Wanî dê girtinan şermezar bikin
Li Wanê girtina şaredar û rêveberên BDP'ê dê di saetên êvarê de bi daxuyaniyekê bê şermezarkirin
A+
A-
Li Wanê girtina şaredar û rêveberên BDP'ê dê di saetên êvarê de bi daxuyaniyekê bê şermezarkirin.
Li Wanê 10 kesên di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê berê yê Wanê û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cuneyt Canîş û şaredarên navçeyan û rêveberên BDP'ê jî hene dê bê şermezarkirin. Li gel vê yekê Rêxistina BDP’ê ya Wanê û Şaredariya Wanê bi hev re ji bo balê bikişînin ser girtinan û operasyonan, dê di saet 14.00’an de li navenda bajar belavokan belav bikin û bi hemû wesayît û kargehan, wêneyên kesê hatine girtin bidaliqînin. Piştî vê çalekiyê di saet 17.00’an de jî jî dê bi awayekî girseyî li ber avahiya şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê bê li darxistin.
(bg/bd)
Bêjeyên Miftehî wanî,dê,girtinan,şermezar,bikin