1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Wesayîtên zirxî aramiya gel xeradike'
'Wesayîtên zirxî aramiya gel xeradike',wesayîtên,zirxî,aramiya,gel,xeradike

'Wesayîtên zirxî aramiya gel xeradike'

A+ A-

HAMZA GUNDUZ Li Colemêrgê wesayîtên zirxî yên şevê li kolanan digerin psîkolojiya gel xera dike. Welatî ji ber pêkanînê bi gazinc in û anî ziman ku derbasbûna wesayîtên zirxî yên di nav girseyê de hewildana provokosyonê ye û xwestin ku dest ji vê pêkanînê bê berdan.

Weke her sal Şaredariya Colemêrgê bi hatina meha Remezanê ji bo welatî rehet bi gerin beşek Kolana Bulvarê ji trafîkê re girt. Welatiyên rojiyê digirin di nava rojê de ji ber gelek gerim e dernakevin kolanan piştî fitarê derdikevin kolanan û bi dost, heval û xizmên xwe re tên cem hev. Lê li kolana ji trafîkê re jî hate girtin jî di nav de wesayîtên zirxî di nav gel de her tim tên û diçin û ev yekê dibe sedema bertekan. Welatiyên ji ber wesayîtên zirxî yên di nav gel de digerin dibe sedema nerehetiya gel. Welatiyan, diyar kir ku pêkanîn ji bo aramiya gel xerabike û rageşiyê pêk bîne dikin û wiha gotin: "Li gel li holê tu rageşî tune ne û her tişt di nav aramiyê de diçe wesayîtên zirxî yên her tim di nav gel de digerin dibe sedema pirsgirêkan. Ev yek şerê psîkolojîk e. Li vir armanc ew e ku aramiya gel xerab bikin û rageşiyê pêk bînin e."

Bedîrhanoglu: Di nav gel de dibe sedema nerehetiyan

Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, diyar kir ku di vê mijarê de gelek kesan serî li wan da û ew jî tu wateyê nadin vê yekê. Bedîrhanoglu, anî ziman ku tiştên pêk tên rastî nîn in û ji rayedaran xwest ku di vê mijarê de tiştên pêvîst bikin û wiha got: "Di hema Remezanê de navenda Colemêrgê gelek qelebalik e. Li gel van dimenên xweşik dem dem dîmenên nerehet jî derdikevin holê. Ligel hemû kes di nav aramiyê de dijî, di nava 10 deqeyan de carekê wesayîteke zirxî di nav gel de derbas dibe û dibe sedeam nerehetiyê. Bi vê yekê dixwazin aramiyê provoke bikin. Ev gav ji aramiyê re xizmetê nakin. Em vê yekê qebûl nakin. Em her şev di nav gel de digerin û bi sedan welatî vê pirsgirêkê ji me re dibêjin."

'Welatî ji derbasbûna wesayîtên zirxî nerehet e'

Ji welatiyan Şaban Agacanoglu jî diyar kir ku ji pêkanîna li bajar pêktê hemû welatî bi bertek in û wiha got: "Ew wesayît ji bo ku keviran bavêjinê derdikevin kolanan. Tenê gel nerehet dikin û dixwazin provokosyonê derbixin." Welatiyê bi navê Îsmaîl Kanat jî diyar kir ku gel ji van wesayîtan nerehet in û lê ji bîlî vê yekê tu careyên wan tunene û wiha got: "Ji xwe ev herêmê herêma wesayîtên zirxî ye. Hemû kes ji derbasbûna van wesayîtan nerehet in. Lê ji bîlî vê yekê tu careyên wan tunene. Sedema darbasbûna van wesayîtan xerakirina aramiya gel e. Lê ev yekê morala gel xeranake. Ev yekê jî parçeyekî şerê psîkolojîk e."

'Em ciwan nayên provokosyonê'

Ciwanê bi navê Erhan Uçar jî diyar kir ku pêkanîn bi taybet ji bo ciwanan provoke bike pêk tê û vê yekê bi zanebûn dikin. Uçar, da zanîn ku ew weke ciwan nayên van provokosyonan.

(bd/mae)