Warê dem lê rawestiya û jan lê didome: Roboskî
ABDURRAHMAN GOK Bi ser qetilkirina 34 welatiyên sivîl ên piranîya wan zarok di 28'ê kanuna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin kuştin salek derbas bû. Ligel têkildarî komkujiya Roboskiyê de di nava 365 rojan de bi hezaran daxuyanî û rapor hatin weşandin, ji bo ku komkujî ji aliyê kê ve pêk hat û kiryar bên darizandin tu pêşketin pêk nehatin. Li welatên demokratîk komkujiyên wisa dibe sedema ketina hikûmetan lê li Tirkiyeyê, di serî de Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê daxuyaniyên welatiyên Roboskiyê û hemû derdorên din ên bihestiyar birîn bikin daxuyanî dan û daxuyaniyên wan berdewam dikin. Li ser vê rastiyê li Roboskiya, "Di 28'ê Kanuna 2011'an de dem sekînî û her roj êş û elem kurd dibin" salek derbas dibe û di nava salê de daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan, rayedarên AKP'ê, Komîsyona Jêrîn a Qilebanê, MHP,CHP, BDP, rêxistinên sivîl ên civakî, hewildanên Roboskiyan û tiştên jiyîn weke dosayekê em pêşkêş dikin.
Dîrok 28 Kanun 2011. Li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê saet di 21.20'an 34 welatiyên piranîna wan zarok bi agahiya qereqplê ji bû ji Herêma Federal a Kurdisanê cigare û mazotê bîtin derbasbûn aliyê din di dema vegerê de ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê yên li Amedê rabûn ve bi bombeyên qazanê hatin bombebarankirin. Komkujî saet di 01.52'an de ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ve ji aboneyên xwe re pêşkêş kir. DÎHA'yê komkujî bi nûçeya ewli ya bi navê "Balafirên şer gundî bombebaran kirin: Nêzî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan" pêşkêşî aboneyan kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di nava komê de nêzî 50 gundî hene û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Komkujî piştî Servet Encu yên di komkujiyê de bi saxî xelasbû û hate gund bûyer vegot hate zanîn. Servet Encu têkildarî komkujiyê de wiha gotibû: "Dema em vegeriyan balafirên şer em bombebaran kirin. Di dema bombebaranê de bêhnekî dûj belavbû derdorê. Ji nişkava mirov hatin şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Di dema bombebaranê de 5-6 kes reviyan û xwe di bin tatan de veşartin. Balafiran ew der jî bombebaran kir. Hemû di bin keviran de jiyana xwe ji dest dan" Gundiyên ewil çûn cihê bûyerê ji ber dîmenên dîtin şoq derbas kiribûn. Hemû cenaze şewitibûn, perçe perçe bibûn û perçeyên cenazeyên mirovan û perçeyên hestiran tevlî hevbibûn. Dîmenên gundiyên cenazeyên zarokên xwe di bin axê de derdixistin kezeb di şewitand.
Piştî DÎHA'yê komkujî ragihand Roj Tv dest bi weşana zîndî kir hem ji rojnameger û hem jî ji wekîlên BDP'ê agahî girtin û komkujî bi her alî de ragihand. Wekîlê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan bi telefonê tevlî weşana Roj Tv'ê bû û diyar kir ku ew li qelemê taybet ê Serokwezîr Erdogan geriyan û wiha gotibû: "Ez gihiştim qelemê taybet ê Serokwezîr Erdogan. Qelemê taybet ji min re got, 'Ji ber tenduristiya Erdogan em wî hişyar nakin'" Gundiyên çûn cihê komkujiya tu rayedar neçûnê, bi derfetên xwe cenazeyên zarokên xwe yên hatin perçekirin komkirin. Nêzî 50 welatî serê sibê saet di 05.30'an de nihiştin cenazeyê 28 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî demek din agahiyên komkujiyê dest bi zelalbûnê kirin. Parlementerê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ê ku me pê re hevdîtin kirî diyar kir ku agahiyên gundî ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin û pişt re jî ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin gihiştin destê wan. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Sonda jî gotibû, cenaze di bin keviran de mane û bi zorê derdixin.
DÎHA, Roj Tv û ANF'ê dîmenên komkujiyê serwês kirin
Saet di derdora 07.00'an de jî welatiyên gund gihiştibûn cenazeyên 34 kesanê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên cenazeyên li ber riyê hatin rêzkirin ji aliyê DÎHA, Roj Tv û ANF'ê ve jihemû cîhanê re hatin serwêskirin, lê di çapemeniya tirk de tu nûçe nehatin weşandin. Welatiyên ji ber vê bêdengiyê bi bertek bi giriyê gotin, "Werin vê komkujiyê bibînin" bertek li dijî bêdengiya çapemeniya tirk didan. Dîmenên cenazeyên li pişta hestîran kirin ên hine piyên wan taz û hinek bi solên mekap dihatin dîtin. Cenazeyên hinek ên hatin perçekirin jî bi turîkan li pişta hestîran kirin û dibirin. Lê ligel vê yekê televîzyon û ajansên geşedanên herî biçûk ên weke "Deqeya dawî" didin ker û lal bibûn. Di 4-5'ê gulanê de li Girê Bîlîcanê di navbera HPG'iyan û TSK'ê de peçvûn derket û di pevçûnê de 12 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû û 7 cenaze ji aliyê gundiyan ve ji herêma pevçûnê anîbûn girtin û gundiyên wê rojê cenazeyên HPG'iyan bi pişta xwe ji herêma pevçûn anîn jî dihate gotin jiyana xwe ji dest dan e. Cenazeyên gundiyên, cenazeyên HPG'iyên perçebûn hilgirtin vê carê jî cenazeyên wan ji aliyê kesên din ve dihatin hilgirtin.
Daxuyaniyên agahiyên komkujiyê!
Di çapemeniyê de daxuyaniyên Fethullah Gulen ên "Wan tevlî hev bikin, yekîtiya wan xirab bikin, agir li malên wan bêxin, rehên wan hişk bikin û wan ji holê rabikin", Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay jî got, "têkoşîn bi koordînelî tê meşandin" Di 24'ê kanunê de Waliyê Şirnexê piştî operasyona li Çiyayê Cudî ya li hemberî HPG'iyan daxuyanî da û got, "Li ser agahiyên gel dayîn operasyon pêk hat û gel li cem dewletê ye" Di roja komkujiyê de (28 kanun) cîvîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) 5 seat 20 daqeyan berdewam kir û piştî cîvînê komkujî pêk hat û di çapemeniyê de jî nûçeyên, "min nedît, nebihîst, ez nizanim, ev PKK'î ne an gundî ne ne diyar in" di serê mirovan de "komkujî bi plansazî û koordîneyî pêk hat"
Servet Encu yê ku di komkujiyê de bi saxî xilasbû jî gotibû "Leşkeran pêşiya me girt, balafiran bombebaran kir" Ev yek jî tê xuyakirin ku komkujî bi plansazî pêk hat. Welatiyê ji koma 14 kesan tenê bi saxî xilasbû jî wiha digot: "Em kome ji 14 kesan pêk dihatin bûn. Pêşiya me komekî din hebû. Berê koma pêşiya me diçû rawestandibûn. Ji wan yek li me geriya û ji me re gotin li cihê bimînin neyên. Leşkeran dora wan girtibû û em hişyar dikin. Pişt re me jî barên hestirên xwe danîn û tiştek nabe me jî biryar biçûn girt. Piştî demekê dengê topekê hat. Dema em çûn cihê bûyer me cenaze dîtin. Me jî xwe dibin kevirekî saxlam de veşart. Heron bi ser me de diçûn. Me got heron çûne lê pişt em derketin em jî hatin bombebarankirin. Di bombarê de tenê ez xilasbûn 13 hevalên min miyana xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Erdal Sag ê ku ji gundê Yekmalê bûyer bi gotinên "Îro ev der Halepçe, îro ev der Newala Qesaba ye" vegot û wiha gotibû: "Ez li hemberî vê hovîtiyê tu gotinan peyda nakim."
'Xwestin komkujiyê veşêrin'
Li gel nav û tenenên kesên jiyana xwe ji dest dan zelalbûn ne ji aliyê hikûmetê û ne jî di aliyê burokratên dewletê ve tu daxuyanî nedihatin dayîn. Berteka ewil ji Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat û diyar kir ku ew weke BDP 3 rojan şînê îlan dikin û wiha gotibû: "Roj roja li malê bê rûniştin nîn e. Divê hemû kes derbikev qadan komkujiyê şermezar bikin. Ji ber ku dê hewilbidin komkujiyê veşêrin. Berpirsiyarê vê komkujiyê kesên dibêjin 'dê şev û roj operasyonên hewayî û bejayî berdewam bikin in' Kesên di cîvîna MGK'ê de biryara operasyonê girtin in. Ev bûyer weke ya Muglali nayê girtin em destûra vê yekê nadin. Dîrok dê vê yekê weke komkujiyekî mezin binivîse." Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî têkildarî komkujî de got: "Ev sûcê şer e. Bila hesab vê yekê bê pirsîn. Çîller û Dogan Gureş ji hev re gotin, 'bêje û bikim' bi hezaran kurd qetilkirin. Niha jî Tayyîp Erdogan bi heman ramanê tev digere û komkujiyan pêk tîne." Gişanak bang li hemû kesî kir ku bertekan nîşanî komkujiyê bidin.
Çapemeniya tirk îmza avêten bi rûpelekî reş a dîroka çapemeniyê!
Komkujiya di 28'ê Kanunê saet di 21.20'an de pêk hat çapemeniya tirk di 29'ê kanunê de weke "îdîa" da. Çapemeniya dîmen û wêneyên li cihê bûyer hatin kişandin ligel gihşitin navedên wanên ji ber tirsiyan neweşandin di nûçeyên xwe yên ewil de gotin li gorî Walîtiya Şirnexê, "Agahiya zêdehî 20 kes mirîne heye. Têkildarî mijdarê de li walîtiyê navenda qrîzê hate avakirin" bû. Çapemeniya tirk bi sernavê têkildarî mijdarê de avêtin weke pevçûn pêk hatiye û kesên jiyana xwe ji dest dan HPG'î ne. Haberturkê got, "Li sînorê Iraqê operasyon zêdehî 20 mirî hene." Ajansa Nûçeyan a Dogan "Li Sînorê Iraqê operayona hewayî zêdehî 20 mirîn hene.", Radîkal, "Balafirên şer PKK'î na li sivîlan da!" Hurriyet, "Îdîaya li sînorê Iraqê operasyona hewayî zêdî 20 gundiyan jiyana xwe ji dest da û şaştiya sala 2011'an a herî dehşet e?" Ajansa Nûçeyan a Îhlasê, "Li sînorê Iraqê operasyona hewayî herî kêm 35 mirî!" Rojnameya Starê, "Îdîaya F-16'an li gundiyan da herî kêm 20 kes mirin!" Ronameya Zamanê, "Hate îdîakirin ku F-16'an gundiyên qaçaxçîtiyê dikin da" Rojnameya Sabahê jî "Îdîaya 'F-16'an li gundiyan da'"
Kurd li her derê rabûn ser piyan!
Piştî komkujî hate bihîstin û bangên Demîrtaş û Kişanak li Amed, Wan, Mêrsîn, Êlih, Stenbol, Colemêrg, Riha, Antalya, Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Rojava, Şirnex, Îzmîr, Enqere, Erzirom, Edene, Elbak, Ebex, Kop, Elmanya, İskoçya, Gimgim û gelek bajarên din kurd, rêxistinên sivîl, odeyên pişteyî û partiyên çepkir derketin kolanan komkujî şermezarkirin. Li girtîgehan jî bi armanca şermezarkirina komkujiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorvengerkirin. Li Amed û Geverê polîsan êrîş li çalakiyan kir. Çalakî her roj belav bûn û li her derê çalakî pêşketin. Bi sedan kes hatin binçavkirin û hatin girtin û hatin birîndarkirin.
Dayîka 2 kurên xwe windakir Mercan Encu: Ez şîna kîjanî bigirim
Ligel bi ser komkujiyê 15 saet derbas bûn tu daxuyanî nehatin dayîn û ligel vê yekê Wezîrên AKP'ê îtîraf kirin ku ji deqeya ewil heta niha agahiya wan ji komkujiyê heye û MKYK'a AKP'ê tu daxuyanî nedan. Çalakiyên şermezarkirina komkujiyê her diçûn zêde dibûn. Dayîka 2 kurên xwe Şervan û Nevzat Encu di komkujiyê de windakirin Mercan Encu axivî û wiha got: "Ez ji kurê xwe Nevzat re an ji Şervan re bişewitim? Ez şîna kîjanî bigirim. Zarokên min şewitandin" Dayîkên din jî digotin zarokên wan bi plansazî hatin qetilkirin. Hemû malbat li hemberî cenazeyan ji bo otopsiyê bibin Meletiyê derketin. Li ser vê yekê saet di 14.00'an de cenazeyên 34 welatiyan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Li gund jî bo cenazeyan kolandina goran dest pê kir. Cenazeyên welatiyan di ketina navçeyê de ji aliyê deh hezaran kesan ve bi sloganên "Tolhildan" "Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hatin pêşwazîkrin.
Di heman saetê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û bi wekîlan re hate gundê Roboskiyê û wiha got: "Serfermandarê got, 'Me kampên PKK'ê bombebaran kirin' Ka em biçin kapmên PKK'ê ne an welatîne hatine bombebarankirin bibînin" Demîrtaş çû cîhê hatiye bombebarankirin û got: "Gelê me divê seknekî bi hêz nîşan bide. Heke dê vê bûyer êveşêrin. Heke wijdana serokwezîr hebe bila derbikev û lêborînê bixwaze."
Ma li hundir rojnamegerên girtî tune, li derve jî rojnavanên rostiyan ronî bike tune?
Her ku saet pêş diketin bertek zêde dibûn. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û HDK'ê komkujî şermezar kir. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Mafên Mirovan a Herêma Fedora a Kurdistanê Salar Mahmud, xwest ku li hemberî Tirkiyeyê hemû saziyên sivîl û dewletên navneteweyî têkevin nava hewldanan. Xwestin piştgiriyê bidin tekoşîna kurdan a mafdar. Serokê Fraksiyonê Parlamanterên Kurd, Îkbal Muhammedî, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo xwe di qada navneteweyî de mafdar derxe binpêkirinên mafan ên li dervê Tirkiyeyê şermezar dike, lê li welatê xwe mirovê sivîl û bêguneh qetil dike. Serokê Yîtiya Parlamenteran a Kurdistanê Nimet Abdulla, jî diyar kir ku leşkerên tirk komkujiyek bi plan û bi zanebûn pêk anî. Abdulla xwest gelê kurd li hemberî vê komkujiyê şiyar bin. Rojnameger Can Dundar ku bû mêvanê CNN Turkê jî diyar kir ku wan şevê din saet di 11.00'an de bihîst lê niha saet 12.00'ê rojê ye û 12 saet di ser de derbas bû. Ger ku 30 kes hatin kuştin divê heta niha Wezîrê Karê Hundir daxuyanî dabûya. Dibêjin welatiyên mazot dikişandin hatin kuştin û pirani zarok in. Niha 12 saet derbas bû. Bêagahbûna televîzyon û çapemeniyê min ditirsîne. Wezîrê Dadê jî dibê 'Li hundir rojnameger tune' Wê demê ma li derve jî rojnameger tune? Hene lê nûçeyan çênakin." û medya rexne kir.
Piştî 19 saetan li şûna hikûmetê AKP'ê daxuyanî da û got qeza ye
Piştî komkujiyê 18 saet derbas bûn, lê ne Serokomar Abdullah Gul, ne Serokwezîr Erdogan, û ne jî AKP û MHP'ê daxuyanî dan. CHP'ê ji diyar kir ku Roboskî 33 gueya AKP'ê ye û bal kişand ser komkuyia 33 gundiyên di sala 1943'an de li Wanê ji aliyê General Mustafa Muglali ve pêk hat. Dema otopsiya cenazeyan dihat kirin piştî 19 saetan li şûna hikûmetê AKP'ê daxuyanî da. Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyin Çelîk, di civîna MKYK'ê de diyar kir ku karê wan li wir çi hebû û got "Operasyona qezayê ye" Wê demê li navenda AKP'ê Aktorê DYA'yî Isaiah Washington, bi 3 zarok û hevsera Erdogan re hevdîtin pêk anîbû.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu der barê komkujiyê de diyar kir ku di vî alî de berpirsiyariya hikûmeta AKP'ê heye û xwest hikûmet daxuyaniyê bide. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kir ku 20 saet derbas bûn, lê der barê komkujiya Roboskiyê de li şûna hikûmetê AKP daxuyanî dide.
Di 30'ê kanûnê de çapemeniya tirk jî wekî ku bi hevre peşman çêkiribin bi yek degnî westin ser bûyerê bigirin. ÎHD'ê û MAZLUMDER'ê di rapora ewil de got "Buyer komkujiya bêdaraz e" Lê li gel ve yekê AKP 20 saetan bêdengiya xwe berdewam kir û medya piştgiriyê dide hikûmetê vê carê got "Îstîxbarata dê Bahoz Erdal bê" hate girtin û bombe hatin barandin" Hin rojnameyan jî bi ser navê "PKK'ê berê hesp bikar dianî" û "Çek dikişandin" û xwestin bûyerê şolî bikin.
3 rojan dikan nehatin vekirin
Ji şevê heta serê sibê 8 pisporên Saziya Tipa Edlî otopsî kirin û di 30'ê Kanûnê de cenaze anîn Bêcuhê. Piştre cenaze yek bi yek xistin darbestan nimêja cenazeyan hate kirin. Piştre bi konvoyek mezin, darbesta darbestên 34 kesan bi alên kesk, sor û zer hatin pêçan û ji aliyê hezaran kesan ve bi konvoyek mezin bi slogana "Qatil Erdogan" li gundê Roboskiyê hatin definkirin. Li Herêmê şîn hewû. Esnafên herêmê 3 rojan dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Di doza sereke ya "KCK'ê de Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak di rûniştina dozê de diyar kir ku kuştina 34 welatiyên sivîl "Tolhildana Dewletê ye. Dewlet dixwaze wekî qezaya operasyonê bide nîşan. Dixwaze komkujiyê bincil bike." û heyeta dadgehê şermezar kir.
Di 30'ê kanûnê de lêpirsîna komkujiya Roboskiyê ji Dozgerê Komarê yê Qilebanê hate girtin û dan Serdozgerê Komarê yê Bi Rayeya Taybemt a Amedê. Serfermandariya Giştî di heman rojê de di malpera înternetê de got "Em ji kesên di 28'ê Kanûna 2011'an de jiyana xwe ji dest dan serkaxiyê ji malbatên wan dixwazin. "
Daxuyaniya ewil a Serokwezîr Erdogan jî li gorî daxuyaniya Huseyin Çelîk bû. Erdogan, jî diyar kir ku heta niha li gorî agahiyên bi destxistine qaçaxvanî bi 3-5 kesan pêk tê. Herî zêde 10 kes dikin. Lê hesp zêde e. Lê koma 40 kesan buyerên Gediktepe û Hantepede tîne hişan. Erdogan anî ziman ku dê bi lezgîn bûyerê bi encam bikin û di destê wan d8e 4 saet dîmenên bûyerê heye. Lê salek derbas bû hêj bûyer ronî nebûye.
Serokomar Abdullah Gul jî piştî nimêja înê daxuyanî da û got: "Agahî nîşan didin ku hemû sivîl in. Em dê bûyerê bi hûrbûnî lêkolîn bikin." Cîgirê Serokwezîr Bekir Bozdag jî di heman rojê de diyar kir ku der barê mijarê de lêpirsîna edlî û îdarî dane destpêkirin. Lê tu daxuyaniyên hikûmetê û dewletê ne BDP û ne jî welatî tatmîn nekirin. Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan, pirsname da meclîsê û xwest Serokwezîr Recep Tayip Erdogan û hikûmeta wî îstîfa bike.
Turk: Ger ku ev ne komkujî be çiye?
Cenazeyê 34 welatiyan li Roboskiyê ji aliyê 30 hezar kesan ve bi hêrsek mezin hate definkirin. Di 34 goran de 34 can hatin definkirin. 34 darbest li pey hev hatin rêzkirin. Ahmet Turk, di merasima cenazeyan de axivî û got: "Ger ku ev ne komkujî be çiye?" Hevvserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî got: "Medya tirk bi qehremaniyek mezin vê komkujiya li vir vedişêre. Ger ku ev êş dê bê parvekirin wê demê êşa kurdan êşa her kesî ye. Ger ku ne wisa be niha perçekirin tê kirin. Gelek li ser axa xwe dixwaze azad bijî. Kesên li hemberî vê yekê radiwestin faşîzm e komkujî ye. Dirokê niha li çiyê komkujî nivîsandiye. Dîrokê bi Wekîlê Kurd ê AKP'î komkujî daye nivîsandin. Dîrok dê vê şermê binivîse. Niha cenazeyan destê xwe di bin axê de destê xwe daye destê hev. Bi vê yekê peyamê didin me. Miriyê me jî dê dest bidin destê hev û em dê li ser vê axê azad bijîn"
'Ji bo helwesta gel fam bikin Qeymeqam şandin Roboskiyê'
Li gel di ser komkujiya Roboskiyê re 3 roj derbas bûn û konê sersaxiyê hatibû vedan jî rayedardên hikûmetê kes neçû cihê bûyerê. Ji bo helwesta welatiyan bipîvin Qeymeqamê Qilebanê Naif Yavuz şandin. Yavuz piştî 3 roj şûnde çû Roboskiyê û rastî bertekên welatiyan hat. Yavuz ku hate cihê sersaxiyê rastî bertekêm malbatan hat. Şaredarê Sêgirkê yê AKP'î Sabrî Babat, ji aliyêwelatiyan ve rastî şermezarkirinê hat. Her kesî got hikumetê Qeymeqam ji bo bertekan bibîne Qeymeqam wekî çêre danî pêş xwe. Di roja 4'an de Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay û wezîr Cevdet Yılmaz, Mehdi Eker, Waliyê Amedê Mustafa Toprak çûn gundê cîran.
Di 31'ê kanûnê de Serdozgerê Komarê yê Qilebanê ji Serfermandariyê dîmen xwestin.
Bi ser qetilkirina 34 welatiyên sivîl ên piranîya wan zarok di 28'ê kanuna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin kuştin salek derbas bû. Ligel têkildarî komkujiya Roboskiyê de di nava 365 rojan de bi hezaran daxuyanî û rapor hatin weşandin, ji bo ku komkujî ji aliyê kê ve pêk hat û kiryar bên darizandin tu pêşketin pêk nehatin. Li welatên demokratîk komkujiyên wisa dibe sedema ketina hikûmetan lê li Tirkiyeyê, di serî de Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê daxuyaniyên welatiyên Roboskiyê û hemû derdorên din ên bihestiyar birîn bikin daxuyanî dan û daxuyaniyên wan berdewam dikin. Li ser vê rastiyê li Roboskiya, "Di 28'ê Kanuna 2011'an de dem sekînî û her roj êş û elem kûr dibin" salek derbas dibe û di nava salê de daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan, rayedarên AKP'ê, Komîsyona Jêrîn a Qilebanê, MHP,CHP, BDP, rêxistinên sivîl ên civakî, hewildanên Roboskiyan û tiştên jiyîn weke dosayekê em pêşkêş dikin.
Li gel ku bi ser komkujiyê de 3 roj derbas bûbûn û 34 cenaze li cem hev hatibûn definkirin, sersal li metropolên Tirkiyeyê bi nava kêf û coşek mezin dihat pîrozkirin. Qanalên televîzyonan ku Roboskî nedidîtin, bi dehan qemarayan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê pîrozbahiyên sersalê bi weşana zindî didan. Wisa dihat fêm kirin ku wan serkeftinên bê hempa yên sala 2011'an dewrê sala 2012'an dikirin.
Di 1'ê çileyî daxuyaniyên Fettullah Gulen yên têkildarî komkujiyê diketin ser ajansan. Gulen di daxuyaniyên xwe de digot: "Hin derdorên ku naxwazin hêzên ewlehiyê li dijî terorê ya serkeftî encamên baş derxin holê û darbe li vê têkoşînê bidin vala nasekinin" û komkujî wekî provakasyon bi nav dikir. Gulen, di berdawamê de wiha diaxivî: "Divê baş bê zanîn ku hin derdor hene ku wê meselaya li gundê Roboskiya warê cerdewanên ku her tim piştgiriyek xurt didin hêzên ewlehiyê yên li dijî terorê têkoşîn didin lê dijîn rûdaye îstismar bikin. Bi vê dê hewl bidin biratiya gelê me ji holê rakin."
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji bo malbatên xizmên wan di qetliyamê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret bike çû Roboskiyê. Lê ji ber ku hikûmet a ku ji vê serdanê gelek aciz bû helîkopter neda, Kiliçdaroglu bi rêya bejayî çû Qilebanê. Piştre hikûmetê wekî hincet bi gotina, "Em bidin wan wê sibê BDP jî helîkopter bixwaze." bikaranî. Dîsa parlamenterên Partiya Çep a Almanyayê Alî Atalan, Hamîde Akbayîr, Cansu Ozdemîr û Endamê Meclîsa Şaredariya Hamburgê û nivîskar Robert Jarowoy jî hatin Roboskiyê.
Wekî têşkên kewan destê hev girtibûn û xwe dabûn bin zikê hêstiran
Lê hemû tişt li aliyêkê tu tişt qasî çîroka 34 kesên hatine qetilkirin balkêş nebû. Her yekî cîrokên xwe yên cuda hebûn. Cîrokên cuda, hêviyên cuda û xevnên cuda...Lê di şevekê wekî cemedê sar de mirinê bi destê kujerên xwînxwar ew dorpêç kirin. Piştî bombebarana yekemîn wan destên hev girtin û xwe dan ber zinaran. Lê qet ne dihat bîra wan wê cardin bombe wekî baranê di ser wan de bibarin. Piştî bombebaranê Adem Ant ê 18, Yûksel Urek ê 17, Mehmet Encu ê 15, Serhat Encu ê 17, Şivan Encu ê 14, Erkan Encu ê 13 û Seyît Ençu ê 22 salî bi hêviyeke "Dibe me nebînin" xwe da bûn bin zikê hêstiran. Teyfîk Encu, ku gihiştibû wê derê bi gotina, "Wekî têşkên kewan destê hev girtibûn û xwe dabûn bin zikê hêstiran. Dema ez gihiştim wê derê pêşî min serê zarokan yên ku perçe perçe bûbûn dît. Kesên ku min ji bin axê derxistin hemûyan destên hev girtibû û di bin axê de wisa mabûn." bûyer radigihand.
5 piştî qetliyamê (5'ê çile) Serokwezîr Erdogan bi Serfermandarê Giştî Necdet Ozel re hevdîtinek pêk anî. Heman rojê Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê û Berdevkê Partiyê Bîrgul Ayman Guler got, "Hikûmet neçare der barê bûyera Qilebanê de hem agahî bide malbatên dilbiêş û hem jî raya giştî. Bûyera Qilebanê bi vî şiklî di rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye." û daxwaz kir ku li ser vê bûyerê di Meclîsê de Komîsyona Lêkolînkirinê ya Roboskiyê bê avakirin. Parlamenterên BDP'î piştî civîna 6 saetan ji bo Qetliyama Qilebanê bê rojeva Meclîsê û raya giştî ya cîhanê nîqaş dan meşandin. Raya giştî ya Tirikiyeyê û ya cîhanê hemû balê xwe dabûn ser civînên komê yên partiyan ên di 3'ê çile de. Bi taybet hemû kes li benda axaftina Serokwezîr Erdogan bû. Pêşî MHP'ê civîna xwe li dar xist. Devlet Bahçelî qet behsa komkujiya Roboskiyê nekir û got ku ew der cihê terorê ye. Bahçelî parast ku dibe welatiyên hatine kuştin têkilî bi PKK'ê jî heme û eynî wekî Huseyîn Çelîk û Serokwezîr ên wekî, "Piştî Aktutun, Oramar û Gedîktepe ji sedê 1 îhtîmal jî hebe dewlet dê ya pêwîst bike û di vê bûyerê de jî dewletê tişta pêwîst kiriye." komkujî parast.
Serokwezîr, spasiyên 'Taybet' ji Serfermandarê Giştî re pêşkeş kir
Wekî wê Serokwezîr Erdogan daxuyaniyek da ji bo komkujiya Roboskî spasiyên xwe pêşkeşî Serfermandarê Giştî kir. Serokwezîr qet behsa komkujiyê nekir û bi gotinên giran bi BDP'ê ku dev ji bûyerê bernedida çû. Li gel ku piştî 12 saetan bûyer ket ser çapemeniyê, Serokwezîr Erdogan aciz bû got, "Ji kerbê çapemeniyê ez spasiyên xwe pêşkeşî Serfermandariya Giştî dikim. Ji ber ku çapemeniyê bûyer bi ser navên "Komkujî", "Şerê qirêj" û "Dewlet welatiyên xwe bomberan dike" belav kir, gelek çû zora Erdogan û parast ku, "Ji bo xerabiya TSK'yê van diştan dibêjin". Erdogan li ser van gotina bertek nişan da û ev gotin wekî "Em dibêjin li Qilebanê 35 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane" pênase kir. Erdogan di berdewamê de got, "Têkoşîna me ya bi terorêre wê bibiryar bidome. Em dê bi alîgirên terorê re jî têbikoşin. Çi bibe bila bibe, li çiyan, di şikeftan de em dê hemûyan bê tesîr bikin. Meydanê ji piştgirên terorêre naterikînin. Em li ber taktîkên wan serî natewînin. Bedelê wê çibe bila bibe em dê meseleyê çareser bikin û hewldanên îstismarê bi pirçiqînin."
Demîrtaş: Ji ber ku te ev zarok qetil kirin wê hesab bidî
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di civîna koma partiya xwe de ji Erdogan re got, "Em rewatiya te, serokwezîrtiya te nas nakin. Tu kiyî. Aliyekê tû wê zorên vî gelî qetil bikî û piştre jî bi destên xwe yên xwînî ji BDP'ê hesap bipirsî. Hêdê xwe bizane. Ji ber ku te ev zarok qetil kir, tu wê hesab bidî. Wisa bi qîrkirina BDP'ê, bi heqeretan tu nikarî vê meselê bidî ji bîrkirin. Tu jî baş dizanî em li hemberî te serê xwe natewînin. Lê dîsa tu baş dizanî hemû tiştî berovajî bikî û derew bêjî." Demîrtaş, di berdewamiya axaftina xwe de ban li gelê Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Niha aliyê astê de li vir 2 welat hene. Bila tu kes tu kesî nexapîne. Ger li gundê Marmarîsê 35 gundî hatiban qetilkirin, ey tirkên birayê me! berteka we dê çiba? Serokomarê vê dewletê 2 rojan bêdeng ma. Li ser navê AKP'ê kurdek derxistin pêş û xwestin meseleyê veşêrin. 35 welatî tên qetilkirin, lê Serokomarê Tirkiyeyê bêdeng dimîne. Serokê Meclîse li hemberî nijadperestan bêdeng dimîne. Ez bang li Serokwezîr dikim; henekên xwe bi me nekin. We aliyê hestan de welat kir 2 perçe." Demîrtaş di axaftina xwe de diyar kiribû ku dê ji bo vê meselê serî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dadgeha Ceza ya Navnetewî bidin.
Kiliçdaroglu: Erdogan wê derkeve û lêborînê bixwaze
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî nêrînên xwe yên der barê mijarê de anîbû ziman û ev tişt bilêv kiribûn: "Em mirove çima mirin? Me îstixbarat girt, pîlotên me ç3un û 35 welatiyên me kuştin. Dibe îstixbarat hebe, lê her tim îstixbarat rast dernakeve. 35 welatiyên me hatine kuştin. Bi ser de 24 saet derbas bûne dengê hikûmetê dernayê! Kî ev îstixbarat da we û we 35 welatî bi îstixbarata kî qetil kir." Di vê navberê de heyeta ji MAZLUMDER, ÎHD, ÇHD, TÎHV, Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, KESK, TTB û DÎSK'ê pêk dihat çû Qilebanê û piştî lêkolînan got, "Ev înfazekî bê daraz e. Ji ber hejmara miriyan jî komkujiye" û daxuyand ku piştî bûyerê nehiştine ambulan biçin hewara gundiyan, boneya vê jî hin birîndar ji ber sarmayê mirîne. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay jî piştî bûyerê di meclîsê de axivî û got ku kesên li Roboskiyê li qeymeqam xistine ne gundîne û îdîa kir ku milîtanên ji Cizîrê hatine ev êrîş pêkanîne. Lê piştî vê axaftinê xizmên kesên hatine qetlikin hatin girtin. Aliyê din jî hewldanên veşartina bûyerê ya ji raya giştî jî didomiyan.
Kişanak: Me ji xwe fedî kir
Di 3'ê çile de, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gulten Kişanak di axaftina xwe ya Meclîsê de gotibû ku hikûmet, dewlet û çapemenî di wijdanan de mehkûm bûne û wiha domandibû: "Ez bang li kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirovim dikim. Em li vir behsa kaçaxçitiyên bi tirilyonan nakin. Tişta ew dikin ne kaçaxçitiye. Ew her roj sînor derbas dikin û le zeviyên xwe avdaniyê dikin. Ev çi meseleya kaçaxvaniyê ye. Pêşiyê hûn êşa van mirovan parve bikin. Hikûmetê piştî 24 saetan got, 'Qezaya Operasyonê ye'. Hûn çine, kîne. Hûn çewa 35 mirovan dikujin û wiha xemsar tevdigerin. Ger mirovaniya we hebe, pêşî hûn lêborîn ji vî gelî bixwazin û efû bixwazin."
Di meclîsê de çalakiya rûniştinê
Parlamenterên BDP'ê û Dayîkên Aştiyê li ber odeya Serokwezîr Erdogan ya li Meclîsê çalakiya rûniştinê lidarxistin û şeva wê rojê (3 çile) parlamenterên BDP'ê ji bo Komkujiya Roboskiyê di Meclîsê de çalakiya rûniştinê pêkanîn. Gulten Kişanak diyar kiribû ku boneya ku li hemberî komkujiyê Meclîs bêden maye, ew şermezar dikin û çalakiya wa de heta serê sibê bidome.
Huseyîn Çelîk, daxuyaniya serokwezîr zelal kir
Yekitiya Dadger û Dozgeran (YARSAV) di 3'ê çile de daxuyand ku lazime berpisyar hesab bidin û îstifa bikin. 715 rêxistinên civakî ku li cihê bûyere lêkolîn kiribûn, destnîşan kirin ku ev bûyer di encama israpa hikûmetê ya polîtîkayên tundiyê de derketiye û gotin "Her gule û bombe dibe sedema perçebûne." Heman rojê Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk bi midûrên nûçeyan yên rojname, TV û ajansan re hat cem hev û ji ber ku wekî Serokwezîr, sivîl û AKP'ê wan jî 'Hesasiyet' nîşan daye, spasiyên xwe pêş keş kir. Çelîk bi gotina : "TSK dibêje me got qey terorîstin. Eger xeletiyek an jî tiştek din hebe. Em dê hesab bipirsin." Lê ev sale di ser bûyerê de derbas bûye hû jî tu şopên "Dewleta Hiqûqî" tuneye. Serfermandarê Giştî Necdet Ozel jî di daxuyaniyek xwe de gotibû ew di têkoşîna li hember 'terorê' de gelek serkeftîne û wê PKK'ê tune bikin. 5'ê çile de jî Dozgeriya Qilebanê derbarê komkujiyê de 'Biryara veşarî' da. Heman rojê Serokomar Abdullah Gul jî got "Bûyer gelek baş tê lêkolînkirin. Min agahiyên berfireh girtine. Hem TST hem jî dozgerî bûyerê lêkolîn dike."
5 Roboskiyî hatin girtin
Dozgeriya lêpirsîna komkujiyê ya "veşarî" dikir di 5'ê çileyê de ji malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan 8 kes dan binçavkirin. 3 roj şunda 8 kesên têkildarî êrîşa li dijî Qeymeqamê Qilebanê Nafîz Yavuz hatin binçavkirin Serbest Encu, Nihat Encu û Nezîr Encu serbest hatin berdan û Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdî Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu jî bi îdîaya "Hewildana kuştina bi zanebûn" hatin girtin û şandin Girtîgeha Şirnexê.
Di 5'ê çileyê de Dozgerê Komarê yê bi Payeya Taybet ê Amedê ji dozgerê Qilebanê re hemû hevdîtinên telefonên leşkeran ên wê rojê xwestin. Dozgeriyê ji Serfermandariyê xwest ku dîmenên ÎHA'yan ji wan re bêşînin. Dozgeriya Komarê yê bi Payeya Taybet ferman da Dozgerê Qilebanê û xwest ku hemû delîl bên dîtin û bi awayekî baldar hemû delîl bên lêkolînkirin û gundiyên çûn cihê bûyer, şahid û leşkerên bi peywir ên Fermandariya Cendirmeyan ên Gulyaziyê bên guhdarkirin.
BDP ji bo komkujiya Roboskiyê Lêkolîna Meclîsê xwest
Serokwekîlê Koma BDP'ê Hasîp Kaplan, ji bo komkujiya Roboskiyê di her alî de bê lêkolînkirin û berpirsiyar bên tesbîtkirin pêşniyarnameya Lêkolînê da Meclîsê. Kaplan di pêşniyarnameya xwe de bal kşiand ser belgeyên NY'ê û madeyên 67-77 ên TCK'ê û madeya 90'an a Makezagonê û wiha gotibû: "Li hemberî mirovahiyê sûc hatiye kirin. Kêmasiya îstîxbaratê, biryarên hikûmetê girtin, kesên biryar pêk anîn û kesên berpirsiyar dema mirov li ber çava digire divê li Meclîsê Lêkolîn bê vekirin."
Rojev herî baş bi girtina Başbûg tê guherîn!
Hikûmet di raya giştî de bi tu awayî komkujî bi plansazî nehatiye kirin tetmîn nekir û di 6'ê çileyê de ji nişkave bûyerekî rojevê biguherîne pêk hat. Serfermandarê berê Îlker Başbug ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Nobedar a Stenbolê ve bi îdîaya "Rêveberiya rêxistina terorê kir" hate giritn. Di pêvajoya nîqaşên komkujiya Roboskiyê dihatin kirin de girtina Başbug ji aliyê BDP, CHP û hemû raya giştî ve weke "xwestin rojevê biguherînin" hate nirxandin.
'Ey hovên bê wîcdan ên ruyê mirovahiyê winda kirine..
Lê tu ked û hewildanan hêrsa li dijî komkujiyê siviknekir. Birayê Serhat Encuyê hate qetilkirin Welat Encu, li ser kuştin û havîtiya hatiye jiyandin nameyek nivîsand û di nameyê de wiha dihate gotin: "Ey hovên bê wîcdan ê ruyê mirovahiyê winda kirine. Ey qatilên dest bi xwîn. Ez birayên xwe yên ciwan ên te qetilkirin bi te bidim nasîn"
Serhat Encu: Hêj 17 salî bû. Bavê wî kal bû. Ji ber ku navê wî nikaribû kar bikira û ji bo lêçûna 2 birayên xwe yên li zanîngehê dixwine derxe ji neçarî ev kar dikir.
Cemal Encu: Hêj 16 salî bû. Xwendekarê pala dawî ya lîseyeyê bû. Ji bo deynê xwe yê li dibistanê bide diçû ev kar dikir.
Hamza Encu: Hêj 21 salî bû. Hêj nû leşkerî bi dawî kiribû ji bo ku bibe alîkariya malbatê ev kar dikir.
Şerafettin Encu: Hêj 16 salî bû. Xwendekarê pola dawî yê lîseyê bû. 5 sal berê dayika xwe winda kiribû. Pere ji bavê xwe nedixwest. Ji bo lêçûna xwe derxe diçû kaçaxvanî dikir.
Bedran Encu: Hêj 14 salî bû. Xwendekare dibistana navîn bû. Burayê malê yê herî mezin bû. Bavê wî hemû xwişk û birayê wî teslîmî wî kiribûn.
Şivan Encu: Hêj 16 salî bû. Xwendekarê lîseyê bû. Ji bavê xwe cuda dima. Ji bo debara malê û dayika xwe bike diçû.
Aslan Encu: Hêj 17 salî bû. Bavê wî kal bû. 6 sal berê birayê wî yê mesin pê li mayinê kiribû û birîndar bûbû. Ji bo mesrefa birayê xwe ya nexweşxaneyê derxe çûbû.
Calal Encu: Hêj 18 salî bû. Pir bi xirur bû. Pere ji birayê xwe û bavê xwe nedixwest.
Huseyin Encu: Hêj 19 salî bû. Kurê malê yê herî biçûk bû. Salek şûnde dê biçûya leşkeriyê. Deynê wî hebûn û ji bo deynê xwe bide çûbû.
Selam Encu: Hêj 22 salî bû. Ez û wî bi hevre ji lîseyê mezûn bûn. Hêj nû zanîngeh xelas kiribû. Dê têketa ezmûnên nû. Ji ber ku pereyên wî tune bû çûbû.
Fadil Encu: Hêj 19 salî bû. Kurê biçûm ê malê bû. Birayê wî yên din diçû û ew jî diçû.
Ey hovên dest bi xwîn ên mirovahiya xwe winda kirirne! 24 birayên min ên din jî temenê wan di nava 20 û 24 salî de bûn. Armac û serpêhatiyên hemûyan yek bû. Hemû ji bo xerçê 50 TL çûbûn. Lê hovên dest bi xwîn we bi balafirên xwe yên şer da ber bombebaranê û qetil kirin. Ey hovên bê wîcdan.
Şûkran Encu ya ku di komkujiya Roboskiyê de birayê xwe Celal û pismanê xwe Ferhat windakir di nameya nivîsî de wiha got: "Hûn çawa di nava doşekên xwe de rehet radikevin? Çawa wijdana we ewqas rehet e? Ez her şev heya serê sibê li benda birayê xwe me. Ez li bendê me ku bê nan bixwe û çayê vexwe. Lê nayê. We birayê min ji min girt."
Hikûmeta hewildida komkujiyê veşêre bombebarana zaroka Solîn qetilkirin îtîraf kir!
Hikûmeta hewildida komkujiyekê veşêre, komkujiyekî din îtîraf dikir. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay di 6'ê çileyê de têkildarî lêpirsîna veşarî ya derbarê komkujiyê de tê meşandin diyar kiribû ku sedema lêpirsîn veşarî tê meşandin "zelalî" ye. Atalay, îda kir ku heta niha artêşê tu caran şaşî nekiriye û wiha gotibû: "Di operasyonên ji meha tebaxê hate berî Qilebanê berdewam dikin tenê carekeê şaşî çêbû. Ew jî li herêma Iraqê bû." Atalay, bi vê yekê qetilkirina 7 kesên di nav de zaroka bi navê Solîn jî heyî qebûl kir û îtîraf kir.
Her tişt di nav hev de dimeşiya. Li aliyekî hewildanên komkujiyê veşêrin, li aliyê din hêrsa gel a ku her diçe zêde dibû sivik bikin û li aliyê din ji bo rêxistinên navneteweyî nekevin dewreyê hinek gavên nimûne dihatin avêtin. Di çarçoveya lêpirsîna Walîtiya Şirnexê de di 6'ê çileyê de hate xwestin ku Alîkarê Fermandarê Tugaya Gulyaziyê Serheng Huseyîn Onur Guney ji peywirê bê dûrxistin û 2 roj şunda (8'ê çileyê) Serheng Huseyîn Onur Guney ji peywirê hate dûrxistin. Di 9'ê çileyê de Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê biryara têkildarî komkujiyê de Komîsyona Jêrîn bê avakirin girt.
Bi ser qetilkirina 34 welatiyên sivîl ên piranîya wan zarok di 28'ê kanuna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin kuştin salek derbas bû. Ligel têkildarî komkujiya Roboskiyê de di nava 365 rojan de bi hezaran daxuyanî û rapor hatin weşandin, ji bo ku komkujî ji aliyê kê ve pêk hat û kiryar bên darizandin tu pêşketin pêk nehatin. Li welatên demokratîk komkujiyên wisa dibe sedema ketina hikûmetan lê li Tirkiyeyê, di serî de Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê daxuyaniyên welatiyên Roboskiyê û hemû derdorên din ên bihestiyar birîn bikin daxuyanî dan û daxuyaniyên wan berdewam dikin. Li ser vê rastiyê li Roboskiya, "Di 28'ê Kanuna 2011'an de dem sekînî û her roj êş û elem kûr dibin" salek derbas dibe û di nava salê de daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan, rayedarên AKP'ê, Komîsyona Jêrîn a Qilebanê, MHP,CHP, BDP, rêxistinên sivîl ên civakî, hewildanên Roboskiyan û tiştên jiyîn weke dosayekê em pêşkêş dikin.
Hikûmeta AKP'ê ya ku ji bo 34 welatiyên di 28'ê kanunê de di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de jiyana xwe ji dest dan "şîna neteweyî" îlan nekir ji bo Rauf Denktaş ê ku di 14'ê çileyê de jiyana xwe ji dest da "şîna neteweyî" îlan kir. Di daxuyaniya serokwezartiyê de wiha hatibû gotin: "Ji ber wefata Denktaş ji 14'ê çileya 2012'an de heta roja Denktaş tê definkirin li hemû welat û nûnertiyên derveyî welat dê al heya nîviyê bên daxistin û şîna neteweyî bê îlankirin guncav hate dîtin." Hewildana hikûmetê ya wisa bû sedema nirxandinên "Li ber çavên dewletê qîmeta 34 welatiyan qasî qîmeta Denktaşekî nîn e."
Hasan Urek: Demekê ez bi ser xwe ve hatim lê min nekarî ez rabim ser piyan...
3 mufetîşên ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin peywirdarkirin 12 rojan li Qilebanê lêkolîn kirin û di 14'ê çileyê de lêpirsîna xwe temam kirin û vegeriyan Enqere. Di heman rojê de Hasan Urek ê ku di komkujiyê de birîndar xilasbû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihate dermankirin taburcu bû. Urek pişt re di hevpeyvîna bi DÎHA'yê re kir wiha gotibû: "Me mazot li hespên xwe kir û em derketin rê. Dema em gihştin gir leşkeran riya me birî û gule berdan hewayî û destûr nedan em derbas bibin. Di navbera me û leşkeran de zêde mesafe tunebû. Ez di nav koma ewil de bûm. Koma me ji 11 kesan pêk dihat. Li pey me komekî din dihat. Ew jî ji 17 û 18 kesan pêk dihat. Pişt re bombebarana balafiran dest pê kir. Ewil gir bombebaran kir û pişt re jî em bombebaran kirin û hevalên min îmha kirin. Ez 20 metreyan dawiya komê bûm û min dest bi revê kir û bi perçeyê li çenga min ket û ez birîndarbûm. Ez ji piyên xwe birîndar bibibûm. Tiliyekî min jêbibû. Ji ber dengê bombeyan guhekî min nedibihîst. Demek dirêj ez birîndar li ser berfê mam û ji ber agirê ji bombeyan derdiket pora min hemû şewitî. Pişt re ez nizanim bombebaran çiqas berdewam kir û çawa bû. Demekê ez bi ser xwe ve hatim min xwast rabim ser piyan lê min nekar û pişt re ez nizanim."
Li Roboskiyê teraziya edaletê şaşbû: Derbarê birîndaran de lêpirsîn
Hemû tiştên hatin vegotin ji bo hikûmetê tu tiştî îfade nedikir. Dest nadidan kesên komkujî pêk anîn lê bi hinceta êrîşa darpkirina qeymeqam hemû Roboskiyî û kesên bi birîndar xilasbûn biryara darizandinê hate derxistin. Di 16'ê çileyê de Davut, Servet û Haci Encu yên di komkujiyê de bi saxî xilasbûn bi îdîaya "li dijî zagona pasaportê muxalefet kir", "Sînor bi riyên dijzagonî binpêkirin" û "Li ser sînor bi qaçaxî mal anîn welat" ji bo îfadeyan bidin gazî kirin Fermandariya Alaya Gulyaziyê. Dîsa derket holê ku di bûyera qeymeqam de derbarê 70 kesan biryara girtinê hate derxistin. Dihate zanîn ku hemû kesên lêgerîna wan hatin derxistin li gundê Roboskiyê rûdiniştin û xizmên kesên xizmên xwe di komkujiyê de windakirinbûn. Ji ber ku ketin û derketina gund de kontrola nasnameya hemû kesî dihate kirin welatiyê Roboskiyê nedakarîn derbikevin derve.
AKP'ê hewilda ku bi 150 hezar TL Qilbanê veşêre
Di 16'ê çileyê Lijneya Wezîran kombû. Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, diyar kir ku dê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re tazmînatê bidin û heke malbat serî li DMME'yê bidin dê careke din tazmînatê werbigirin û ev gotin bûbûn sedema bertekan. Pişt re mijarên di cîvîna Lijneya Wezîran de hatin nîqaşkirin di çapemeniyê de hatin serwêskirin. Li gorî vê yekê hikûmeta AKP'ê di civîna Lijneya Wezîran de tazmînata li Qilebanê bide weke 100 hezar TL. diyar kir. Di çareçoveya "Zagona Zirara ji ber Terorê pêk hatin" jî 50 hezar TL. lê hate zêdekirin û vê yekê hikûmeta AKP'ê biryara bi 150 hezar TL. tazmînatê Qilbanê veşêre. Lê ligel malbatan ew pere qebul nekir dîsa jî di çapemeniyê de nûçeyên malbatan tazmînat girtin hatin weşandin. Piştî malbatan ev nûçe derew derxistin vê carê jî wezîrên AKP'î ketin dewreyê û got, "PKK ji bo malbat tazmînatan negirtin gefan li malbatan dixwe" daxuyanî dan. Lê malbatan ev daxuyanî jî derew derxistin. Serokwezîr Erdogan di 24'ê çileyê de di cîvîna koma partiya xwe de diyar kir ku ew dê 123 hezar TL. tazmînatê bidin malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û wiha gotibû: "Ev pere ji welatiyên me yên mexdur re weke şîrê dayîka wan helal e." Malbatan jî got, "Tu zarokên me yên bên firotin tunene" û bang li Serokwezîr Erdogan kirin ku kiryaran peyda bikin û wiha gotibûn: "Li gorî dîmenên heronan nederxistin holê wê demê tiliya wî jî di nav de ye" Serokwezîr Erdogan weke kiryar nîşan didan.
Di 18'ê çileyê de endamên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, diyar kir ku ew dê di 1'ê sibatê de biçin Qilebanê û lêkolîna bikin. Lê ji ber şertên hewayî ziyaret hate taloqkirin.
BDP'ê Roboski bire rojeva navneteweyî
BDP'ê serî li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY'î da û ji bo komkujî li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî bêdîtin daxwaza heyetê bişîne Tirkiyeyê û lêkolînan pêk bînin kir. Rapor bi riya e-maîlê ji Serokê Enternasyonala Sosyalîst Andreas Papandreu, Sekreterê Giştî yê NY'ê Ban Kî-Moon, Sekreterê Giştî yê NATO'yê A.F.Rasmussen, Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropa Thomas Hammerberg, Serokê Parlementoya Ewropa Martîn Schultz, ji Ce-OHCHR'ê Thorbjon Jagland, Serokê Komar Parlementoya Ewropa Martîn Collanan, Serokê Koma Parlementoya Ewropa Nîgel Farage, Hevserokê Koma Parlementoya Ewropa Danîel Cohn Bendît, Serokê Komar Parlementoya Ewropa Joseph Daul, Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a Agîtê, Serokê PES'ê Sergeî Stanîshev, Sekreterê Giştî yê AGÎT'ê Lamberto Zannîer, Rayedarê AGÎT'ê Knut Vallebaek û Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê hatin şandin. BDP'ê li gel dosyayan ji Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê re raporekî teknîkî jî şand. Li Meclîsê pêşniyarnameya Lêkolîna Meclîsê ya BDP'ê ya têkildarî komkujiyê de hate dîtin lê bi dengên AKP û MHP'ê hate redkirin. Di heman rojê de Serokwekîlê Koma BDP'ê Hasîp Kaplan got, "Di destê we de dîmenên heronan ên ji 4 saetan hene çima negihiştin dozgeriyê, çima biryara veşarî hate dayîn. Tu kes di mijara wisa însanî de rondikên derewîn nabarîn e. 26 roj borî lê heta niha tu kes weke bersûc jî bo îfadeyan nehatiye gazîkirin. Ev yekê mijar ji aliyê Dadgeha Ceza ya Navneteveyî ve bê lêpirsîn e."
Serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dan
Di 27'ê çileyê de BDP'ê komkujî bi dîmen û wênayan ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) re şand. Di serlêdanê de hate diyarkirin ku komkujî bi biryara Meclîsê ya 17'ê cotmeha 2007'an a hejmara 903'an a teskereyê ya ku di 12'ê cotmeha 2010'an û hejmar 975 salekê hate dirêjkirin û pişt re di 17'ê cotmeha 2011'an de careke din hate dirêjin pêk hat. Tirkiyeyê ev operasyon bi binpêkirina hemû rêgez û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan pêk kirin û li dar xist. Dema mirov berê xwe didin lêpirsînê û delîlan lêkolîn dikin di bûyerê de 'gundiyên qaçaxçîtiyê' dikin agahiya yekîneyên leşkeran pê heye û koma hatiye bombebarankirin bi awayekî zelal dizanîn sivîl bû. Dibe ku kiryarên vê yekê bi darizandina navneteweyî bên dîtin. Em bi van ramanan dixwazin dozgerî lêpirsînê bide destpêkirin."
Roboskiyan nasname avêtin ruyê Walî û fermandar
Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan piştî 28 rojan bi fermandarê leşkeran re çû Roboskiyê. Berî civînê leşkeran koliyên erzaq belav kirin. Lê gundiyan got, "Em birçî jî bimînin dê xwarina we ji me re heram e." û koliyên erzaq belavkirin erdê. Di civînê de welatiyekî nasnameya xwe avêt ber Walî û fermandaran û got: "Êdî ez hemwelatiyê welatê we nîn im. Ez ji hemwelatiya dewleta kurê min kuştinî fedî dikim." Di civînê de Walî Ozkan got ku Serheng Huseyîn Onur Guney ê ku ji peywirê hatiye dûrxistin "bêsûc e" Di cîvînê de ciwanekî jî bertek nîşan da û wiha gotibû: "We birayê min kuşt hûn bi kîjan rû hatin vir? Ev jî têran nake me hemûyan digirin. Werin min jî bigirin navê min jî di lîsteya we de heye. Heke hûn bikarbin bigirin wer min bigirin." Walî Ozkan xwestibû wi ciwanî hebêz bike û wi ciwanî jî gotibû: "Destên we yên xwîna birayê min pêv heyî li min nede" Gundiyan got ku "ji bo dewletê paqij bikin lihev hatin e."
Çapemeniya AKP'ê vala nedirawestiya. Rojnameya Sabahê, têkildarî komkujiya Roboskiyê de nûçeyekî derew çêkir û got ku di bûyerê de 6 endamên HPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan birin Heftanînê. Ev nûçeya derew di hemû çapemeniya cemate û televîzyonên cematê de hate weşandin. Rojnameya Zamanê ya berdevkiya cematê dike jî diyar kir ku komkujiya Roboskiyê ji aliyê PKK'ê ve hate organîzekirin. Di komkujiyê de rola DYA'yê jî hate nîqaşkirin. Di 27'ê çileyê de Serbalyozxanê Enqere yê DYA'yê bi hine nûnerên rojnemeyên Enqere ra axivî û diyar kir ku tu eleqeya DYA'yê bi operasyonên Tirkiyeyê yên derveyî sînor tûneye û wiha gotibû: "Me têkildarî Qileban bê hedef girtin tu tişt nekir. Em piştgiriya îtîxbarê ya li dijî PKK'ê didin. DYA, tevlî pêvajoya hilbijartina hedefan a Tirkiyeyê nabe. Lê mijdar hedef girtin ayîd Tirkiyeyê. Dema Tirkiye hedefên xwe diyar dike hûnera xwe bikartîne. Em jî ji ber agahiyên kêmas şaştiyên dikin. Ev yek asayî ye. Berê ji ber vê yekê lêborîn hatibû xwestin. Ev yek jî şaştiyekî trajedîk e." Piştî cîvîna Lijneya Wezîran a di 30'ê çileyê de Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç daxuyanî da û pirsa rojnamegerekî ya dê Qileban bê ziyaret kirin an wiha bersivand: "Gerekî wisa dê kengî pêk bê û kî dê tevlî bibe rast ez nizanim. Di rojeva me de tiştekî wisa tuneye."
'Fermana komkujiyê ji Enqere hat'
Di 1'ê sibatê de Rojnameya Mîlliyetê de nûçeya bi sernava "Li Qilebanê îstîxbarat ji Heronan, fermana 'lêdanê' ji Enqere hat" weşand û di nûçeyê de hate diyarkirin ku dîmenên heronan li 6 navendan "di heman demê de" dihatin temaşekirin û femana komkujiyê ji Enqere hat. Hefteyek berî vê nûçeyê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftinekî xwe de gotibû: "Berî bombebarana Qilebanê rayedarên leşkeran wekî Serokwezrî li te geriyan û gotin 'koma ji 50 kesan heye di nav de kesên sivîl jî hene' te jî fermana 'lêdin' da na na? pêk hat û gumanên ferman ji aliyê Serokwezîr ve hate dayîn zêdebûn. Çavkaniya nûçeya rojnameyê têkildarî operasyonê de wiha digot: "Li Enqere, Meletî, Amed, Şirnex, Wan û bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê dîmenên heronan saniye saniye dihatin temaşekirin û tevgera hewayî li ser fermana Enqere pêk hat. Piştî fermana ji Enqere hat topbarana Fermandariya Tugaya Sêgirkê hate rawestandin û balafirên şer ketin dewreyê. Êvarê saet di 19.30-20.00'an de koma qaçaxçiyan li ser sînor dihate bombebarankirin. Pişt re heron careke din li ser herêmê firiyan û 45 deqe şunda balafirên şer bi armanca kontrolê herêm cara duyemîn bombebaran kirin. Kesên di bombebarana ewil de bi saxî xilasbûn di bombebaran duyemîn de jiyana xwe ji dest dan." Agahiyên kesê rayedar dayîn û kesên bi birîndarî ji komkujiyê xilasbûn hev û dû digirin.
Di 1'ê sibatê de dosyaya lêpirsîna komkujiyê ji Wekîlê Serdozgeriyê Komarê yê bi Payaya Taybet yê Amedê re hate şandin. Serdozgerê Komarê yê Şirnexê û Dozgerê Komarê yê Qilebanê diyar kirin ku wan li gorî xwe dosya temam kir û ji Amedê re şandin.Wekîlê Serdozgeriyê Komarê yê bi Payaya Taybet yê Amedê û Dozgerê Komarê yê Qilebanê berê têkildarî bûyerê re ji Fermandariyê dîmenên heronan ên ji 4 saetan pêk tên xwestibûn û Serfermandariyê ev dîmen di 23'yê çileyê de ji dozgeriyê re şandibûn.
Demîrtaş: Serokwezîr dibe ku li Dîwana Bilind bêdarizandin
Di 4'ê sibatê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo hinek hevdîtina bike çû Îngîlterey û ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir ku Serokwezîr Erdogan baş dizane ku berpirsiyarê komkujiya Roboskiyê kiye û wiha gotibû: "Sûçê qetilkirina 34 ciwanên kurd li holê ye. Heke ev kar heta Serokwezîr dirêj dibe dibe ku Serokwezîr li Diwana Bilind bê darizandin."
Komîsyona Jinê ya Qilebanê ya di bin banê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hate avkirin di 5'ê sibatê de çû gundê Bêcûhê. Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun, Parlementerê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, endamên komîsyonê yên AKP, CHP û MHP'î û gelek kesên din çûn mala Sadik Alma yê ku kurê xwe di komkujiyê de winda kir. Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun ji welatiyên di destê wan de daxwaznameyên heta bûyer neyê zelalkirin tazmînatan qebûl nakin re axaftinek kin kir û diyar kir ku ji bo bûyerê zelal bikin hatin û dê li Qilebanê lêkolînekî berfireh bikin. Lê endamên AKP'ê yên wê rojê di nav heyetê de cih digirin gotin, "Em dê wênekî xîz bikin em tu fanteziyan nakin" Xwîşka Serhat Encu Hanim Encu piştî hevdîtinê got: "Qatilê vê bûyerê Erdogan e. Kesên hatin vir ji bo parastina wî hatin e. Em pereyê wan naxwazin." Piştî hevdîtinê Ustun jî gotibû: "Em tazmînat da malbatan"
Roja din komîsyona li Şirnexê hevdîtin kirin gotin, "Em dixwazin dîmenên heronan temaşe bikin." Endamê komîsyonê yê BDP'î Ertugrul Kurkçu, diyar kir ku li Şirnexê bi rayedaran re hevdîtin kirin û rayedarên leşkerî ji wan re gotin ku di şeva bûyerê de herêm hatiye qedexekirin û têkildarî bombebaranê de tu agahî ji wan re nedan û wiha gotibû: "Wateya vê gotinê zelal e. Ferman ji Serokwezîratiyê û Serfermandariyê hate zelel e." Daxuyaniyan Serokê Komîsyonê Ustun nerehet kir. Ustun ji endamên komîsyonê sansur xwest û da zanîn ku agahiyên ferman ji Enqere hate dayîn şaş in.
Di 6'ê sibatê de Şaxa Rêxistina Efuyê ya Tirkiyeyê têkildarî lêpirsîna komkujiya Roboskiyê ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn re name şand. Di nameyê de hate diyarkirin ku lêpirsîn bi bawer nîn e û çima lêpirsîn ji parêzer û mexduran re hatiye girtin daxwaza rayedar daxuyaniyekê bidin hate kirin.
Di 8'ê sibatê de li Tirkiyeyê û gelek bajarên herêmê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan mewlîd hatin dayîn. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mewlîda Roboskiyê ya bi hezaran kes tevlîbûyî de axivî û wiha got: "42 rojin tiştên li vir tên jiyîn yek dayî dizanin yek jî kesên heskirina mirovan li cem wan heyî dizanin." Demîrtaş diyar kir ku berpirsiyarê Roboskiyê AKP ye û ji Serokwezîr Erdogan re got, "Heke tu hesaba vê komkujiyê nepirsî dê ev gel ku te hesabê bipirse."
100 kesên di nav de siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rewşenbîr û akademîsyen jî hene di 9'ê sibatê de li Edliyeya Stenbol a Çaglayanê derbarê Serokwezîr Erdogan, Serfermandar Necdet Ozel, kesên îtîxbarata bombebarana gundê Roboskiyê dayîn, hemû rayedaêrn leşkeran û personelên leşkerî de serlêdana sûc kirin.
Komîsyona Qilebanê gotibû di demek nêz de lê....
Komîsyona Qilebanê piştî lêkolînên Roboskiyê û Şirnexê têkildarî komkujiya Roboskiyê de nexşeriya xwe diyar kir. Serokê komîsyona jêrîn Îhsan Şener diyar kir ku biryara dîmenên heronan temaşe bikin girtin û ji Aselsanê 3 kesên pispor xwestin û dê bi wan re vê yekê bikin. Şener, anî ziman ku ji Serfermandariyê jî agahiyên berfireh xwestin û wiha got: ''Piştî agahiyên di destê me de hatin nirxandin heke mijarekî kêm ma be endamên komîsyonê dixwazin ji saziyên din careke din bixwazin. Em plan dikin ku di demek nêz de rapora xwe temem bikin." Lê ligel bi ser komkujiyê de salek derbasbû tu rapor li holê tunene.
Dîmen gelek zelal in!
Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz di 10'ê sibatê de tevlî bernameya NTV'ê bû û diyar kir ku wî dîmenên heronan ên têkildarî Roboskiyê temaşe kirin û wiha got: "Di dîmenan de nayê fêmkirin ku jin in an zarok in. Hûn fêmnakirin ku ka 'teroîst' in an qaçaxçî ne." Lê pişt re endamên komîsyonê di 15'ê sibatê de dîmen temaşe kirin û gotin dimen zelal in û tên fêmkirin. Endamên komîsyonê yên CHP'î gotin, "muyên me bûn jujin" Her tişt bi awayekî zela tê xuyakirin. Parlementerê CHP'ê yê Enqere Levent Gok, jî wiha got: "Bi awayekî zelal kesên li hespan disawar dibin û ji sînorê Tirkiyeyê heta sînorê Suriyeyê me tesbît kirin. Dîmen gelek zelal in. Di dîmenan de sewal û mirov zelal in. Ev dîmen di çin Êlihê û diçîn Serfermandariyê." Lê piştî vê daxuyaniyê serokê Komîsyonê Ustun nerehet kir û diyar kir ku ji dîmenan tu tişt nayê fêmkirin.
BDP'ê debarê Serokwezîr û Serfermandar de gîl kir
BDP'ê di 16'ê sibatê de derbarê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, Wezarê Dadê Sadullah Ergîn, Musteşarê MÎT Hakan Fîdan, Serfermandar Necdet Ozel, Fermandarê Hêzên Bejayî Hayrî Kivrikoglu, Fermandarê Hêzên Hewayî Mehmet Erten û rayedarên kontrola Predatoran dikin li Edliyeya Enqere serlêdana sûc kir. Li aliyekî ev geşedan pêk dihatin li aliyê din derbarê kesên komkujî şermezar dikirin doz dihatin vekirin. Derbarê xwendekarên Zanîngeha Abant Îzzet Baysal a Boluyê de ji ber komkujî şermezar kirin lêpirsîn hate vekirin. Di serî de Riha û Edene gelek kes jî hatin binçavkirin û gelek kes hatin girtin.
Di 22'yê sibatê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxuyaniyek da û nûçeyên di hinek çapemeniyê de derdikevin ên derbarê Erdogan û Necdet Ozel de lêpirsîn hate despêkirin dewrewandin.
Tazmînata Roboskiyê di qirika çapemeniyê de ma!
Piştî 3 meh bi ser komkujiyê re darbas bûn jî di çapemeniyê de nûçeyên gundiyan tazmînat girtin "serî li walîtiyê dan" weşandin. Lê malbatan diyar kirin ku nûçeyên derdikevin derew in û wiha gotin: "Lêgerîna me ya edaletê manîpule dikin."
Diyariyên Emîne Erdogan di destê wê de man!
Gera Emîne Erdogan a ku gelek caran hate taloqkirin di 6'ê adarê de pêk hat. Bi hevsera Erdogan Emîne Erdogan re Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn, wekîlên AKP'ê yên Şirnexê li gundê Roboskiyê bi malbatan re hevdîtin pêk anîn. Emîne Erdogan piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî daxuyanî da û wiha got: "Em gelek baş hatin pêşwazîkirin." Diyariyên xwestin bidin zarokan ji aliyê malbatan ve hatin redkirin. Malbatên jî diyar kir ku rojeva wan a tazmanatan tuneye û daxwaza wan tenê "Demildest kiryar bên dîtin" heye û di vê mijarê de nameya dan AKP'iyan.