1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Vîna gel wê destûrê nede qeyûm
Vîna gel wê destûrê nede qeyûm,vîna,gel,wê,destûrê,nede,qeyûm

Vîna gel wê destûrê nede qeyûm

A+ A-

STENBOL - ZEYNEP KÛRAY Deger û Tekîner dan xuyakirin, ku der barê erkdarkirina qeyûm de hê tiştek ji wan re nehatiye ragihandin û gotin, bi nûçeyên bi vî rengî re hewl didin atmosferê amade bikin.

Cîgira Hevşaredara Farqînê ya DBP'yî Tekîner Zûhal Tekîner da zanîn, ku hê bi awayekî fermî ji wan re nehatiye gotin, qeyûm hatiye erkdarkirin û got, "Bi nûçeyên bi vî rengî ve hem dixwazin nerazîbûna gel bibînin bê di çi astê de ye, hem jî gel hînî vê bêhiqûqiyê dikin." Tekîner da xuyakirin, ku erkdarkirina qeyûm wê rê li ber nerazîbûneke mezin veke û gel wê li ber her darbeya li dijî nûnerên xwe, rabe.

TEKÎNER: QEYÛM DARBEYEK LI NÛNERÊN GEL ÊN HATINE HILBIJARTIN E'

Tekîner diyar kir, dewlet hewl dide ji bo erkdarkirina qeyûman hincetan bafirîne û nerazîbûn nîşanî sûcdariya 'alîkariya ji bo terorê' ya di vî warî de li wan tê kirin, da. Tekîner got, "Têkildarî vê hincetê, heta niha şaredariyên me ne ketine ber lêpirsînê û ti doz nehatine vekirin. Lewma nabe ku hikûmet bi vê hincetê qeyûm bişîne. Eger bi vî rengî bike, wê ev li derveyî qanûnê be."

Tekîner anî ziman, ku ew li ser karê xwe ne, ew ê karê xwe bidomînin û destnîşan kir, ew ê erkdarkirina qeyûm qebûl nekin. Tekîner got, "Çawa ku di 15'ê Tîrmehê de helwest li hemberî hewldana darbeyê hat nîşandan û vîneke din li ser vîna nûnerên gel ên hatine hilbijartin nehat qebûlkirin, ev hewldana darbeye ya li dijî şaredariyên ku ji sedî 80 ê dengê gel standiye, ne ya qebûlkirinê ye. Kes nikare bi vî rengî gel ceza bike."

DEGER: EM Ê ERKA XWE RADESTÎ QEYÛM NEKIN

Hevşaredara Sûrê Azîze Deger a DBP'yî jî da xuyakirin, ku li ser mijarê ti teblîat ji wan re nehatiye kirin. Deger diyar kir, dema wan nûçeyên li Ajansa Anadolû û Ajansa Nûçeyan a Doganê bihîst, matmayî man û got, "Em matmayî ne. Ji ber ku ji cihên fermî hê tiştek ji me re nehatiye ragihandin."

Deger da xuyakirin, ku bi nûçeyên bi vî rengî hewl tê dayîn atmosferek were afirandin û destnîşan kir, destwerdana li vîna gel ne ya qebûlkirinê ye. Deger ragihand, ew ê destwerdaneke bi vî rengî nas nekin û got, "Em vîna hatiye hilbijartin in. Ez vê nêzîkatiyê bi ti rengî rast nabînim. Em li ser karê xwe ne û em ê erka xwe radestî qeyûm nekin."