1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Walî amadekariya mudaxaleya girtîgehan dike gelo?
Walî amadekariya mudaxaleya girtîgehan dike gelo?,walî,amadekariya,mudaxaleya,girtîgehan,dike,gelo

Walî amadekariya mudaxaleya girtîgehan dike gelo?

Walîtiya Amedê bi giştînameyekê li girtîgehan dest bi tatbîkatê kir.

A+ A-

Hate zanîn ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê di qatê 2'emîn de 50 doşek hatin valakirin.

Piştî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan der barê çalakgerên greva birçîbûnê ku di roja 64'an de berdewam dike got "Ger ku pêwiste em dê mudaxale bikin" Waliyê Amedê giştînameyek şand girtîgehan û tatbîkat pek anî. Di roja ku tatbîkat hate kirin de ji bo tatbikatê Serwîsa Lezgîn a 112'an hate peyvirdarkrin. Li aliyê din li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê di qatê 2'emîn de 50 doşek hatin valakirin.

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, jî anî ziman ku têkildarî mudaxaleyê de perwerdehî dane xebatkarên serwîza lezgîn ya 112'an. Teker, anî ziman ku ew rewşa awarte ya li Amedê asayî nabînin û dê mudaxaleyê wekî komkujiyê binirxînin. Teker, da zanîn ku dê li hemberî geşedanên neyînî helwestek pir hişk nîşan bidin.

DİHA