`We ferman da, wan bombe kir!`
Demîrtaş: Birêz Serokwezîr we ferman da balafiran û wan jî mirov bombe kirin
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, di kongreya BDP'ê ya Mîdyatê de Serokwezîr R. Tayyip Erdogan rexne kir û wiha got: "Brêz Serokwezîr Erdogan her kes dizane ku li Roboskiyê çi pêk hat. Di ser komkujiyê re 2 meh û nîv derbas bûn, lê hêj we bûyer ronî nekiriye. Hûn dê çi lêkolîn bikin? We ferman da balafiran û mirov bombe kirin."
Rêxistina BDP'ê ya Mîdyatê, beriya Kongreya rêxistina xwe, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li ber avahiya BDP'ê şahî pêk anîn. Di şahiya 8'ê Adarêde Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Şahiya ku li ber BDP'ê pêk hat di demek kurt de vegeriya mîtîngê. Bi hezaran kesên tev li şahiyê bûn pankarta "Hûn bi xêr hatin fetîha keleha Mîdyatê" vekirin. Demîrtaş, di bin dorpêça polisan de ket nava Mîdyatê û derbasî qada mîtîngê bû. Girsê di mîtîngê de bê navber ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin. Piştî Demîrtaş derket ser dikê girsê bi dirûşma "Mîdyatê bi we serbilind e" pêşwazî kir. Demîrtaş, anî ziman ku ew denê di dema hilbijartinê de naçin gel ziyaket nakin û her tim di nava gel de dene. Demîrtaş, anî ziman ku tu partî dê nikaribin Mîdyatê bikin keleha xwe û wiha got: "Mîdyat keleha gelan e. Keleha pêşbînî, biratî, aştî, bawerî û rengan e. Divê em dilê gelê Mîdyatê fetih bikin. Ger ku em dilê gelê mîdyatê qezenç bikin qezenca herî mekin e."
'Em ji bo azadiyê têdikoşin'
Demîrtaş, anî ziman ku li gel tanq û topên AKP'ê, li gel panzer û polîsên AKP'ê û qeymeqamê AKP'ê dê dîsa bi gelê Mîdyatêre tev bigerin û projeyên xwe bi gelê Mîdyatê re parve bikin. Demîtaş, bang li kesên dibin astengdar kir û wiha got: "Li vê axa ku navê wê Kurdistan e, dema hûn bûn bi tirs li nava kolanan digeriyan, me li qadan têkoşîna azadiyê dimeşand. Em têkoşîna azadiyê didin. Lê hûn li pêş rantê ne. Em baş dizanin ku hûn ji kijan kevneşopiya derbeyan hatine. Dema me di 12'ê îlonê de li dijî fazîşmê têkoşîn dida li dijî kontrgerîa û JÎTEM'a we têkoşîn dida wê demê hûn li pwêş îhale û rantê bûn."
'Bila her kes bi ziman û baweriya xwe bijî'
Demîrtaş, anî ziman ku dema dewlet welatiyan dişîne leşkeriyê nasnameya wî ya ereb, kurd, tirk, çerkez, suryan û laz napirse û wiha got: "Dema ciwanan dişîne leşkeriyê û dema vergiya xwe distîne wek hev tev digere. Lê dema vêrgiya ji gel stendiye wekî xizmetê belav dike cudakariyê dike."
'Ger ku Qeymeqamê Midyatê bibe endamê AKP'ê ez dê hurmet nîşan bidim'
Demîrtaş, helwesta Qeymeqamê Mîdyatê jî rexne kir û anî ziman ku ger bibe endamê AKP'ê dê hurmetê nîşanî wî bide û wiha got: "Ger ku tu qeymeqamê dewletê be û wek hev nêzî hemû partiyan bide divê tu piştî kongreyê Serokê Rêxistina BDP'ê pîroz bike."
'Brêz Serokwezîr Erdogan we ferman da û mirov bombe kirin'
Demîrtaş, da zanîn ku dema ew wekî Serokê partiya siyasî diaxivin berî her tiştî pêwiste rastiyê ji gel re bêjin û wiha got: "Lê Serokwezîr û Serokê Giştî yê Partiyekê tê Mîdyatê û li çavê gel dinere û derewan dike. Di vê serdema ku em ji bo diyalog û muzakereyan de dêtikoşin, AKP BDP'ê sûcdar dike. WEkî ku me Roboskî aloz kiribe me sûcdar dike. Brêz Serokwezîr Erdogan di ser komkujiya Roboskiyê re 2 meh û nîv derbas bûn. Lê we hêj bûyer ronî nekir. Hêj hûn lêkolînê dikin. Hûn çi lêkolînê dikin? Hûn rabûna balafirên şer lêkolîn dikin? We emîr da? We dizanî Bû ku sivîl in. We fermana rabûna balafiran û bombebaranê da. We ferman da Brêz Serokwezîr. Li gel ku her tişt ew qas ronî ye hûn çi lêkolîn dikin? "
Piştî axaftinê komên muzîkê derketin ser dikê û şahî hate lidarxistin
BDP'a Mîdyate kongreya xwe pêk anî
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehatîn Demîrtaş, pişt re tev li kongreya BDP'ê ya Mîdyatê bû. Kongre bi rêzgirtin, axaftin û xwendina raporan bedewam kir. Di kongreya ku bi yek lîsteyê çû hilbijartinê de ji bo Hevserokatiya Rêveberiya BDP'ê Fîlîz Işik û Zeydan Akgun hatin hilbijratin.
(mae)