Vîrusa sîxur Careto û The Mask ji 31 welatî agahî girtiye
Navenda Nûçeyan 11.02.2014 07:38:20 Li seranserê cîhanê li bûyerên sîxuriya sîber yek din jî zêde bû. Vîrusa sîxuriya Sîber ya ku tê gotin ji aliyê korsanên ku tê texmîn kirin bi Ispanyolî diaxivin û ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin, li 31 welatî agahiyên 380 saziyan bidestxistiye.
Lêkolînerê girêdayê Kaspersky Lab ya ku şîrketa bernameyê antî-vîrusê ye, diyar kirin ku bi vîrusên ku bi navên wek ‘The Mask’ û ‘Careto’ tên zanîn bi hikûmetên 31 welatî re ji şîrketan agahî belavkirine. Vîrusa ku tê texmîn kirin ji sala 2007’an heta niha tê bikaranîn, tê îdia kirin ku bi armanca sîxuriya sîber hatiye amadekirin û derbasî telefonên berik û tabletan jî bûye.
Li gorî danezaneke çapemeniyê ya ku ji aliyê Kasperky ve hatiye weşandin, bernameya vîrusê ji aliyê kesekî ku bi Ispanyolî diaxive hatiye amadekirin. Li gorî îdiayê, kesên ev vîrûsa sîxuriyê kiriye jiyanê li ser navê dewletê dixebite.
HIKÛMET, DÎPLOMASÎ Û ŞÎRKET DI HEDEFÊ DE NE
Di nava hedefên sîxuriya vîrusê de hikûmet, nûnerên mîsyona dîplomatîk, şîrketên enerjiyê, saziyên lêkolînê, şîrketên malî yên taybet û mîlîtanên partiya siyasî hene. Li gorî Kaspersky Lab, ev ji bo amûrên veguhestin yên kesan û saziyan bûye felaketek. Li gorî vê amûrên ku vîrusa Careto derbas bibûyê hemû kanalên veguhestinê dibîne û hemû agahiyên di nav de dikare berhev bike.
ANCAX DEWLET DIKARIN XEBATEK WISA BIKIN
Pisporekî Kasperky, Costin Raîu ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku konseptorên vîrusa sîxur gelek pispore û ji ber ku heta niha veşarî maye ez wisa difikirim ku ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin.