1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welat Verroj derket
Welat Verroj derket,welat,verroj,derket

Welat Verroj derket

A+ A-

Hejmara yekem a Welat Verroj a bi zaravayê kirmanckî ya ji aliyê Rojnaemya Azadiya Welat ve hate amadekirin derket. Rojname hefteyî ye û armanca rojnameyê ew e ku ziman pêş bixe.

Rojnameya Azadiya Welat ji bo zimanê kurdî pêş bikev û di nava civakê de bê axivîn peywireke mezin dibîne. Azadiya Welat ji bo zaravayê kirmanckî di civakê de bê axivîn û pêş bikeve rojnameya heftena ya bi navê "Welat Verroj" amade kir û hejmara yekemîn derket. Hejmara rojnameyê di Cejna Zimanê Kurdî de li gel Azadiya Welat bê pere ji xwendevanan re hate pêşkêşkirin. Rojname bi manşeta "Roşanê ziwanê kurdî pîroz bo" derket û ji 8 rupelan pkktê. Ligel nivîsên rojane, qunçe nivîs û nivîsên li ser jinê têkildarî çand û hunerê de jî nivîs cih digirin.

Ji edîtorên Azadîya Welat Ehmedê Bira, diyar kir ku demek dirêjin dixwastin rojnameyek wisa derbixin lê hinek gumanên wan hebûn. Bira, anî ziman ku gumana wan ji ber di nav zaravayê kirmanckî de gelek peyvên biyanî hene û wiha got: "Divê êdî li cihekî destpêkhatiba kirin. Ev rojname ya hemû kesên dildarên ziman e. Em dixwazin avê bidin zimanê bêva dixwazin bê hiştin û ji nû ve şîn bikin."

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî