1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. VI. Rojên Fîlmên Kurd ên Frankfûrtê sibê destpê dikin
VI. Rojên Fîlmên Kurd ên Frankfûrtê sibê destpê dikin,vi,rojên,fîlmên,kurd,ên,frankfûrtê,sibê,destpê,dikin

VI. Rojên Fîlmên Kurd ên Frankfûrtê sibê destpê dikin

A+ A-

FRANKFÛRT 06.11.2013 07:32:21 Li bajarê Elmanya Frankfurtê Rojên Fîlmên Kurd ên her sal tên li darxistin, îsal cara 6. pêk tên. Di vê çarçoveyê de wê sibê gelek fîlm werin nîşandan. Yek ji endamên komîteya amadekar berdevka Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Cansû Karayel diyar kir ku ew dixwazin fîlmên Kurd nîşanî temaşevanên li Ewropayê bidin.

Rojên Fîlmên Kurd ku hersal ji aliyê YXK’ê ve li bajarên cuda yên Elmanya tê li darxistin yek jî li bajarê Frankfûrtê pêk tê. 6. Rojên Fîlmên Kurd ên Frankfûrtê îsal di navbera 7-9’ê Mijdarê de ji bo bîranîna Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo şoreşa Rojava tê lidarxistin.. Di rojên filman de gelek filmên dirêj, metrajên kurt û dokûmanter ku dê werin nîşandan. Berdevka YXK'ê Cansû Karayel der barê rojên fîlman de agahî da û diyar kir ku çanda kurdî yek ji qezencên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye û got: “Kurd ku ji aliyê 4 dewletan ve hatine perçekirin, çand û nasnama xwe di tevahiya dîrokê de bi qedexeyan jiyane. Lê bi têkoşîna 35 salên dawî re ev qedexe hatine qetandin. Kurd di gelek aliyan de bûne sazî. Çand û huner di destpêka van qezencan de cih digire. Di salên dawî de bi teybetî di warê sînemayê de pêşketinên mezin çêkirine. Filmên ku li ser êşên gelê me hatine kişandin rastî pêwendiyeke hatin û li qada navneteweyî bandoreke mezin çêkirin. Em weke xwendekarên Kurdistanî ev fîlmên ku hatine kişandin, dixwazin nîşan bidin. Li vir hem derhêner filmê xwe nîşanî temaşevanan dide hem jî çanda me bi Ewrûpiyan dide nasîn.”

Bernameya 6. Rojên Fîlmên Kurd ên Frakfûrtê de dikare li ser navnîşana www.yxkonline were şopandin.