Welatiyên Êzdî: Di pakêtê de navê Êzdiyan tune
09:17 02.10.2013
BÎLAL GULDEM
ÊLIH (DÎHA) – Êzdiyan têkildarî “Pakêta demokratîkbuyînê” ji aliyê Serokwezir Recep Tayîp Erdogan ve hate aşkerekirin nêrînên xwe anîn ziman. Êzdî Nedîm Erkîş, diyar kir ku navên Êzdiyan di pakêtê de ne hatiye zikir kirin û wiha got: “Navê me Êzdiyan di hundir pakêtê de derbas nebû. Di serdemek ku em xwe amade dikin vegerin welat û gundê xwe bi kelecanek mezin li benda naveroka pakêtê bûn. Lê mixabin ji pakêtê tiştekî girîng derneket.” Şêxê Êzdiyan Şêx Huseyîn Ulucan jî anî ziman ku netew û baweriya herî qedîm li ser erdnîgariya Mezotamya yê civaka Êzdî ne û ji bo civaka Êzdî tu tiştek ji pakêtê derneket.
Êzdiyan têkildarî “Pakêta demokratîkbuyînê” ji aliyê Serokwezir Recep Tayîp Erdogan ve hate aşkerekirin nêrînên xwe anîn ziman û pakêtê nirxandin. Êzdî Nedîm Erkîş, anî ziman ku ji bo Êzdiyan di hundirê "Pakêta demokratîkbuyînê" de tu tiştek derneketiye û wiha got: “Navê me jî ne hate zikirkirin û derbas nebû. Em Êzdî jî di vê pêvajoya girîng de dixwazin vegerin gund û welatê xwe û em bi kelecanek mezin li benda vekirina pakêtê bûn. Lê mixabin tu tiştek girîng ji hundirê pakêtê derneket. Ji bo aşîtiya civakî û mayînde pêk were gelê kurd bi kelecanek mezin li benda pakêtê bû. Ji bo pêvajo sabote nebe û aşîtiyek domdirêj pêk were lazim bû ku pakêt di çarçoveya demokratîkbuyînek berfireh de bihata amade kirin.”
‘Ev pakêt ji bo Êzdiyan qet têre nake’
Erkîş, destnîşan kir ku ji hundirê pakêtê hinek xalên derketin pêş nexşandina boyaxê dane û got ev pakêt tam ji bo amadekariyê berjewendiyê hilbijartinên heremî ne. Erkîş, anî ziman ku ji bo girtiyên KCK bihatina berdan û li Kudîstanê pêşketinên civakî yên di warê demokratîkbuyînê de li pêş bikevin lazime gelek guhertinên mezin pêk bihatina û wiha got: “Ji bo em bi zimanê xwe perwerde bibînin tu gav ne hatin avêtin. Zimanê ku bixin asta taybetiyê viya ne heqiyek mezin e. Li aliyekî gotinên nefret tên sererastikirin di aliyekî de jî zimanê me tune tê hesibandin. Viya nêzîkatiyek antî demokratîk e.” Erkîş, gotinên Serowezîr ên “Pişaftin suçê mirovahiyê ye” bi bîr xist û wiha axivî: “Ger ku ziman û netewa me li Tirkiyê di makezagonê de neyê qebulkirin viya jî suçê mirovahiyê ye. Bila Serokwezîr carek din gotinê xwe di ber çavan de deras bike û lazime li xwe mikur were. Ev xalên ji pakêtê derketine têra gelê kurd nake. Lê ji bo kurdên Êzdî qet têrê nake û tiştek tune ye.”
‘AKP ji bo vegera gundên me tu gavek ne avêt’
Têkildarî paketê Şêxê Êzdiyan Şêx Huseyîn Ulucan jî diyar kir ku gelê kurd demek gelek dirêj bi balkêşiyek mezin li benda pakêt ê bû û got ku pakêt li derveyî daxwazê gelê kurd hate hiştin. Ulucan, anî ziman ku her kes ji bo girtiyan li benda guhertinan bû û wiha got: “Hemû gelê kurd li bendê bû ku ji bo girtiyên siyasî guhertin bên kirin. Dema ew daxwazên me ku me armanç dikir tunebûn em gelek xemgîn bûn. Pêwîste ku hikûmeta AKP vê çareseriyê pêk bîne. Bi salane encama şer de gelê kurd û tirk tê kuştin viya jî me diêşîne. Ji bo ku pêşiya van mirinan bê girtin tenê tiştek heye ew jî navê wê çareserî û demokrasiye.” Ulucan, da zanîn ku bi sedan salane Êzdî li erdnîgariya Mezopotamya yê di qirkirinan de derbas dibin û wiha axivî: “Bi salane em rastî zilmê, êrîşan û ne heqiyên mezin tên. Em ji ser xaka xwe koçber bûne. Em niha dixwazin vegerin gundê xwe lê AKP qet di vî warî de gavek na avêtiye. Dikarin nêrîn û daxwazên me li ber çav derbas bikin. Êdî bila civaka Êzdî jî were naskirin.” Ulucan, anî ziman ku Erdogan gelek caran li hember baweriya Zerdeşt heqaretan kiriye û diyar kir ku gotinên Erdogan piştî 73 fermanan bûye ferman û qirkirina 74’emîn.
‘Ji bo banga KCK gavek ne hatiey avêtin’
Ulucan, destnîşan kir ku pêvajo bi hewldana KCK heta roja îro hatiye û wiha got: “Lê ji bo wan qet tu gavek ne hatiye avêtin. Pakêt di vê mijarê de gelek kêm ma.” Ulucan, anî ziman ku di pakêtê de navê Romen, Elewî û gelek kêm netewên din derbasbûye û got ku li li vê erdnîgariya herî qedîm Êzdiyan pêşengiya dîrokê kiriye û lê navê wan li tu deverê derbas nabe.
(bg/mae)