1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welatiyên Kobanê ji konbajarên AFAD'ê direvin
Welatiyên Kobanê ji konbajarên AFAD'ê direvin,welatiyên,kobanê,ji,konbajarên,afad,ê,direvin

Welatiyên Kobanê ji konbajarên AFAD'ê direvin

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Welatiyên Kobanê yên ku li kombajarên AFAD’ê hatin bicih kirin ji ber şert û mercên AFAD’ê yên nexweş carekê din koçberiyê dijîn. Welatiyê bi navê Mihyedîn Mehemed Şêxo da zanîn ku xebatkarên AFAD’ê zilmê li wan dike.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û werê xwe bi terikînin û hatin li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi cih bûn. Welatiyên ji ber ku çand, ziman û xweseriya demokratîk rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin niha di nava konbajara AKP’ê de rastî zext, zordarî, heqaretên xebatkar û leşkerên dewletê tên. Berpirsyarê konbajarê Şehîd Gelhat yê li Kulinça Pirsûsê Fîdan Kanlibaş da zanîn ku di nava hefteyekê de 160 malbatên li konbajara AFAD’ê dijîn ji bo ku li Konbajarê Şehîd Gelhat bi cih bibin serî li rêveberiya wan daye.

‘Dema derman didan zarokên me bêhtir nexweş dibûn’

Welatiyên konbajarê AFAD’ê vegeriyan konbajarê Şehîd Gelhat Mihyedîn, Mehemed Şêxo da zanîn ku AFAD’ê bi çavekê biçûk li wan dinêrî û wiha axivî: “ Me gelek zilm û zordarî li wir dît. Zarokên me li wir nexweş diketin. Bijîşkên li wir zarokên me ne dinêrî. Tiştekî pir balkêş bû ku dema derman didan zarokên me, bêhtir nexweş dibûn. Xwarinên wan ne dihat xwarin û di nava xwarinên wan de tiştên ecêb derdiketin. Gelê me têr nedixwar.”

‘Armanca wan di nav me de şer û alozî derxin bû’

Mehemed Şêxo diyar kir ku dewlet li wir di nava lîstikan de bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku tiştek belav dikir gelek kêm dida. Hinek welatiyan tişt didanê hinek welatiyan jî tiştek ne didayê. Sedema vê jî hez dikirin ku welatî di navbera xwe de şer û alozî derbikeve. Ji bo hezaran kesan du sê cihên serşûyê hebûn armanca wan ew bû ku gel hem nexweş bibe, hem jî di navbera xwe de şer bike.”

Welatî ji şer direvin

Mehemed Şêxo got ku nêzikatiya dewletê ya li hemberî wan ne başbû û wiha pêde çû: “Çeteyên DAIŞ’ê çawa di got ku hûn kafirin, xebatkarên AFAD’ê ji me re di gotin ku hûn ne misilmanin. Welatiyên wir tiştekî herî biçûk de dihat cezakirin û ji wir derdixistin. Ji bo ku welatî derbasî konbajarên gelê me nebin gef li me dixwarin."

‘Armanca wan pişaftina me ye’

Welatiya bi navê Dîcle Îzedîn (19) jî malbatên ji AFAD’ê reviyane. Îzedîn da zanîn ku dewletê tu qimet ne dida wan û wiha axivî: “ Tu jiyana me li wir tunebû em di nava qirêjêyê de diman. Her wiha perwerdeya zimanê tirkî û yê erebî dida me. Ji ber ku em werin pişavtin. Me ji wan re digot em hezdikin ku em bi zimanê dayika perwerdehiyê bibînin lê qebûl nedikirin. Leşkerên tirk ji me re di gotin hûn ne misilmanin em ê we bikin misilman. Em li wir wekî girtiyan bûn û em revîn hatin.”

(kom/oî/wk)