1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Welatên li dijî DAIŞ’ê li Hewlêrê civiyan
Welatên li dijî DAIŞ’ê li Hewlêrê civiyan,welatên,li,dijî,daiş,ê,li,hewlêrê,civiyan

Welatên li dijî DAIŞ’ê li Hewlêrê civiyan

Nûnerên 8 welatan li dijî DAIŞ’ê li Hewlêrê civiyan

A+ A-

HEWLÊR/ROJNEWS Duh nûnerê 8 welatên endamên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li dijî DAIŞ’ê li Herêma Kurdistanê de civînek lidarxistin. Di civînê de nûnerên leşkerî amade bûn û biryar hat girtin ku planek ji bo azadkirina naveçeyên Kurdistanî yên di destê DAIŞ’ê de bê danîn.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê emîndarê giştî yê wezareta pêşmergeyan ve hatî belavkirin de wiha dibêje: “Bi amadebûna wezareta pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê û hêjmarek leşkerên wezaret û nûnerê hevpeymanên navneteweyî civîneke li bajarê Hewlêrê lidarxistin.” Di wê civînê de nûnerê Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada, Ewûsturya û Hollenda beşdar bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Nûnerê 8 welatên cîhanê daxwaz kiriye ku agahdarî derbarê şerê pêşmergeyan ê li dijî DAIŞ’ê de bên dayîn û wezîrê pêşmergeyan jî di vê derbarê de agahdariyên pêwîst daye.”

Sekreteriya wezareta pêşmergeyan wiha got: “Di civînê de nûnerê welatên hevpeymanan pêkûtî li ser hemahengî, berdewmabûn û girêdana xwe ya bi plan, bernameya hevbeş û karûbarên leşkerî yên di nava du heftiyên borî de nîşan dane. Bi taybet di warê perwerdekirinê de ku niha hinek navendên perwerdeyê li Herêma Kurdistanê hatine vekirin. Li van navendan perwerdeya rakirina mayîn, bikaranîna çekan, amêrên leşkerî û çekên ji aliyê hêzên hevpeymanan ve ji bo pêşmergeyan hatine şandin, pêwîstî bi perwerdekirinê heye.”

Di dawiya daxuyaniya emîndariya wezareta pêşmergeyan de tê gotin ku wê plan ji bo operasyonên bejayî yên pêşmergeyan bê danîn û ji bo tevayî navçeyên Kurdistanî yên di destê DAIŞ’ê de bên rizgarkirin.