Wezîr şîdeta polîsan nedît!
Wezîr şîdeta polîsan a qemerayê kişand nedît!
SERKAN KURT Bersiva pirsnameya têkildarî Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçar ê ku dema li ber avahiya KCD'ê piştgirî da çalakiya gireva birçîbûnê ya li girtîgeha ji aliyê polîsan ve hate darpkirin hate dayîn. Li ser navê Serokwezîr Erdogan Wezarê Karên Hûndir Muammer Guler pirsname bersivand û hemû pirs bê bersiv hiştin û bal kişand ser mevzuatên zagonî. Xwediya pirsnameyê Parlementera BDP'ê Emîne Ayan wiha got: "Bi vê bersivê li ser navê serokwezîr gotin, 'Em nîjadperest in,em faşîstin em dikarin êrîş bikin, hûn li wir gelê kurd temslî bikin jî ya ji we re tê rewakirin ev e'"
Têkildarî Parlementerê BDP'ê û Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Ozdal Uçer ê ku di 11'ê mijdarê de li ber qemereyan ji aliyê polîsan ve hate darpkirin pirsnameya dan meclîsê hate bersivandin. Pirsnameya ji aliyê Parlementera BDP'ê Emîne Ayna ve hate dayînde pirsên "Sedema mudaxeleya polîsan a tund ya meşa Rêxistina BDP'ê ya Amedê xwesat li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dar bixe çiye? Fermana polîs êrîş li gel û wekîlan bike kê da? Derbarê polîsên îşkence li wekîl û gelê Amedê kir lêpirsîn hate vekirin an an? Heke hatibe verkirin sedema wê çi ye? " cih girtin û ji aliyê Wezîrê Karên Hûndir Muammer Guler ve li ser navê Serokwezîr Erdogan bersiva da.
'Bersiva ezber'
Guler gelek pirsên Ayna bê bersiv hiştin û wiha got: "Hezên ewlehiyê tu mudaxele li meş, çalakî û civînên di çarçoveya mevuatên li gorî ewlehî, pergala cemaewriyê, parastin û bikaranîna azadiya mafên bingehîn ên di makezagonê de û bi zagonan hatin parastin nekiriye." Guler bersiva pêk hat na ya pêk bê da û got, "Polîs ewil bi rayedarên koma çalakiyên li dijî zagonê li dar dixin û an jî pişt re vedigerin dijzagonî re hevdîtian dikin û ji bo çalakî bê bûyer bi dawî bibin. Ligel hemû hijyarî çalakî pêk hat û ji bo çalakiyê bi dawî bikin hêzên ewlehiyê li gorî mevzuatê li hemberî kesên berxwedidan mudaxele kir." Ligel li ber avahiya KCD'ê tu bûyerên polîs mudaxeleyê bikin tunebûn Guler got, di bin navê piştgiriyê bidin çalakiya li girtîgehan a greva birçîbûnê di 11'ê mijdara 2012'an de tekere şewitandin û rê ji trafîkê girtin û li ser vê yekê mudaxele pêk hatin. Guler pirsên darpkirina Wekîlê BDP'ê Ozdal Uçer, şikandina paçeyên KCD'ê û derbarê polîsan de lêpirsîn hate destpêkirin an na bê bersiv hiştin.
Parlementerê BDP'ê Ozdal Uçer, diyar kir ku tu geşedanên derbarê serlêdana suc a derbarê polîsan de kir pêk nehate û çapemeniyê bûyer belavajî kirin û ew mexdur kirin.
Ayna: Bi vê bersivê peyama 'Em nîjadperest, em faşîstin em dê êrîş bikin' dan
Parlementera BDP'ê Emîne Ayna jî bersiva dayîn nirxand û wiha got: "Ev yek tenê vê yekê nîşan dide; ev heke wêneyê dimirovahiyê, diberî, tolhildan, yê li hemberî xwe tune hesibandin û kesê li hemberî xwe weke mirov nehesibandine. Madeyê zagonê wê li wir bersiva min da. Meşa hate kirin li ber avahiya KCD'ê bi dawî bû. Piştî meş bi dawî bû mudaxeleya polîsan dest pê kir. Êrîşê li Aysel Tugluk û Ozdal Uçer dikin. Hevala me Sebahat Tuncel berteka nîşanî polîsekî da li hemberî zilam li dijî gel pêk tê bû. Tuncel, zarar neda wî polîsî. Ji hevalê me re ji ber peywirdarê cemaweriyê ye 25 hezar TL. cezayê pere danê. Kesa bi vîna gel hate hilbijartin û bi dengên gel hate hilbijartin e. Heke ji Ozdal Uçer re bê deng dernakeve, ji Aysel Tugluk, Ayla Akat û Pervîn Buldan re pêk bê deng dernakeve. Navê vê yekê cudakarî û faşîzm e. Bi vê bersiva li ser navê serokwezîr hate dayîn, 'Em nîjadperest in,em faşîstin em dikarin êrîş bikin, hûn li wir gelê kurd temslî bikin jî ya ji we re tê rewakirin ev e'"
Pêhatina bûyerê
Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve bi armanca şerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ewlehî, tendurîstî û azadiyê bên sererastkirin û astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê zikmakî û parastina zimanê zikmakî bên rakirin di 12'ê îlonê de dan destpêkirin û 68 rojan berdewam kir xwesat ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve meşekê li dar bixe û polîsan êrîş li meşê kiribû. Girseya li ber avahiya KCD'ê kombûyî rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatibûn û polîsan li ber qemereyan pê avêtibûn Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer. Polîsan bi copan camên Mêvanxaneyê çikandin û ev bi qemereyan hate kêşandin. Wekîlê BDP'ê Uçar bi riya parêzerê xwe derbarê polîsan de serlêdana sûç kirbû.
(bd/mae)