1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Weşanên Aram pirtûkan digihîne girtiyan
Weşanên Aram pirtûkan digihîne girtiyan,weşanên,aram,pirtûkan,digihîne,girtiyan

Weşanên Aram pirtûkan digihîne girtiyan

Weşanên Aramê ji bo hewcehiyên girtiyan bi cih bîne xebat da destpêkirin

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Weşanên Aramê ji bo hewcehiyên girtiyan bi cih bîne xebat da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de girtiyên bi riya name û faksan pirtûkan dixwazin dê di demeke kin de bi riya kargoyê bigihinin wan.

Weşanên Aramê ji bo hewcehiyên girtiyên bi cih bîne xebat da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de pirtûkên girtî dixwazin bi bihayekî erzan bi riya postê dê bigihînin wan. Koordînatorê Weşanê yê Giştî yê Weşanên Aramê Gokhan Bulut têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kir ku xwendevanên weşanxaneyê piranî di girtîgehê de ne û ji bo daxwazên girtiyan bi cih bînin bi rihetî bigihînin wan xebatekî wisa dan destpêkirin.

Dê bi rihetî bigihijin pirtûkan

Bulut, anî ziman ku Weşanên Aramê bi slogana "Aram ronahî ye" dest bi weşangeriyê kir û armanca wan jî ew e ku bigihijin gelek derdoran û wiha got: "Me ji bo hevalên xebatên weke lêkolîn û wêjeyî dikin bi rihetî bigihijinê me xebat da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de hevalên dixwazin pirtûkan bikirin û navê pirtûkên ji me re bişînin em dê di demekî kin de bi riya kargoyê ji wan re bi erzanî bişînin." Bulut, da zanîn ku armanca wan ew e ku hewcehiya pirtûkan a li girtîgehan kêm bikin. Bulut, bilêv kir ku bihayê pirtûkan wiha diyar kir: "Pirtûkên ji Weşanxaneya Aramê derketin ji sedî 50, pirtûkên ji weşanxaneyên kurdan derketin ji sedî 20 û pirtûkên ji weşanxeneyên din jî ji sedî 15 dê bi erzanî bigihijîn girtiyan."

(bd/mae)

<21.06.2013 - 07:49:38