Wezîrê enerjiyê dîn bû!..
Çalakiyên gerîlayan ên sabotajê Wezîrê Enerjiyê dîn kir
Çalakiyên sabotajê yên ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin lidarxistin, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirk Taner Yildiz bêzar kir. Yildiz der barê çalakiya sabotajê ya gerîlayan li hemberî lûleya petrolê ya li Mêrdînê de daxuyaniyek da û diyar kir ku herikîna petrolê dê piştî 3-4 rojên din ji nû ve dest pê bike.
Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya di 20’ê tîrmehê de li navçeya Midyad a Mêrdînê ya Yûmûrtalik-Kerkûkê pêk hat de, agir bi petrolê ket û demek dirêj berdewam kir. HPG’ê duh bi daxuyaniyekê çalakiyê girtin ser xwe. Li gorî çavkaniyên herêmî, pêta agir a bi lûleya petrolê ket 50 km dûr hat dîtin. Li hemberî hemû hewldanan agir nehat vemirandin.
Wezîrê Enerjî û Çakvaniyên Xwezayî yê Tirk Taner Yildiz, li Qeyseriyê der barê çalakiyê de daxuyaniyek mina yên Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn da û gef xwar. Yildiz diyar kir ku dê herikîna petrolê ya xeta Yûmûrtalik-Kerkûkê ya ku hatibû rawestadin piştî 3-4 rojên din ji nû ve dest pê bike.
Yildiz, diyar kir ku ev lûleya petrolê bi qasî Tirkiyeyê jib o Iraqê jî girîng e û gef xwar. Yildiz got; “Ger terorîst ji vê yekê hêviyek bikin, ev yek tiştek pûç e. Em ê rêya xwe berdewam bikin. Em ê terorîstan bin bixin.”
ANF NEWS AGENCY