Welatiyên gundê Avedîkê: Em zilma salên 90'an qebûl nakin
Li gundê Avedîkê yê navçeya Lîceya Amedê welatiyan diyar kirin ku piştî li dijî Qereqola Arikli êrîşa çekdarî pêk hat û gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan di bin zextên leşkeran de dijîn
SERKAN KURT
Gundê Avedikê ku di sala 1990'an de hate valakirin, piştî sala 2000'an dîsa şên bû. Welatiyên gund piştî êrîşa li dijî Qereqola Dûrû dîsa rastî êrîşa leşkeran a ketober hatin û welatî bêzar in. Welatiyan diyar kirin ku ew vê zilmê qebûl nakin.
Navçeya Lîceyê di sala 1975'an de bi erdhejê wêran bû. Di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê û valakirina gundan a salên 1990'an dîsa wîran bû. Navçeya Lîceyê û gundên girêdayî navçeyê her tim rastî zext û zordariya leşker û dewletê hat. Welatiyên ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî her tim rastî zextê hatin, niha dîsa rastî zextên leşkerî û êrîşên çekdarî yên leşkeriyê tên. Welatiyên ku di salên 1990'an hatin koçkirin û dîsa li welatên xwe vegeriyan, niha dîsa ji wan tê xwestin ku koçber bibin. Di serdema OHAL'ê le li navçeya Lîceyê û gundê wê gelek welatihatin kuştin. Li gundê Avedîk û Hüseynik ku disalê 1990'an de hate valakirin welatî di 2000'an de dîsa vegeriyan ser warê xwe. Lê disa bi hinceta PKK tên gund welatî rehet nekirin. Li herêmê her cara ku operasyon pêk hat gund hatin gulebarandin û leşkeran ketober li ser gund top û gule barandin. Dîsa koçberiyê dest pê kir û niha tenê kal û pîr li gund mane.
Herî dawî piştî ku di 16'ê Mijdarê de li dijî Qereqola Angulê (duru) endamên HPG'ê êrîş pêk anî û gelek leşkeran jiyana xwe ji dest da, leşkeran ketober gule barandin. Di sala 1990'an de ji ber ku guleya topê li nava gund ket, zerarek mezin pêk hatibû. Piştî barandina topan gelek mal hilweşiya bûn û helîkopter bê navber di ser gund re firiyabû. Hêj şopa gelek gulenên top û hawanê pir aşkere şuya dibe. Hêj şopa wêrankirinê zindî ye.
Di barandina topan de hemû camên malan şikesin.
Welatiyên gund, diyar kirin ku her şer û pevçûnek pêk tê, leşkerên qereqola Angulê berê tanq û topan didin gund û êdî nikarin ji malên xwe derkevin. Wlatiya binavê Zora Lezgî ya 58 salî anî ziman ku ew her tim di bin siya çekan de dijîn û her tim leşker li ser gundê wan gule û topan dibarîne. Lezgi, anî zinan ku heri dawî guleya topê li ber deriyê mala wan ket û ji ber vê yekê zarokên wan zêde tirsiyan. Lezgi, anî ziman ku ji ber top avêtin nava gund hemû camê şibakeyên wan şikestin û zerarek mezin çêbû û wiha got: "Ger ku guleya topê li mala me biketa, emê hemû bimirana."
'Bi zanebûn gundê me gulebaran dikin'
Welatiya bi navê Zeliha Denîz a 65 salî jî diyar kir ku leşker bi zanebûn gundê wan gulebaran dike û wiha axivî: "Em serê sibê bi dengê teqînê hişyar bûn. Serê sibê dengê çekan hat. Dema em derketin derve wekî şer hebe. Qereqolê gule davêtin nava gund. Serê sibehê saet ji 05.30'an heta 06.30'an gulebaranê berdewam kir. Bi zanebûn gund dan ber guleyan. Me her kesî xwe avêt ber dîwaran. Bi zanebûn berê tanq, top û tifingan didin me. Em vê zulmê qebûl nakin. Dixwazin dîsa em gund vala bikin. Lê em gund vala nakin. Bi zanebûn gundê me didin ber guleyan. Helîkopter tê gunde de gulebaran dike.
Welatiyê bi naê Huseyin Macar ê 65 s ali î heman tişt anî ziman û bertekên xwe anî ziman. Macar, xwest ev zilm bi dawî bibe.
(Wêne: Hayri DEMİR)
DİHA