Welatiyên êzidî: Em deyndarê PKK'ê ne
HASAN YOLDAŞ
AMED (DÎHA) - Welatiyên êzidî yên ku axa wan a pîroz ji aliyê çeteyên hov ên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin û li Amedê bi cih bûn derbarê operasyona rizgarkirina Şengalê de hestên xwe anîn ziman. Welatiyên êzidî diyar kirin ku ev ji bo PKK'ê çi bikin bila bikin nikarin ji bin deynê wê derkevin.
Welatiyên êzidî yên ku bi êrîş û dagirkirina çeteyên hov yên DAIŞ'ê re ji welatê xwe yên pîroz koç bûn, bi rizgarkirina Şengalê ya ji aliyê hezên HPG, YPG, YJA Star, YBŞ û yên kurd ve hestên xwe ji ajansa DÎHA'ye re parvekirin. Welatiyên êzidî yên li Wargeha Roj a li Yenîşehîra Amedê bi cih bûne rizgariya Şengalê coşeke mezin pîroz kirin. Welatiyên êzidî diyar kirin ku ji 3'yê tebaxê vir ve ji ber êrîşên çeteyên dagirker ên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, bi saya hezên giredayî PKK'ê ewilî ji komkujiyê xelas bûn û niha jî hêviya wan a vegera ser axa pîroz çêbûye. Welatiyan anîn ziman ku eş û elema ku ji ber dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê kişandin bi rizgarkirina Şengelê êdî dê bi dawî bibe û namûsa wan hatiye xelaskirin. Welatiyên êzidî yên ku di dema hestên xwe yên li ser ji nû ve rizgarkirina Şengalê anîn ziman hêsirên çavên xwe nikaribûn bigirtina û diyar kirin ku roja ku Şengal hat rizgarkirin êdî ji bo gelê êzidî rojekê pîroz e û dê ji vir pêve ew ê vê rojê her sal pîroz bikin.
'PKK'ê ji bo vî gelî xwîna xwe rijand'
Welatiyê bi navê Hecî Mirad (74) li ser rizgarkirina Şengalê got ku Xwedê ji PKK'ê razî be, ew ji bela DAIŞ'ê xelaskirine. Mirad anî ziman ku cihê PKK'ê li ser çavên wan heye û wiha axivî: "Ne Barzanî ne jî peşmergeyên wî em xelas nekirin. PKK'ê me ji destên çeteyên DAIŞ'ê xelas kir. Xwedê rojek nêz de Serok Apo jî ji cihê têde derîne. Bi saxî û silametî me ew bidîtiya. Em ji bin destê zaliman xelaskirin. Ew jî ji bin destê zaliman xelas bibûya û bihata nav me. Dê em hîn kefxweş bibûyana. PKK'ê ji bo xatirê vî gelî xwîna xwe rijand. Em ji bo wan çi bikin em heqê wan nikarin bidin."
'Em vê yekê tu carî ji bîr nakin'
Welatiyê bi navê Qasim Lalo (60) jî bilêv kir ku bi saya PKK'ê ew gihîştine van rojan û ew ji rezîlbûne xelaskirine. Lalo diyar kir ku PKK'ê ew parastiye û ji qirqirinê xelas kiriye. Lalo anî ziman ku ne ji PKK'ê bûya dê DAIŞ'ê ev hemû bikuştana û wiha got: "Em li çolan tî û birçî man. Tenê ligel me PKK'ê hebû. Niha jî welatê me dji bin dagirkeriya çeteyan xelas kir. Em hîn ji Xwadê çi bixwazin. Lewre em muhacir bûn û me gelek cefa kişand. Lê rizgarkirina PKK'ê ya Şengalê ji bo me bû diyariya herî mezin. PKK'ê em ji destê dijmin û neyaran xelas kirin. Wan em bi tenê bernadan. Barzanî em bi tenê berdan û bi komkujiyê re rû bi rû hişt. Em vê yekê tu carî ji bîr nakin."
'Tişte ku PKK'ê ji bo me kir tu gel û welatan ji bo me nekir'
Dayika bi navê Hezo Kicik jî bilêv kir ku ew qenciya PKK'ê tu carî nikarin ji bîr bikin û wiha axivî: "Serok Apo û PKK'ê em di bin destê dijminên ku dixwazin me tune bikin de nehiştin. Xwedê tu carî PKK'ê û Serok Apo texsîr neke. Mala wan ava. Em nikarin bilî vê derheqê wan de tiştekî bêjin. Wan em xelas kirin. Xwedê jî vê baş dizane, gelê êzidî jî ve baş dizane û cihan jî vê yekê gelek baş dizane. Tiştê ku PKK'ê ji bo me kiriye tu gel û welatan ji bo me nekir. Bi îzna Xwedê dê Serok Apo jî di demek kin de derkeve û were nav me."
'PKK'ê keç û xortên xwe di ber me de şehîd dan'
Dayika bi navê Royer Elyas di axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya PKK'ê ya ku dema êrîşên li ser gelê êzidî yên ku ji aliyê çeteyên bi alîkariya hezên nawneteveyî yên DAIŞ'ê re rû bi rû mane. Elyas got ku ne ji PKK'ê bûya ew ê hemû li çiyayê Şengalê bimirana û wiha axivî: "Kalemêr û pîremêrên me li pişta xwe dikirin û ji bo parastinê dikişandin. Bi awayekî wiha alikariya me dikirin. Heta nan û ava me jî wan da me. Qenciya wan li ser serê me ye. Heta îro bi saya wan tiştek ji me kêm nebûye. Şengal xelas kirin. Ne ji PKK'ê bûya Şengal azad nedibû. Ji ber gelê êzidî ve gelek şehîd dan. Keç û xortên xwe di ber me de şehîd dan."
'Ger PKK'ê li vir be em e vegerin axa xwe'
Ciwanê êzidî yê bi navê Raîd Hecî jî kefxwaşiya xwe ya rizgarkirina Şengalê anî ziman û wiha axivî: "Mala wan ava. Şengala me ya pîroz ji bo gelê êzidî rizgar kirin. PKK'ê ev demeke dirêj e ji bo gelê êzidî li hemberî dijmin şer dike. Bi rizgariya Şengalê jî em serbilind kirin. Şengal namûs û şerefa me ye. Ya hemû kurdan e. Em vê yekê tu carî ji bîr nakin. Wan di ber me de xwîna xwe rijandin û canê feda kirin. Em vê tu carî ji bîr nakin. Ger PKK, gerîla li vir bimîne û destûra wê hebe em ê vegerin axa xwe."
(wk)