1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welatiyên ji bo Cizîrê derketin kolanan hatin gulebaran kirin
Welatiyên ji bo Cizîrê derketin kolanan hatin gulebaran kirin,welatiyên,ji,bo,cizîrê,derketin,kolanan,hatin,gulebaran,kirin

Welatiyên ji bo Cizîrê derketin kolanan hatin gulebaran kirin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rasteqîn êrîşî welatiyên ji bo şermezarkirina dorpêça polîsan û êrîşên li ser gelê Cizîrê derketin kolanê kirin.

Li navenda Şirnexê şevê din welatiyên li taxên Yeşîlyurt, Yenîmahalle, Bahçelîevler û Vakifkentê ji bo şermezarkirina dorpêça polîsan û êrîşên li ser gelê Cizîrê derketin kolanê û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. Welatiyên li kolanan kom bûn di destên wan de beroş û miqilkan hebûn çalakiya deng derxistinê pêk anîn.

Welatî li Qada Omer Kabak hatin cem hev û demek dirêj çalakiya xwe domandin. Dema ku welatî ji hev belav bûn û ber bi malên xwe ve diçûn bi êrîşa polîsan re rû bi rû man. Polîsan bi bombeyên gazê û guleyên rasteqîn êrîşî welatiyan kirin. Welatiya bertek nîşanî gulebarana polîsan da. Welatî li ser êrîşa polîsan çûn malên xwe û li gelek noqteyên bajar heta derengiya şevê dengê çekan bilind bû.

(wk)