Werza yekem a xwendinê serkeftî bû
NÛRŞAN IBRAHÎM
KOBANÊ – Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Nesrîn Kenan da zanîn ku werzê yekem ê sala perwerdeyê ya 2016-2017′an serkeftî bû û got ku ew amadekariya pêşwazîkirina werzê duyem dikin.
Werzê yekem ê sala 2016-2017′an di 19′ê çile de bi dawî bû. Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Nesrîn Kenan da zanîn ku sala perwerdeyê ya 2016-2017′an tevî hemû astengiyan serkeftî derbas bû.
Nesrîn anî ziman ku îsal perwerde bi zimanê dayîkê hat dayîn û wiha domand: ″Îsal metiryalên nû wekî Jineolojî û Çand û Exlaq hatin zêdekirin. Şagirtan perwerdeya xwe didîtin û di heman rojê de jî ezmûnên xwe dikirin.″
Nesrîn anî ziman ku dê piştî navberê, werzê duyem ê sala perwerdeyê meha sibatê dest pê bike û ev tişt got: ″Li peymangeha Şehîd Zozan 150 mamoste hatin amadekirin û dê di werzê duyem de perwerdeyê bidin, her wiha pirtûkên ku di werzê yekem de kêm bûn hatin peydakirin.″
Hejmara dibistanên Kantona Kobanê 361 dibistanin, jê 80 li bajaroka Sirînê hatine vekirin û têde li ser metiryalên Erebî perwerde tê dayîn. Li navenda bajarê Kobanê 20 dibistan, li gundewarên wê jî 259 dibistan hatine vekirin û têde li ser mertiryalên Kurdî tê dayîn.
Hejmara şagirtên Kantonê 43 hezar şagirt e ( ji wan 12 hezar û 43 şagirt li dibistanên bajarê Kobanê ne).
Hejmara mamosteyên ku perwerdeyê didin 20 hezar mamoste ye. Mamoste li peymangehên Şehîd Gîvara, Şehîd Viyan Amara û Şehîd Zozan, hatin amadekirin.
(mm/dc)
ANHA