1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Walî ji ber milyonan destûr neda!..
Walî ji ber milyonan destûr neda!..,walî,ji,ber,milyonan,destûr,neda

Walî ji ber milyonan destûr neda!..

Waliyê Amedê ji ber dît ku dê mîlyonek mirov kom bibe mîtîng qedexe kir

A+ A-

Waliyê Amedê Mustafa Toprak, diyar kir ku ji ber dê li Amedê milyonek mirov kom bûbûya mîtînga 14'ê Tîrmehê qedexe kirin. Walî Toprak daxuyanî da rojnameya Akşamê û wiha got: "Ger ku bêjin em dê bi milyonek kes daxuyaniyê bidin çapemeniyê em dê çawa destûr bidin. Walî Toprak, bêyî ku tundiya polîsan a bi copan li ser jin, zarok, kal û pîran meşand bibîne ji bo hemû polîsan spasiyên xwe anîn ziman. Walî parast ku polîsan bi kontrol mudaxale kiriye.

BPP'ê û KCD'ê bi dirûşmeya "Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" xwestin di 14'ê Tîrmehê de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîtîngê pêk bînin. Lê Walîtiyê destûr neda ku BDP û KCK mîtîngê pêk bînin. Lê BDP'ê û KCD'ê jî anin ziman ku ev mafê wan ê demokratîk û azgonî ye û hewl dan du di 14'ê Tîrmehê de li qada Îstasyonê bi tevlêbûna 100 hezaran kesan ve mîtîngê pêk bînin. Ji ber ku Walîtiyê destûr neda, ferma da polîsan ku mudaxale bikin. Der barê mudaxaleya polîsan û mîtîngê de Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî da Rojnameya Akşamê. Walî di daxuyaniyê de li rastiya xwe bikur hat û wiha got: "Em nikarin rabin destûr bidin mîtînga ku milyonek kes tev lê bibe. Ger ku bêjin em dê bi milyonek daxuyaniyê bidin çapemeniyê em nikarin destûr bidin. Li Îzmîr, Bûrsa, Riha û gelek bajarên din polîs çûn Rêxistinên BDP'ê û diyar kirin ku teqez biryara Wezîrê Karên hundir heye ku çûyîna mîtînga Amedê qedexe ye. Ballêk e li gel vê yekê Walî got "Min rayeya xwe bikar anî û destûr neda.

Walî qaşo ji bo Bûldan xemgîn bû

Walî di daxuyaniya xwe de wekî ku ji bo Parlementera BDP'ê ya Îdîrê Pervûn Buldan xemgîn bûbe axivî û wiha got: "Ez ji bo Buldan xemgîn bûm. Li gel biryara qedexebûnê çi karê Parlenmenter li wir heye. Ma parlementer çalakvan in?

Walî destûr dabû Newrozê

Walî Toprak, di daxuyaniyê de anî ziman ku ger ji bo 15'ê Tîrmehê serî lê bidana belkî destûr bidana. Balkêş e Walî ji bo Newroza ku li gel hemû astengî u qedexeyan bi 100 hezaran kurd xwe gîhand qada Newrozê û Newroz pîroz kirin destûr dabû, lê Wezîrê Karên Hundir qedexe kiribû. Lê niha ji bo mîtîngê balkêş e destûr neda. Walî têkildaRî vê yekê jî wiha got: "Me di Newrozê de destûr neda xwepêşandanan. Li gel qedexeyê gotin em dê çêkin. Ji bo ku bûyer mezin nebin me dengê xwe nekir. Me got cejna Newrozê ye dikarin biçin qadê. Lê ji bo mîtînga niha rabin bêjin em dê milyonek kes kom bikin em dê çawa destûr bidin. Ez li Amedê nûnertiya 1 milyon û 600 hezar mirov dikim. Ez nikarim destûr bidim." Walî li şûna tundiya polîsan a li dijî welatiyan rexne bike spasî da polîsan.

(mae)