Werin em bi hev re li hebûna xwe xwedî derkevin!
Ziman sedema hebûna me ya herî bingehîn e, lewre giyan û jiyana kurdewarî, çand, wêje û hemû nirx û rûmetên ku gelê me, neteweya li ser piyan dihêle û dijîne, bi ziman ve girêdayî ne û tenê bi ziman em dikarin hebûna xwe bidomînin.
Ziman sedema hebûn û nebûna me ye û îroj di bin xetereyeke pir mezin de ye. Lewre dê û bavên kurd êdî bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin û zarokên kurd jî bi kurdî nalîzin, bi kurdî xeyalan ji xwe re danaynin û bi kurdî najîn. Ev yek, wek netewe pirsgirêka me ya herî girîng a man û nemanê ye.
Ji ber vê yekê jî me dosyayek bi navê “Asîmîlasyon-Otoasîmîlasyon”ê vekiribû çend sal berê. Di nav mehekê de gelek nivîsên hêja ji me re hatin. Di encama van nivîsan de bi giranî tiştekî hevbeş derket holê ku DIVÊ ZIMANÊ SIYASETÊ BIBE KURDÎ. Li welat, bazara zimanê kurdî siyaset e, lewre bi taybet di van 25 salên dawîn de, siyaset di her warê jiyanê de bandora xwe li civaka kurd dike û teşe dide civakê.
Ji bo ku zimanê kurdî carek din bikeve nav civakê û bibe zimanê rojane...
Ji bo ku dê û bav nebine kujerên xwe û zarokên xwe...
Ji bo ku zarok nebin biyaniyên ziman, çand, dîrok û hemû nirx û rûmetên xwe û bi van re jî nebin biyaniyên hebûna xwe..
Ji bo ku em ji xwe û zarokên me jî, ji me şerm nekin û nerevin...
Ji bo ku em dîroka xwe ya 5 hezar salan bi zarokên xwe re nekujin û binax nekin...
Ji bo ku dîroka me, navên me, gotinên me yên pêşiyan, cejnên me, stran, kilam, muzîk û hunerên me û hemû nirx û rûmetên me nebine malê talan û bazarê û pariyê devê guran...
Ji bo ku zarokên me nebine zarokên xelkê...
Û ji bo gelek tiştên din ku hebûn û rûmetên jiyana me ne, divê em li zimanê xwe xwedî derkevin, jê hez bikin û ji ber tu sedemî bi zarokên xwe re bi tu zimanekî din neaxivin.
Ji bo van jî girîng e ku ZIMANÊ SIYASETÊ BIBE KURDÎ.
Me heya niha ji neyarê xwe hêvî kiriye, jê daxwaz kiriye û pê re þer kiriye, ji bo em hin nirx û rûmetên xwe bi dest bixin, me gelek berdêlên mezin dane. Ew berdêlên rûmeta me ne bêguman, lê heta niha me ji hev re tiştekî têr baş negotiye, ji hev hêvî nekiriye, ji hev daxwaz nekiriye, ji bo hêvişandin û parastina ziman, nirx û rûmetên xwe, bi hev re şer nekiriye.
Lê em êdî berê xwe bidine hev û bi qirika hev bigirin!..
Dem hatiye ku em êdî ji hev hesaban bipirsin.
Dem hatiye ku em herin malên hev û binêrin ka kî li derve fortan li xwe dixe û li malê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxive!.
Belê ev dem hatiye û derbas jî dibe.
Zimanê dayikê rûmeta me ya herî mezin e û sedema hebûna me ye.
Redaksiyona Malpera Amîda Kurd