Vê zivistanê jî li derve man!.
Mexdurên erdhejê disa dê zivistanê li derve derbas bikin
ARÎF ASLAN Piştî 2 erdhejên par li Wanê pêk hatin hikûmetê weke çareseriya pirsgirêkan TOKÎ'yên hêj nehatin xelaskirin teslîmî welatiyan kir. Malên li gorî sozên dayîn, gelek dereng hatin teslîmkirin hêj şebekeya avê û ceyranê nehatiye kêşandin. Ev yek jî nîşaneya welatî dîsa dê zivistanê di konteynerin de derbas bikin.
Li Wanê di 23'yê cotmeh û 9'ê mijdara 2011'an de du erdhejên mezin pêk hatin û di erdhejan de 644 welatiyan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran welatî jî bêmal man. Welatiyên par di kon, konteyner û bareqeyan de di nava şertên gelek dijwar de zivistan derbaskirin, sozên hikûmetê ji welatiyan re dayîn nehatin bicih. TOKÎ'yên ji bo çareseriyê ji welatiyan re hatin pêşkêşkirin bi dawî nabin. Malê bihayê wan gelek giran difiroşin welatiyan û bi tevlîbûna Serokwezîr Erdogan bi merasîmekî teslîmî welatiyan hatin kirin hêj çêkirina wan bi dawî nebûye. Malên di salvegera erdhejê de çêkirina wan xelasnebûyî welatiyên li benda malan gumana dîsa dê derve bimînin dijîn. Ligel mifteyên malan hatin teslîmkirin welatî ji ber şebekeya avê û ceyrana malan nehatiye çêkirin welatî nikarin biçin malên xwe.
Li malan av û ceran tuneye
Welatiyê bi navê Taner Îdîl ê ku di erdhejê de mala wî hilweşiya diyar kir ku di qureya hate kêşandin de ji wî re li TOKÎ'yên Atemêtanê mal jî wî re derket. Îdîl, anî ziman ku ji naçveya Bêgirî bi keyfxweşî alavên malê birin mala xwe ya nû û lê piştî mal dît şoq bû. Îdîl, da zanîn ku li malê av û ceyran tuneye. Îdîl, bilêv kir ku ji wan re di 23'ê mijdarê de dê mal bên teslîmkirin lê gelek dereng mal teslîmî wan hate kirin.
Mexdurê TOKÎ'yê Îbrahîm Kerem jî diyar kir ku ji wî re li TOKÎ'yên Artemêtanê mal derket lê ji ber çêkirina malan bi dawî nebûye nikarin biçin malê. Kerem, anî ziman ku ji wan re hate gotin ku incax kêmasiyên malê di mehên çile û sibata 2013'an xelas bibe. Kerem da zanîn ku ew dê vê zivistanê jî di konteyneran de derbas bikin. Kerem, bilêv kir ku çapemeniya alîgiriya hikûmetê dike her tiştî xweşîk nîşan dide û propagandeya hikûmetê dikin.
(bd/mae)