1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welatiyên Girê Spî: Paqijiya nîjadî çeteyên DAIŞ'ê kirin
Welatiyên Girê Spî: Paqijiya nîjadî çeteyên DAIŞ'ê kirin,welatiyên,girê,spî,paqijiya,nîjadî,çeteyên,daiş,ê,kirin

Welatiyên Girê Spî: Paqijiya nîjadî çeteyên DAIŞ'ê kirin

A+ A-

MEHMET SIDDIK DAMAR / HAYRÎ DEMÎR

RIHA (DÎHA) - Welatiyên Girê Spî 2 sal berê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê rastî pêkanînên dijmirovahiyê hatibûn, dîl hatibûn girtin. Bi sedan welatiyên kurd ên Girê Spî ji hêla çeteyên DAIŞ'ê hatibûn qetilkirin û bi hezaran malbat jî ji ber destên wan reviya bûn hatibûn Bakur. Welatiyên Girê Spî bi kelacanek mezin niha jî li benda vegerê ne. Welatiyê bi navê Xelîl Muslim diyar kir ku dema DAIŞ Girê Spî dagir kir dest bi 'paqijiya nîjadî' kirin û xwestin hemû kurdên Girê Spî di komkujiyê re derbas bikin. Muslim da zanîn ku dema Girê Spî ji çeteyan hate azadkirin careke din vegeriya jiyana xwe ya civakî.

Piştî ku Girê Spî ji hêla hêzên YPG, YPJ û Burkan El Firat ve hat rizgarkirin welatiyên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ’ê û pevçûnan koçber bûn jî vedigerin axa xwe ya hatiye azadkirin. Piştî ku bajar hate azadkirin û lêgerîna mayinan hate kirin 3 rojên ewilî welatî derbasî axa xwe bûn. Dema 2 sal berê çeteyên DAIŞ'ê Girê Spî dagirkirin li hemû deveran hişmendiya xwe ya qirêj bi darê zorê xistin dewrê û xwestin li kurdên Girê Spî jî di komkujiyê re derbas bikin. Welatiyê bi navê Xelîl Muslim û Mahmût Şêxo 2 sal berê dema çeteyên DAIŞ'ê Girê Spî dagirkirin rastî îşkence û zilma çeteyan hatin û ew rojên jiyane bi ajansa me re parvekirin.

'DAIŞ'ê bi sedan kurd revandin'

Xelîl Muslim diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê hemû tiştên wan talan kirin û wiha axivî: "Mala me li ser serê me xera kirin. Digotin bila kurd li vir nemînin. Ji wesayîtên me heta rûyên doşekên me hemû dizîn. Me li Ayn Îsa dîl girtin. Bi rojan li îkencexaneyên xwe îşkence bi me kirin. Yên dibêjin YPG paqijiya nijadî dike bila li DAIŞ'ê binêrin. Esil 'paqijiya nîjadî' çeteyên DAIŞ'ê kirin. Bi sedan kurd hatin qetilkirin. Bi sedan kurd hatin windakirin. Hatin serjêkirin. Ez û hinek xizmên xwe bi dizî em ji nav destên wan filitîn. Em heta niha jî tu agahiyan ji xizmên xwe yên hatibûn revandin nastînin."

'Bi dehan nasê me ji hêla DAIŞ'ê ve hatin kuştin'

Muslim bilêv kir ku ev 2 sale ji welatê xwe dûr e û wiha pê de çû: "Em texmîn dikin ku ew nasên me hatine kuştin. Ne wijdan ne jî merhamet bi wan re heye. Şervanên me yên YPG/YPJ'ê ew çeteyên qirêj ji welatên me derxistin û em niha pir kêfxweş in. Ez dibêjim qey ez nû hatime dinyayê. Jinên me yên qehreman rûmeta me ne. Em bi saya wan niha dîsa dikin vegerin welatê xwe. Em bi xizmên xwe yên li Girê Spî dimînin re axivîn û gotin hemû malên kurdan hilweşandin. Tenê dîwarê mala min maye. Dîsa jî ji ber Girê Spî hat azadkirin ez pir kêfxweş im."

'Dema Girê Spî rizgar bû ji kêfa hêsir ji çavên min bariya'

Welatiyê din bi navê Mahmût Şêxo jî 2 sal berê bi heman sedema ji Girê Spî derketiye û piştî Girê Spî hat azadkirin li ber deriyê sînor li benda vegerê ye. Şêxo der barê hatina xwe û helewesta çeteyên DAIŞ'ê ev tişt anî ziman: "2 sal berê ev çateyên hovane ketin welatê me. Her tiştên me talan kirin. Bi rojan îşkence bi me kirin. Ji mere digotin 'hûn kurdin hûn kafirin'. Heqaretên nakevin devê mere ji mere digotin. Gelek nasên me hatin qetilkirin. Dema YPG/YPJ ketin Girê Spî em pir kêfxweş bûn. Dema Girê Spî rizgar bû ji kêfa hêsir ji çavên min bariyan."

'Êşa me kişandin bila ereb nekşînin'

Şêxo anî ziman ku dema berê DAIŞ'ê Girê Spî dagir bikin kurd û ereb wek birayên hev bûn û di nav aramiyê de dijîn û wiha pê de çû: "Lê dema DAIŞ hat nav me ereban jî zilm li me kirin. Em pir bi vê xayintiya wan êşiyan. Lê em niha vedigerin welatê xwe lê belê em nabêjin em ê tolê ji wan hilînin. Bila ji xwedayê xwe bibînin. Mixabin wan ji me re digotin em birayê hev in û zilm li me kirin. Em tu carî jî vê yekê ji bîr nakin. Zarokên me tî û birçî man, bi rojan îşkence li me kirin, xeber ji me re didan. Ligel hemû ev êşên bi me kişandin jî em wekî wan nakin."

(msd/wk)