1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Vekişîna gerîla ya sala 1999’an
Vekişîna gerîla ya sala 1999’an,vekişîna,gerîla,ya,sala,1999,an

Vekişîna gerîla ya sala 1999’an

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû çav veguherîn ser vekişandina gerîlayên azadiyê

A+ A-

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newroza dîrokî ya Amedê hat ragihandin de hemû çav veguherîn ser vekişandina gerîlayên azadiyê. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abbdullah Ocalan Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da û agirbest îlan kir

Piştî peyama dîrokî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 21’ê Adarê de li Newrozê Amedê hat xwendin de Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan di 23’yê adarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku wan ji 23’yê adarê ve agirbest îlankirine. KCK’ê di daxuyaniyê de agirbestên ku berê hatine kirin û vekişîna gerîlayan a di sala 1999’an de jî bibîrxist û diyar kir ji bo vekişînê sererastirina qanûnî divê

DIVÊ QANÛNEK BÊ DERXISTIN

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan vekişîna gerîlayan a di sala 1999’an de bibîrxist û ev tişt got: “Dema hêzên me di sala 1999’an de vekişiyan her tim ketin kemîna artêşa tirk a dagirker. Hemû hevalên me li cihekî hatin dorpêçkirin. A duyemîn jî ew e ku tu kes li gerîlayan xwedî derneket. Gerîla hemû li nava rastê man. Di nav 5 salan de tu guleyek neteqiya bivê yekê re jî tu gavek ji bo çareseriyê nehat avêtin. Ji ber vê yekê ji bo vekişîna hêzên me divê rayedarên tirk qanûnekê çêbikin. Encax em dikarin wiha hêzê xwe bikşînin.”

Karayilan destnîşan kir ku di dema vekişîna 99’an de, li gelek eyaletan vekişîn bi mehan hat kirin û wiha got: “Ji ber ku hêzên gerîlayan nexwestin pêvajo sabote bibe her tim di liv û tevgera agirbestê de bûn. Lê belê di rêwîtiya vekişînê de gelek caran rastî operasyonên leşkerî a artêşa tirk hatin. Di van operasyonan de her tim hêzên me ketin kemîneya artêşa tirk û bi sedan hevalên me şehîd hatin xistin.” Gerîlayên ku rêwîtiya wê demê jiyane nêrînên xwe wiha tînin ziman;

Çeko Şîmal: Biryara vekişînê ji me re bi civîneke fermî hat ragihandin. Wê demê ez di hêza Çemîşgezekê de bûm. Em hêzeke ku bi şer Tevgera Azadiyê naskirîbûn û hêza şer a herêmê bûn. Piştî biryarê me ji bo vekişînê amadekarî dikir û ji aliyek din jî me nîqaş dikirin. Sererastkirina rê hatibû kirin û li gorî sererastkirinê dê hemû hêza me biçûna Eyaleta Amedê. Piştî sererastkirinê, riya di navbera Dêrsimê û Erziromê me du rojan li ber xwe dida lê belê bi vê sereraskirinê re operasyonên leşkerî jî destpêkirin. Dema hêza me gihîşt Pilurê tabura leşkerî ya Karaoglan, Fermandariya Pilurê, Fermandariya Şilyazê û Qerekola Turnuvayê li hemberî me ketin nav liv û tevgerê. Agahiya ku hêza me di wir de derbas be ji wan re hatibû gotin û wan dixwest riya aliyê Rojhilatê bigirin. Riya di aliyê Rojhilat de bi sînordar bû.

KEMÎNÊN LEŞKERÊN TIRK

Araziya wê ji bo gerîla gelek kêrhatîbû, lê di aliyê çûndina Rojhilat de rê sînordar bû. Ji ber ku rê ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin kesê ku bixwesta wan riyan derbas bike divê li dora eyaletê tev bigeriya. Ji ber ku di nava araziyê de hejmara leşkeran zêde bû her tim kemîn li dijî hêza me pêk dianîn. Lê belê li hemberî van kemînan hêza me di nav du hefteyan de gihîşt biryargeha Rojhilat. Dema em gihîştin biryargeha Rojhilat, em bi heval Kemal Zap re axivîn.

Hêza me dema di Eyaleta Erziromê re derbas bû qet neket kemîna artêşa tirk. Gihîşt Eyaleta Amedê. Me çemê Muradê derbas kir. Her tim em di diketin kemîna leşkeran û her tim me ji kemîneya leşkeran xwe rizgar dikir. Yanî heta em gihîştin cihê xwe, em rastî gelek operasyon û kemînên artêşa tirk hatin. Ji ber wê jî ji Eyaleta Dêrsimê a Çemîşgezekê heta gihîştina Başûr 4 meh û nîvan me li ber xwe da. Dema em gihîştin kampa Şehîd Remzî di roja diduyan de operasyonek li hemberî me hat lidarxistin. Di dema operasyonê de herî pêşî balafir hatin herêmê, piştre kobra gule barandin û herî dawî jî helîkopterên skorsky leşker datanîtin herêmê. Dema operasyonê dest pê kir ji ber ku em di pozîsyona agirbestê de bûn me xwe da quntarê çiyayê Şehîd Remzî û em bi dijmin re qet neketin temasekê.

XETA HEZO Û QÛBÎNÊ

Di pey kampa Şehîd Remzî re divê me xwe bigihandana Mava yê. Lê belê beriya wê divê em di Hezoya Êlihê re derbas bûbûna, di deştê re derbas bûbûna û di Qûbînê ya Êlihê re derbas bûbûna. Hêza me di deştê de bi leşkerên tirk re temas kir û ket ber kameraya termal a tanqê. Piştî ku leşkerê li ser tanqê hêza me ferq kirin hevalekî me peywirdar kir ku gule bireşîne ser tanqê û me xwest ku bivê yekê em hêza xwe ji deştê derbixin. Ji ber operasyonê hêza me neçar ma ku di riyeke şaş re biçe û bivê yekê re hêza me 3-4 roj di navbera xeta Hezo û Qûbînê de ma. Xeta Hezo û Qûbînê ji xwe wekî tê zanîn hemû deşt e. Ji ber ku dijmin riya vekişînê dizanibû giraniya hêza xwe hemû dabû ser riya vekişînê. Hêza me di kîjan alî de diçû rastî kemîna tanqan dihat. Dema tarî ket me xwest ku em ji cihê lê diman derkevin û me xwest ku em derbasî Mava’yê bibin. Di berbanga sibê de em gihîştin ava mezin.

GIRÊDAYÎNA LI HEMBERÎ ROJÊ

Ji Dêrsimê heta gihîştina Mavayê 2 meh û nîv derbas bûn. Lê belê mirov dikare vê riyê bi meşê herî zêde di nav 20 rojan de bigihîje. Hêza me ji Eyaleta Dêrsimê bi rê ketibû di her qadên Eyaletên Bakur de geriyabû. Di dema gerê de xweşikbûna xwezayê û herêmên gerîlayan me hemû dîtin. Ji ber ku dijmin kemîn li hemberî me lidardixist em neçar diman ku li van deran mêze bikin. Bi van operasyon û kemînan em herî dawî gihîştin Başûr. Bivê yekê re çi dibe bila bibe lê dîsa jî me girêdayîna xwe a li hemberî Serokê xwe da nîşandan û da îsbatkirin... (Dê bidome)