1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wesayîta ku erzaq dibir qereqolê hate şewitandin
Wesayîta ku erzaq dibir qereqolê hate şewitandin,wesayîta,ku,erzaq,dibir,qereqolê,hate,şewitandin

Wesayîta ku erzaq dibir qereqolê hate şewitandin

A+ A-

Kamyoneta ku li Navçeya Dara Hênê ya Çewligê erzaq dibir qereqola leşkeran ji aliyê HPG'iyan ve hate şewitandin.

Kamyoneta sivîl ku erzaq dibir qereqola leşkeran a li herêma Gundê Botyana girêdayî Navçeya Dara Hênê ya Çewligê şeva din li nêzî cihê Kelepçîtepeyê ji aliyê endamê HPG'ê ve hate rawestandin. HPG'iyan şoforê wesayîtê peya kirin û agir berdan wesayîtê. Piştî bûyerê hate zanîn ku tevî leşkerekî zêde li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Roja yekşemê li heman herêmê wesayîta ku birayên Hadîn Aran û Cîhan Aran tê de bû û erzaq dibirin qereqolê ji aliyê HPG'iyan hate şewitandin.

(ab/mae)