Warê Duzgun Baba Wêran kirin
LEYLA SOGUT Li navçeya Qislê ya Dêrsimê şîrketa Duzgun Baba ya Ocaxa mermerê ku bi şertê molozan binax bike înşeat ava kir, piştî ket meriyetê moloz li kontara çiyê vala kir. Piştî molozên mermerê li kontarê hatin valakirin û hilweşiyan warê germav û Duzgun Baba ku pîroz tên dîtin di bin molozê de man û wêran bûn.
Li gundê Doluca yê navçeya Qislê ya Dêrsimê 7 sal berê Şîrketa mermer ya Duzgun Baba hate avakirin, şertê ku molozên mermeran binax bike hate îmzekirin. Piştî ku şîrketa mermeran ev şertê molozê binax bike û hilberîna mermeran bike ket meriyetê, dest bi xebatê kir. Şîrketa ku 5 salin li çiyê mermer derdixe, li şûna ku molozên mermer têxeçalê û binax bike, 5 salin molozên mermer li kontara çiya rodike. Ji ber ku moloz wekî girekî bilind bû, girê molozê hilweşiya û warê germavên pîroz û Duzgun Baba di bin hilewşîna molozan de ma. Bi hilweşîna molozê re he rê hate girtin, hem gelek dîrekên ceyranê di bin hilweşîne de ma. Rê hate girtin, dîrek ketin xwar û qabloyên ceyranê qetiyan û hêj rêya gelek gundan ji çûn û hatinê re girtî ye.
'Peyman îhlal kirin'
Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar yê BDP'î Hakki Kalan, anî ziman ku dema şantiya mermer hate avakirin wan şert û peymana ku molozên mermer binax bike danî ber şîrketê û wiha got: "Lê 5 salin şîrket vê peymanê îhlal dike û li gorî xwe hilberînê dike. Bi awayekî korsan xebatê dimeşîne. Şîrketê 2 sal berê xebatê xwe bi dawî kir û 2 salin korsan dixebite. Molozan li kontara çiyê rodike. Ji ber vê talûkeya molozan me ji Qeymeqamiyê xwest ku heyetê bişîne û Qeymeqamiya Qislê heyet şand vir û lêkolîn kir. Ez jî di nava heyetê de bûm. Me li vir lêkolîn kir. Me rapor amade kir û pêşkêşî rayedarên fermî kir."
'Paqijkirina wê zahmet e'
Kalan, anî ziman ku gelek caran mijar ji Sekreterê Giştî yê Bajar re jî got û Sekreterê Giştî rapor ji şand ji elemanê teknîka madenê ya Enqereyê re şand û wiha axivî: "Lê elemanê teknîka madenê ya Enqereyê heta niha bersîv neşandine. Heta niha tu tedbîr nehatin girtin. Herî dawî ji ber rayedar sersar tev geriyan û destûr dan, girê molozê hilweşiya û germav û warê Duzgun Baba wêran bû. Piştî hilweşinê bi tirilyonan vir paqij nabe û rast nabe." Kalan, destnişan kir ku warê Germav û Duzgun Baba ku pîroz e wêran kirin û talan kirin.
Welatiya bi navê Hatun Gormez ku mala wê nêzî ocaxa mermer e jî anî ziman ku ji ber toz û gemara ocaxa mermerê dema ducanî bû bandorek neyînî li ser zaroka wê çêkir û piştî zarok anî dinyê pirsgirêka bêhnstendinê dijî. Gormez, anî ziman ku bi nexweşiya astimê ketiye û pirgirêka astimê dijî. Gormez, anî ziman ku ev ocaxa mermerê gefan li tenduristî û derdorê dixwe û heta niha tu partî li wan xwedî derneketiye.
'Em germava xwe dixwazin'
Gormez, anî ziman ku niha germava wan di bin avê de maye û germava wan wêran bûye. Gormez, bilêv kir ku ew pir xemgîn bûne ku germav di bin avê de maye û ew dîsa germava xwe dixwazin. Gormez, destnîşan kir ku ev germav ji bo tenduristiyê jî gelek baş bû û gelek nexweş li vê beşê derman dibûn."
(mae)