Walî li xwe mikur hat: DAIŞ li aliyê Tirkiyeyê ne - FLASH
A+
A-
RIHA (DÎHA) - Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk li xwe mikur hat ku çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Tirkiyeyê ne û ji vir êrîşî Kobanê dikin.
Serê sibê seat di 05.00'an de wesayîta bombebarkirî ya tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bû teqiyabû. Li gorî agahiyên ji rayedarên YPG'ê hatin girtin wesayîtî ayîdî çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî teqandin pevçûnên dijwar dest pê kirin.
Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Ayhan piştî vê yekê bi Waliyê Rihayê Îzettîn Kuçuk re hevdîtin pêk anî. Waliyê Rihayê Kuçuk di hevdîtinê de li xwe mikur hat ku çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Tirkiyeyê ne û ji vir êrîşî Kobanê dikin.
(wk)
Bêjeyên Miftehî walî,li,xwe,mikur,hat,daiş,li,aliyê,tirkiyeyê,ne,flash