Walî tevlêbûna merasimê qedexe kir
Waliyê Amedê tevlêbûna merasima cenazeyan qedexe kir
Waliyê Amedê Mustafa Toprak, tevlêbûna welatiyan a merasima cenazeyên endamên HPG'ê Kasim Işik, Îbrahim Kaya û Hasan Karahan qedexe kir. Welatiyên ku dikanên xwe venekirin û li ber Mizgefta Bayramoglu kom bûn rastî astengiyên polîsan hatin.
Malbatên endamên HPG'ê Kasim Işik (Agir Amed), Îbrahîm Kaya (Herbijî Tolhildan) û Hasan Karahan (Mahîr Dîcle) ên HPG'iyên ku di pevçûna 24'ê Nîsanê ya li sêgoşeya Lîce, Pasur û Gençê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên zarokên xwe anîn Mizgefta Bayramoglu, Girseya ku ji bo tev li merasima cenaze bibe hatin li ber Mizgefta Bayramoglu kom bûn rastî astengiyên polîsan hatin. Waliyê Amedê Mustafa Toprak, tevlêbûna merasima cenazeyên endamên HPG'ê li welatiyan qedexe kir û ferman da polîsan ku welatî tev li merasimê nebin. Piştî fermana walî gelek maşîneyên zirxî û bi sedan polîsên tîmên taybet û hêzên cevîk derdora mizgeftê dorpêç kir û welatiyan asteng dike. Polîs bi anonsan bê navber banga "Belav bibin, an hûn dê bên binçavkirin" dike. Welatiyên ku bi biryarin tev li merasima cenaze bibin, li kolan û kuçeyan kom bûn.
Li aliyê din ji ber merasima cenazeyên 3 endamên HPG'ê li gelek kolan û taxan esanfan dikanên xwe girtin û neçûn ser kar.
(mae)