1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Weîdenholzer: Kobanî dê bikeve rojeva Awusturyayê
Weîdenholzer: Kobanî dê bikeve rojeva Awusturyayê,weîdenholzer,kobanî,dê,bikeve,rojeva,awusturyayê

Weîdenholzer: Kobanî dê bikeve rojeva Awusturyayê

Parlementerê Awusturyayê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Josef Weîdenholzer ku çû Kobaniyê nêrînên xwe anîn ziman

A+ A-

SADİYE ESER

RIHA (DÎHA) – Parlementerê Awusturya ya AP'ê Josef Weîdenholzer diyar kir ku bi dîtina Kobaniyê ew pir keyf xweş bûye û wiha got: “Tişta herî keyfxweşî û hez dide mirovan, ew e ku gelê ji Kobaniyê derketibû vedigere û ji nû vê di nav avakirina Kobaniyê de hem xebatên xwe dimeşîne û hem jî li wir dijî. Wekheviya ku jin pêşengiye wê dikin, wekheviya jin û mêran hêzê dide mirov.” Weîdenholzer anî ziman ku ew dê Kobaniyê bi hemû aliyan vê bikin rojeva Awusturyayê.

Parlementerê Awusturyayê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Josef Weîdenholzer ku çû Kobaniyê nêrînên xwe anîn ziman. Weîdenholzer ê ku ji Kobanê vegeriya ji bo bîranînê kevirekî ku bi şekle dîl bi xwe re anî û diyar kir ku wî dilê Kobanê bi xwe re aniye. Weîdenholzer anî ziman ku ji ber ew çû Kobanê gelek keyf xweş bûye û wiha axivî: “Ez bi xemginiyeke mezin çûm Kobanê. Ji ber ku me nizanîbû li Kobanê çi wê were peşiya me. Lê tişta ku herî keyfxweşiye dide mirovan ji nû vê avakirina Kobanê ye. Xebateke berfireh tê meşandin. Tişte herî keyfxweşî û hez dide mirovan, ew gelê ku ji Kobanê derketibûn careke din vedigerin Kobanê. Ligel vê yekê Kobanê ji nû ve di nav avakirinê de ye û hem xebatê xwe dimeşînîn û hem jî li wir jiyana xwe didomînin."

‘Li Kobanê bi hemû reng xebat tê meşandin’

Weîdenholzer da zanîn ku bi serbilindiyeke mezin ew bi xwe jî bûn şahîde Rêveberiye Kantona Kobanê. Weîdenholzer bilêv kir ku ligel rêveberiya kontonê ya xweser çawa xebat pêk tên û projeyên ji bo avakirina Kobanê çawa berfireh dibin dîtin û wiha pê de çû: “Bi demdirêjî li pêşiya xwe dinêrin û bi hêviyekî mezin di nava avakirina Kobanê de ne. Ji bo jiyaneke bi rûmet pergala ku li Kobanê tê avakirin pergaleke ku hemû renge netew, civakî, bi çanda xwe di nav jiyaneke nû de xebata tên meşandin."

‘Bi pêşengiya jinê jiyaneke wekhev tê jiyandin’

Weîdenholzer li ser pêşengiya jinê ya li Kobanê jî rawestiya û wiha got: “Me li wir dît ku wekheviya civakî teybet bi rola jine ku li wir pêşengiye dikê. Li vir wekheviya jin û mer di nav civake de pêk tê." Weîdenholzer destnîşan kir ku ew pir hestewara ku Kobanê dîtiye û ew tu cara roja çûye Kobanê ji bîr nake û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku dema mirov temeşe dike di nav ewqas tengasiyan de jî bi heviyeke pir mezin pêşerojê mêze dikin. Ligel hemû tengasî û astengiyan derdikevin pêşiya rêveberiye jî bi bernameyên bi hez û bi keyfxweşi wan ji holê radikin. Ev yek moralekî mezin dide mirov. Ligel hemû astengiyan herkes di nava xebatan de cih digire. Ev tişta herî zede ku xweşiya me diçe ye.”

Kobanê dê bikeve rojava Awusturyayê

Weîdenholzer anî ziman ku dema ku ew vegere Awusturyayê ew ê Kobanê bibê rojava Parlementeriya Awusturyayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema ez vegeriyam Awusturya tişte ku ez bikim di serî de pirsgirekan wan, jiyana wan tiştê ku li wir me dîtiye û jiyankirine ez bibim rojava wan û bala herkesî bidim ser Kobanê. Da ku hemû kes bibîne li vir berxwedanekî çawa çêbûye."

(bd)