Wesayîta bombebarkirî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî li Murşîtpinarê hate teqandin
KOBANÊ (DÎHA) - Wesayîta bombebarkirî ya tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve hat piştî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas bû teqiya. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li tesîsên ayîdî TMO'yê bi cih bûn ên li hemberî bajar bi sê aliyan ve berdewam dikin.
Serê sibê seat di 05.00'an de wesayîta bombebarkirî ya tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bû teqiya. Li gorî agahiyên ji rayedarên YPG'ê hatin girtin wesayîtî ayîdî çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî teqandin pevçûnên dijwar dest pê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li TMO’yê bi cih bûn êrîşê dikin
Hate ragihandin ku çeteyên li derdora fîloya genim a ayîdî TMO ya li aliyê Tirkiyeyeê bi cih bûn ên li nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li hemberî Kobanê êrîşan dan destpêkirin. Li rojhilat, rojava û başurê Kobanê pevçûnên dijwar berdewam dikin.
(bd/wk)