1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wezîrê teqlebaz diçe Colemêrgê
Wezîrê teqlebaz diçe Colemêrgê,wezîrê,teqlebaz,diçe,colemêrgê

Wezîrê teqlebaz diçe Colemêrgê

Erdogan ji bo kongreya partiya xwe ya Colemêrgê dijminê Kurdan Îdrîs Naîm Şahîn dişîne

A+ A-

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ji bo kongreya partiya xwe ya Colemêrgê dê di 10’ê Hezîranê de pêkbîne, dijminê Kurdan Îdrîs Naîm Şahîn dişîne.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, Îdrîs Naîm Şahînê daxuyaniyên ku di derbarê komkujiya Roboskiyê de li rastî bertekên partiya xwe jî hatibû, ji bo tevlî kongreya AKP’ê ya bajarê Colemêrgê ya cîranê Qilabanê bibe ji aliyê Erdogan ve hate erkdarkirin. Naîm Şahîn bi dijminahiya Kurdan tê nasîn.

Colemêrg ku yek ji sê bajarên AKP’ê qet parlementer jê dernexistî û weke keleha BDP’ê tê zanîn. Piştî Erdogan biryara şandina Şahîn ya Colemêrgê da, ev yek weke ku piştgiriya gotinên Wezîrê Navxweyî Şahîn hatin nirxandin. Erdogan bi vî awayî Şahînê ku li beramberî raya giştî ji aliyê alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk ve hatî rexnekirin, xwedî lê derket û tê diyarkirin ku dê dengvedanên vê berdewam bikin.

Colemêrga ku di hedefa operasyonên qirkirina siyasî ya AKP’ê de ye û şandina Şahîn ya herêmê ji bilî wateya sembolîk, tê diyarkirin ku dibe bi armanca provokasyonê jî hatibe şandin.

ÎDRÎS NAÎM ŞAHÎN ÇI GOTIBÛ?

Şahîn beriya niha çend roj tevlî bernameyek ya televîzyonê bibû û gotibû; “li Qilabanê tiştekî ku lêborîn jê bê xwestin tune ye”, her wiha bilêv kiribû ku ew psîkolojiya gunehbariyê jî najîn. Şahîn berpirsên komkujiyê jî weke kesên jiyana xwe ji dest dan û BDP’e nîşan kiribû û wiha gotibû; “Pêwîste ew ciwanên me li wir neban. Fermana kasibkariyê BDP’e bi xwe dide.”

Şahîn diyar kir ku dema gundiyan kasibkartî (qaçaxçîtî) dikir hatine bombebarankirin û ger bi saxî jî hatibana girtin dê ji kasibkariyê hatibana darezandin. Şahîn got; “Ew herêm, herêmekî di bin kontrola KCK’ê de ye. Guleyên ku rêxistina cûdakar ya terorê dibarîne, cilên li xwe dike, pêlavên dike lingê xwe bi van pereyan dikire. Ev ciwanane fîguran bûn. Seraktorên filman hene.” Li rexmê ku herêma ku ji aliyê PKK’ê ve nedihat bikaranîn jî Şahîn gotinên weke, “herêma di bin kontrola KCK’ê de” anîbû ziman.

ANF NEWS AGENCY