Welatiyên Elewî: Êrîş li dijî hebûna me ye em qebûl nekin
DERSIM (DÎHA) - Li Dêrsimê piştî îlana OHAL'ê û "Herêmên Ewlehiya Taybet" navenda baweriya elewiyan Rêye Haq hat girtin. Pêşengên elewiyan bertek nîşanî girtina Rêya Heq dan û diyar kirin ku ev êrîş li dijî hebûna wan e. Pêşengiyan xwest demek berî demekê ev qedexên li ser navêndên wan bê rakirin.
Li Dêrsimê yek ji navendên pîroz û warê baweriyê Rêye Haq bi îlana OHAL û Herêma Ewlehiya Taybet hat girtin. Girtina Rêya Heq bû sedema nerazibûn û bertekên welatî û pêşengên elewî. Hemû ziyaret heta fermanek din dê girtî bê hiştin. Gelê Kizilbaş ê elewî bertek nîşanî vê qedexeyê da û anî ziman ku armanca vê yekê tunekirin û êrîşa li dijî baweriya wan e.
Pêşengên elewiyan bang li îktidarê kir û wiha gotin: "Em bizanibin ku ax zuha bibe, dar û ber bimirin û av xwe ji me bixeyidinê, wê demê em nikarin bijîn. Ji ber vê yekê ya ku bêhn, hêvî û jiyanê dide me, ev warên me yên baweriyê ku me dike em, hûn nikarin wan ji destê me bigirin û qedexe bikin."
'Li dijî mafên mirovan e'
Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Ayten Şimşir, diyar kir ku qedexeya navendên baweriyê nayê qebûl kirin û bi vê yekê dixwazin carek din elewiyan tecrid bikin. Şimşir, anî ziman ku elewî di nava pergala dewletê de demek pir dirêj hat tecrîd kirin û dixwazin wan bi tecridek din tune bikin û wiha got: "Niha bi OHAL'ê nişangâh, ziyaretgâh û navendên bawerî û çandê qedexe bikin. Ev li dijî mafên mirovan e."
'Qedexe êrîşa li dijî hebunê ye'
Şimşir, destnîşan kir ku li hemû deverên cîhanê baweriya mirovan azad e û di warê baweriyê de divê qedexe tune bin û wiha got: "Elewî bi ax, çiya û xwezayê re bûne yek. Hebûna wî di nava hebûna xwezayê de ye. Ger ku tu wî ji xwezayê qut bike ji jiyanê qut dike. Ev êrîşa li dijî hebûna me û nirxên me ye. Em mecbûrîn li çand, bawerî, ziman û nirxên xwe xwedî derkevin. Tu hêz nikare baweriyên me li me qedexe bike. Em dê heta dawî li warên xwe yên pîroz û baweriyê xwedî derkevin. Dîroka elewiyan dîroka zindî ye. Ev jî navendên wan ên baweriyêne.
Nûnerê komeleya Ocaxa Kureyş Baba ya Diusburgê Erkan Akyuz jî anî ziman ku ji bo ew ocaxê ziyaret bike hatiye vir û wiha got: "Bi vê qedexeyê dixwazin Ocaxa Kureyşan bide windakirin û ji bîrkirin. Em 2 hefte berê derketin Duzgün Bawa. Li Nazimiyê Serbazekî rêya me girt û destûr neda ku em biçin şikefta pîroz. Li wir Girê Zargovit heye. Şopa Piyên Kureyş Baba heye. Lê kes nikare biçe wir. Niha ji ber ku rê qedexe ye mirov nikare biçe Duzgun Bawa. Em bang li saziyên civakî dikin ku li hemberî van qedexeyan bêdeng nemînin.
Endama Ocaxa Kureyşan Rahime Kizilkan jî anî ziman ku ji ber mihricanê ziyareta ocaxê zêde ye û li gel qedexeyan gelê elewi li warên xwe yên çandî, dirokî û pîroz xwedî derdikevin. Kizilkan, xwest her kes li bîr û baweriyên xwe xwedî derkevin û biparêzin."
(mae)