Welatiyên xwestin biçîn sînor hatin astengkirin
WAN (DÎHA) – Welatiyên ku ji bo Wanê ji bo piştgiriay Kobanê ya di bin êrîşê çeteyên DAIŞ’ê de ye derketin rê û xwestin biçin sînorê Pirsûsê ji aliyê polîsan ve li riya Îpekyolu û Artemêtanê bi saetan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û piştre riya xwe berdewam kirin.
Li Wanê welatî ji bo piştgiriya Kobanê ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ye li ber avahiya DBP’ê ya Wanê hatin ba hev. Li vir welatî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” li wesayîtan siwar bûn. Beriya ku derkevin rê Musa Îtah axivî û got uk gelê Wanê li cem gelê Kobanê ye û wiha berdewam kir: “Kobanê namûs û nirxa me ye. Em ê di ansa herî jor de xwedî li têkoşîn û berxwedana Kobanê derkevin.” Piştî axaftinan welatî li otobusan siwar bûn û bi dirûşmên “Kurdistan dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” hatin rêwîkirin.
Welatiyên ku bi otobusan ji Wanê derketin rê li ser riya Îpekyolu û Artemêtanê ji aliyê polîsan ve bi saetan hatin rawestandin. Polîsan heta saet 02.30’an destûr neda wesayîtan û piştî hevdîtinên Serokê DBP’ê yê Wanê Mûsa Îtah polîsan destûr dan û welatî bi çepik û tîlîliyan riya xwe berdewam kirin.
(sa)