ji bo vekişînê îqnakirina hemû hêzan bi tena serê xwe pirsgirêke. Ji vî alî de divê xeta Îmralî-Qendîlê vekirîbe. Divê navberê de hewcedarî bi heyeteke kesên dizane ya ji 30 kesî pêk tê divê pêvajoyê bişopîne.
-Em çiqas lezgîn tevbigerin jî li gorî me vekişîn heta Payizê dê bidome. Di mijara vekişînê de îqna pêwiste. Amadekariya rêxistibûnê hewceye. Piştre pêngav bi pêngav dê îqna bikeve dewrê.
BIDAWÎKIRINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ WISA NE HÊSANE
-Niha tiştê ku dikeve ser milê hikûmetê amadekirina zemîna qanûniye. Hikûmet vê mijara vekişînê hêsan dibîne. Ev wisa ne hêsane. Kesan jiyana xwe daye holê, derketine çiyê. Niha jî ji bo vekişîna wan îqna girînge. Ji bo bi giştî bi dawîkirina çekdarî wisa ne hêsane.
JI ERDOGAN Û GUL BANG
-Di vê dema nû de pirsgirêkê dê êdî bi rêbazên demokrastîk û siyasî bê çareserkirin. Lê ji bo em bên vê demê hinek esasên divê bên kirin hene. Ev rewş nêzîkatiya aliyan ya heyîn ne, nêzîkatiyeke cidî û samîmî ferz dike. Divê her kes bizane; pisgirêkek 100 salî tê çareserkirin, di têkiliyên kurd û tirkan de pêvajoyek nû dest pê dike. Ev jib o hemû kurdan û gelê Rojhilata Navîn girînge. Kesên vê pirsgirêkê çareser bike dê navê xwe li dîrokê binivîsinin. Ev çiqas ji bo Rêber Apo mîsyonek dîrokî be, Birêz Erdogan jî wisa ye. Em bi taybet dixwazimku serokwezîr û serokomar bi samimiyet li vê binêrin û berpirsyariya xwe bînin cih.
HEWCEDARÎ BI MAKEQANÛNÊ HEYE
-Teqez hewcedarî bi makeqanûnek nû heye. Jib o demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd hewcedarî bi makeqanûnek nû heye.
-Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrastiyê wek goşt û neynûkêye. Çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya pirsgirêka demokratîke. Em perspektîfeke ku hemû nasnameyan nas dike, erênî dibînin. Di makeqanûna nû de bo me sê tişt girînge. Têgeha nû ya welatîbûnê… têgeha nasnameyê… Nasandina netewa tirk…
JI BO NORMALBÛNÊ PAQIJIYA RÊ GIRÎNGE
-Destberdana çekan dibe ku demê bigire, dibe ku dema kurte jî pêk were. Di vê mijarê de paqijiya rê hewceye. Mînak girtiyên KCK’ê wek xençerekê ye. Destpêkê divê ev xençer bê kişandin. Niha Erdogan dibêje werin çekan deynin, siyasetê bikin. Belê ev xweşe lê, îro kesên di girtîgehan de cezayan digirin. Lê tê zanîn ku tu eleqeya wan bi şîdetê tune. Bi vê qanûnê divê ev bê çareser kirin. Her wiha divê di benda hilbijartinê ya ji sedî 10, di qanûna têkoşîna bi terorê re, qanûna partiyên siyasî de divê pajiyeke bê kirin.”