Weqfa Parastinê nahêle bêne parastin
10:29 04.11.2013 1 / 14 AMED (DÎHA)- Li taxa Fatih Paşa, Camî Kebîr û Cemal Yilmaz yên Sûra Amedê xaniyên dîrokî ku bêxwedî mane, ji ber Weqfa Parastina Nirxên Çandedestûr nade Şaredariya Sûrê biparêze yek bi yek hildiweşin. Xaniyên hildiweşin jiyana welatiyên taxê dixin talûkeyê. Welatiyan dikar kir ku dîwarên hildiweşin gefan li ewlehiya wan dixwe.
Xaniyên li navçeya Sûra Amedê bi mîmarî û rengê xwe yên dîrokî û çandî bala her kesî dikişîne, bê xwedî tên hiştin û xera dibin. Ev xaniyên dîrokî yên di bin parastina Weqfa Parastina Nirxên Çande ne, ne tên parastin û ne jî tên hilewşandin. Xaniyên dirokî û çandî yên bê xwedî hatine hiştin û dîwarên wan hildiweşin, her çend di bin parastina wakfê de bin jî nayên parastin. Şaredariya Sûrê ku dixwaze biparêze jî rastî astengiya Vakfê tê. Li navçeya Sûrê ya Amedê malên ku pir kevin in û vala mane hildiweşin, gefan li jiyana welatiyan dixwin. Navçeya Sûre, bi awahiyên dîrokî û bi kûçeyên xwe yên teng balê dikşîne. Ji ber ku hinek malbat bar bûne û malên xwe yên berê jî bi tena serê xwe hiştine ev malan niha xerabe ne. Malên ku malbat tê de hene, bi van malan re cîran in û bihevdûve ne, dîwar hildiweşe ser wan û bi xetereyan re rû bi rû dimînin. Yek jî ji wan mala yê ku di Taxa Fatih Paşayê ya Kuçeya Biyikli Mehmet Paşa de rûdine welatiyê bi navê Necat Ayvaci ye. Ayvaci, diyar kir ku ji ber xaniyê ciranê wî bêxwedî maye û xera dibe ew û zarokên xwe di bin gefên hilweşina diwar de dijîn û wiha got: "Ev mal 3 salin xerabe ye. Par di nav malê de darek hebû. Ba rabû û dar bi ser hewşa me de ket. Îsal jî diwarê malê bi ser hewşa me de ket. Baş bû ku wê demê zarokên min li hûndir bûn. Em ji tirsa hilweşîna diwar nikarin rehet tev bigerin. Em ji zarokên xwe ditirsin. Naxwazin zirarek çêbibe." Ayvaci anî ziman ku canê zarokên taxê û malbatan jî di xetereyê de ye wiha domand: "Carnan zarokên taxê bêyî ku hayê wan ji talûkeyê hebe dikevin nav van malan û dileyîzin. Niştecihên taxê jî ji van malên xerabe nerazî ne. Em dixwazin ku di demeke kin rayedar mexdûriyate me çareser bike. Ji bo vê tiştî me bi xwediyê xanî re anî ziman. Lê ew jî got ku, malê xirakirin û çêkirin ne deste wan de ye. Ev mal awahiya diroki ye, nikarin mûdaxele bikin."
Di nav mala xerabe de ciwan esrar dikişînin
Welatiyê taxê û firinvanê taxê Ferit Puçuk jî destnîşan kir ku e xaniyê xerabe li ser kuçeyê ye û welatiyên di kuçeyê re derbas dibe, di bin talûkeyê de ne û got: "Carnan ji malê perçe dikevin. Heta niha ji gel kes zerar nedîtiye, lê disa pêwistê pêşgirtin çêbe. 3- 4 salin ev mal bêxwedî û xerabe ye. Ciwan carnan tên dikevin hûndirê malê agir pêdixin an jî esrarê dikşînin. Ev rewş aramiya niştecihên taxê jî xiradike." Xwediyê mala xerabe Umît Mutaf jî da zanîn ku, mal 7 salin vala ye û hildiweşe û wiha got: "Niha hildiweşe û xeradibe. Îsal diwarê wî ket ser weşa ciran. Min çû dîwar paqij kir. Piştre polisan ez binçav kirim. Gotin ku, tu awahiya dîrokî xera dikî ev sûnc e. Min jî got bixwe ketiye. Piştî rastî hat famkirin ez serbest hatim berdan. Ez çûm şaredariyê ji min re gotin tabela hişyariyê pê vekin. Lê tabela tenê ne bes e. Zarok fam nakin her roj li wir dilîzin, pêwiste ji bo malên kevin ewlehiyek baş bê girtin. Min serî li Weqfa Parastina Nirxên Çandan da. Lê kîngê ev mal ji nû ve avabikin nizan im.
'Peyvira me parastina ewlehiyagel e'
Keyayê taxa Fatîh Paşa Fatîh Açîn jî diyar kir ku li taxa Fatîh Paşa nêzî 10-15 mal hene û got: "Ev malan ji bo gel xetere derdixin. Em dixwazin van malên ku xerabe ne bên paqijkirin. Peşiya me zivistane baranekî de an jî bahekî de ev mal hildiweşin û welatiyên ku nêzîkê van malan dijîn an jî ber van malan re derbas dibin bi xetereyê re rû bi rû dimînin. Ji bo van malan heta niha ji aliyê welatiyên taxê ji me re daxwazname jî hat. Ji van malên xerabe de hinek ji wan dîrokî ne hinek jî ne dîrokî ne. Malên ku aidê kesan bê şaredarî nikarê paqij bikê. Ji xwe yê dîrokî bin giradayê weqfê ye, ew mafdar in. Daxwaze me ji rayedaran ew ku van malan bên paqijkirin an jî ewlehiya bê standin."
Der heqê van malên xerabe de Serkariya Îmara Şaredariyê ya Sûrê jî anî ziman ku nêrînên gel ji bo wan girînge û peywira wan ew e ku ewlehiya welatiyan bigrin.
Têkildarî xaniyên bêxwedî Serakariya Nêrînên Weqfa Parastina Nirxên Çande jî hevdîtinê qebûl nekir û agahî nedan.
(mc/mae)