Wezîra Karên Derve ya Swêdê Wallstrom, gazî Sefîrê Tirkiyeyê kir
STOCKHOLM - ANF
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom têkildarî êrîşên li dijî HDP'ê ji bo sekna Swêdê ragihîne, gazî Sefîrê Swêdê yê Tirkiyeyê Kaya Turkmen kir.
Piştî hevdîtinê Wallstrom ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê re got, divê tenê girtina parlementerên HDP'î neyê girtin û diyar kir ku, ev parçeyeke ew êrîşan e ku demeke dirêj e li dijî rêveberên HDP'ê pêk tên. Wastrom a ku got, “Em dixwazin nûnerên ku gel ew hilbijartine bên berdan.
Girtin ji niha ve li welat nakokiyên heyî gur dike" ev tişt destnîşan kirin: “Ya girîng, divê Tirkiye dubare vegere pêvajoya asayî û hikûmet diyalogê bi muxalefetê re deyne.
Bi PKK'ê ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê, ji bo demokratîkbûyîn welat û îstikrara Tirkiyeyê muhîm e." Wallstrom destnîşan kir ku, ji bo li Tirkiyeyê rêz ji mafên mirovan û rêgezên bingehîn ên hiqûqê bên girtin, divê welatên Yekîtiya Ewropayê helwesteke hevpar nîşan bidin.
PARTIYA MUXALEFETÊ: MEBESTA GIRTINAN BÊDENGKIRINA MUXALEFETÊ YE Partiya Moderat (muhafezekar) a ku li Swêdê piştevana AKP'ê ye jî li dijî êrîşên li hemberî HDP'ê û girtina parlementeran bertek nîşan da.
Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Moderatê Karîn Engstrom diyar kir ku, girtin bi temamî bi mebestên polîtîk in û wiha li dijî girtina Hevserokên HDP'ê û parlementeran nerazîbûn nîşan da: "Ev, gelekî cidî ye, awayekî bêdengkirina muxalefetê ye." Engstrom got, geşedanên li Tirkiyeyê şik û gumanan pir zêde dikin û diyar kir ku, girtinên dawî nîşaneya vê ne. Engstrom wiha axivî: "Girtinên piştî hewldana darbeyê, Tirkiyeyê di warê hiqûqê de pirsên bi guman di xwe de dihewîne." Engstrom jî wek Wezîra Karên Derve yê Swêdê Wallstrom diyar kir ku divê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li dijî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê helwesteke hevpar nîşan bidin.