1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welatiyê Qendîlê nûçeya gerîlayan agir berdane rezên wî derew derxist-Vîdyo
Welatiyê Qendîlê nûçeya gerîlayan agir berdane rezên wî derew derxist-Vîdyo,welatiyê,qendîlê,nûçeya,gerîlayan,agir,berdane,rezên,wî,derew,derxist,vîdyo

Welatiyê Qendîlê nûçeya gerîlayan agir berdane rezên wî derew derxist-Vîdyo

“Bi zimanê me li hinek dezgehên ragihandinê hatiye belav kirin ku gumana me li ser hevalên gerîla heye ku rezên me ji aliyê wan ve hatine şewitandin. Ev yek derew e"

A+ A-

ROJNEWS / ZAGROS ROJHELAT / QENDÎL VÎDEO! https://www.youtube.com/watch?v=iZ2iF9d_ibg

Di 25’ê Tebaxê de ji aliyê malpera Basnewsê ya girêdayî PDK’ê ve nûçeyek hat belavkirin û hat îdia kirin ku gerîlayên HPG’ê ziyanê digihîne xelkê binarê Qendîlê, rez û baxên wan di şewitînîn. Gundiyên Binarê Qendîlê bi rêya RojNewsê ew nûçeya Basnewsê derewandin.

Derewan li ser navê me belav dikin

Gundiyê ku erdê wî hatiye şewitandin û bêyî ji Basnewsê re baxive û nûçe li ser navê wî hatî çêkirin, Feysel Heqî Axa li ser şetewa erdê xwe ji RojNewsê re wiha got: “Bi zimanê me li hinek dezgehên ragihandinê hatiye belav kirin ku gumana me li ser hevalên gerîla heye ku rezên me ji aliyê wan ve hatine şewitandin. Ev yek derewe. Ev dibe cara yekê ez li gel kenalekê daxivim, ew jî ya we ye. Qet ji wan ragihandinan razî nabim ku tên li ser navê me derewan dikin û belav dikin.”

Feysel Heqî Axa destnîşan kir ku qet gumana wî li ser tu kesê nîne ku hatine rezê wî şewitandî be û wiha ragihand: “Qet gumana min ji hevalekê (gerîla) nîne û heval qet ziyanên wiha nakin. Ezê heya dawiya jiyana xwe ji li pey vê cinayetê bikevin.”

Xwediyê erdê hatiye şewitandin Feysel Heqî Axa di dewama axiftina xwe de destnîşan ku ez ji hevalên gerîla daxwaz dikim ku nehêlin mafê min winda bibe, vê bûyerê bişopînin û heqê min ji wan bistînin.

‘Hevalên gerîla jingehparêzin’

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen jî li ser van nûçeyên ji aliyê hinek dezgehên ragihandina Başûr ve tên amadekirin wiha anî ziman: “Di bersiva li ser van ragihandinên li ser navê mala kak Feysel Heqî de gotine ku komek heval ev rez şewitandiye, dikarim bêjim li Binarê Qendîlê ev çend sale hevalên gerîla lê jiyan dikin û hemû heval jî ji her kesê zêdetir jîngehparêz û dostê xelkê ne.”

Mihemed Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev yek ji bo her kesê eşkere ye, eger faşîstên Tirkiyeyê ji hewa ve êrîşî Qendîlê dikin, mal û milkê xelkê kavil dikin, yên ku ev der şewitandîne jî heman hevkarê dewleta Tirkiyeyê ya dagirkerin. Em her cure propagandeyên bi vî rengî yên li ser hevalên gerîla red dikin. Ji ber ku heval dostên jingeh û xelkê ne. Yên ku dixwazin ziyanê bigihînin xelkê, Tirkiye û hevkarên wan in.”