1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Wefata Elçî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e´
´Wefata Elçî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e´,wefata,elçî,ji,bo,gelê,kurd,windahiyek,mezin,e

´Wefata Elçî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e´

Kongra-Gel: Wefata Elçî ji bo gelê Kurd windahiyek mezin e

A+ A-

Serokê Giştî yê Kongra-Gel Remzî Kartal têkildarî wefatbûna siyasetmedarê Kurd û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî de peyamek ya sersaxiyê weşand. Kartal di peyama weşandî de da diyarkirin ku, wefata Elçî ji bo gelê Kurd û siyaseta Kurd windahiyekî mezine.

Kartal destnîşan kir ku, Elçî di tevahiya temenê xwe de ji bo yeketiya netewî ya gelê Kurd û çareserkirina pirsgirêka Kurd tekoşîna daye. Kartal got; “Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafetîn Elçî bêdem ji nava me veqetiya û ji bo siyaseta Kurd ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi yeketiya netewî heyî windahiyek mezine û cihê wî nayê dagirtin.”

Kartal diyarkir ku, “Ez li beramberî bîranînên binirx yên Birêz Şerafetîn Elçî bi dirêjahiya temenê xwe yê daye tekoşînê ditewînim. Kartal aşkera kir ku, ew bawer dike ku gelê Kurd dê xwedî li mezinê xwe yê hêja derbikevin.

Kartal herî dawî got; “Ez ji xwedê ji bo Birêz Şerafetîn Elçî rehmetê dixwazim, di serî de serê malbat, KADEP, BDP’ê û hemû gelê Kurd sax be.”

ANF NEWS AGENCY