Wezîrê parastinê yê Amerîka tê Hewlêrê
HEWLÊR / ROJNEWS
Wezîrê parastinê yê Amerîka Ashton Carter serdana Herêma Kurdistanê dike û biryare ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.
Duh wezîrê parastinê yê Amerîka Ashton Carter serdana paytexta Iraq Bexdayê kir û ligel wezîrê parastinê yê Iraqê Xalid el-Ubêydî hevdîtin pêk anî. Carter derbarê operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê agahdarî wergirt. Herwiha Carter ligel serokê parlamentoya Iraqê Salim Cibûrî û hin serok eşîrên parêzgeha Enbarê jî hevdîtin pêk anî.
Li gor agahdariya wê îro wezîrê parastinê yê Amerîka serdana Hewlêrê bike û li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve were pêşwazî kirin.
Wezîrê parastinê yê Amerîka wê di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Hewlêrê ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bicive. Yek ji mijarên sereke yên civînê jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê û piştgiriya hêzên hevpeymanan a ji bo hêzên pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ye.
(rn)